Henek û pêkenok

Henek û pêkenok

Xwendevana malpera me pêşnîyar kir ku wê bo me henekên kurdî amade bike, herwiha ji zimanên din jî wergerîne. Me pêşnîyara wê bi dilgermî qebûl kir û em cara sisîyan çend henekên wê amadekirî li jêr diweşînin.

Amadekar: Yasemîn ELBAN

 

BÛK Û XWESÛ 

Xêliyên dewetê bûkê tînin li ber derê zavayê peya dikin. Gava bûk peya dibe, bê hemdê wê bayek bi ber dipeke. Xwesûya bûkê pir ber dikeve û hema pê re dibêje:
-A ha! Dê bûka me zika ewil ji me re kurekî bîne! Ev nîşaneya wê ye.
Ev gotin pir bi bûkê xweş tê ew jî li xwesûya xwe vedigere û dibê:
-Dayê ez yekê din jî bikim?
Xwesûya wê lê vedigere û dibêje:
-Keça min, ka bise, bila em vê bi dê û bav mezin bikin, bi dûv re ê din.

 

ŞEMAQ

Rojekê mîralayek, leşkerek pîrejinek û keçeke ciwan di kompartimanekê di bi hev re rêwîtiyê dikin. Piştê demekê tren dikeve di nav tûnelekê de. Di wê demê de Ji nişka ve dengê maçîkekê tê û hema pêve dengê şemaqekê tê. Û her kes bêdeng dimîne. Piştê ku tren ji tûnelê derdikeve hemû li hev dinêrin lê kesek dengê xwe nake. Pêrejin serê xwe dihejîne û xwe bi xwe dibê:

-Aferin ji keçikê re wê çi şemaqekê xweş lê da!

Keçik xwe bi xwe dibê:

-Çiqasê mêrekî bê zewq e, ku çû vê jina pîr maç kir!

Miralay xwe bi xwe dibê:

-Kerê kurê kerê çû keçikê maç kir lê şemaqê min xwar!

Leşker di ber xwe de dikene û xwe bi xwe dibê:

-He he, Aferin ji min re! Min destê xwe maç kir û şemaqekê jî li mîralayê xwe da!

 

AQIL

Mirovek ji bo serlêdanê diçe nexweşxaneya dînan. Li rewşa dînan dinêre û ji bijîşk re dibê:

– Hûn çawa biryar didin ku mirovek binîn li vir razînin?

Bijîşk dibê:

-Em kuwetekê serşokê tijî av dikin û sê tişt datinin ber nexweşê, kevçiyek, fîncanek û elbikek, bi dû re em dibêjin tu yê bi kijan pergalê vê avê vala bikî? Gelo hûn bûna dê we çi bikira?

Mirov dibê:

-Him! Min baş fêm kir. Mirovên asayî bêşik û bêguman elbikê dibjêrin ne we ye? Loma elbik ji kevçî û fîncanê mezinire.

Bijîşk lê vedigere û dibê:

-Nexêr, mirovên bi aqil devgira kuwetê vedikin!

Werger Yasemîn Elban

 

HALÊ DÎNAN

Rojekê du dîn diçine daristanê dar dibirin. Ji wan yek dibê:

– Ez pir tî bûme divê ez biçim av vexwim.

Hevalê wî lê vedigere û dibêje:

-Baş e here vexwe, lê ji kerema xwe ber min ve jî vexwe, lingê min pir diêşe ez nikarim biçime ser kaniyê.

Mêrik banzdide diçe û neh deh xulek şûnde bi kenekî mizur ve vedigere tê.

hevalê wî dibê:

-Kuro tu çima dikenî?

Ew xwe qure dike û dibêje:

-Min ji dewla xwe ava paqij vexwar, lê ji dewla te ava genî vexwar, ji ber vê qasêye ez dikenim.

 

KER Û POLÎS

Rojekê du polîsên trafikê di rêyekê de çûnehatina erebeyan mêze dikin. Dêna xwe didinê ku kalemêrekî gundî li ser pişta kereki, bi ber wan ve tê. Herdu hogir li hev dişiwêrin û dibêjin:”De ka em hinek tinazê xwe bi kalo bikin.”

Gava kalo digihêje hinda wan rê li ber kalo digirin û ji polîsan yek dibê:

-Xalo ehliyeta te heye?

Kalo bi dengekî aram dibê:

-Ehiyeta çi? Polîs beg ev ker e ker.

Polîs dibê:

-Na xalo nabe, ji vir şûnde ji bo ker ajotinê jî divê tu ehliyet bistînî. Baş e ka ez binêrim ruhsata te heye?

Kalo bê gav dimîne û dibêje:

-Weha nekin kurê min, ma qey ruhsata keran heye?

Polîs dibê:

-Nabe xalo nabe, êdî ker bê ruhsat nikarin biçin nav zeviyê jî. Qedexe ye xalo qedexe.

Ji alikîve jî di bin simbêlê xwe de dikenin. Ji wan yek li pişta kerê dinêre û dibêje:

-Plakeya vî jî tune ye!

Kalo dibê:

-Weha nekin kurê min, êca plaka keran heye? Kî tiştekê weha bihîstiye?

Polîs dibê:

Nabe Xalo nabe, li gor zagona nû hûn sucdar in. Xwedê zane niha krîko, zincîr, taqoz û kindir ji bi te re tuneye?

Ev car kalo pê dihese ku henekê xwe pê dikin. Lê qet li xwe danane, li wan vedigere û dibêje:

-Na, tunene.

Polîs dibê:

-Xalo, li me bibore, lê em mecburin ji te re ceza binivîsin.

Kalo dibê:

-Binivîsîn kurê min binivîsîn!

Polîs dibê:

-Xalo, li ser navê te be, 10 wereqe ye, li ser navê kerê te be, 5 wereqe ye. Em li ser navê kîjan ji we binivîsin?

Kalo hinek difikire serê xwe çep û rast li ba dike û dibêje:

-Bila li ser navê min be.

Polîs dibê:

-Xalo we neke, li ser navê te be dê 5 wereqe zerarê te çêbibe. Bila li ser navê kerê te be çêtire.

Kalo dibê:

-Na, na bila li ser navê min be çêtir e.

Polîs dibê:

-Xalo bo çi tu naxwazî li ser navê kerê te bê û 5 wereqe karê te çêbe?

Kalo li herduyan dinêre û dibêje:

-Bila sîcîla kerê paqij bimîne. Gava mezin bû dê ew jî bibe polîsê trafkê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev