Pirsa we û bersîva me – 50

Pirsa we û bersîva me – 50

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bi alîkarîya xebatkarên redaksyona malpera me bersîva pirsekê ha da:

Pirsa Nalbendê Qoserî û bersîva me

Pirs:Em zanin, ku helbestvanê rûsan yê herî mezin Alêksandr Pûşkîn di berhema xwe ya bi navê ”Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da” behsa êzdîyan jî kirîye. Gelo hûn dikarin wê beşê raberî me bikin.

Bersîv: -Me bi dilxweşî ew nivîs ji bo we ji rûsî wergerande kurdî. Fermo, bixwînin!
-Di nav leşkerên me da him nûnerên gelên herêmên me yên Pişkavkazê, him jî nûnerên wan axan hebûn, ku berî çendekê hatibûn zevtkirin. Di nav wan da min bi balkêşî li êzdîyan dinihêrî, ku li Rohilatê wan wek şeytanparêz nas dikin. Weke 300 malbetan li deşta Araratê dimînin. Wana desthilatdarîya padîşahê rûsan nas kir û qebûl kir. Serekê wan, ku mêrekî bejinbilind û eblû bû û kurkekî sor li xwe kiribû û papaxekî reş dabû serê xwe, carna bi hurmetgirtin dihate bal gênêral Raêvskî, ku serekê siyarîyan bû. Min hewil da ji wî êzdîyî derheqa rastîya dînê wan da pê bihesim. Ewî bersîva pirsên min dida, digot, ew kesên ku dibêjin xudêgiravî êzdî bawerîya xwe bi şeytan tînin, çîrok in, gotinên vala ne; ku ewana bawerîya xwe bi yekxwedêtîyê tînin; ku gorî qanûna wan, nabe ku neletê li şeytan bînin, ji ber ku ew niha bextreş e, lê dikare bi demê ra bê efûkirin, ji ber ku meriv nikare sînoran dayne nava dilrehmîya Xwedê da. Ev şirovekirin bi dilê min bû, ez jê memnûn bûm. Kêfa min hat, ku êzdî bawerîya xwe bi şeytan naynin; û şaşîtîyên wan bi min wisa dihatine xanê, ku yên efûkirinê ne.

“…Di konê gênêral Rayêvskîy da begên alayên misulmanan berev bibûn; û giftûgo bi riya wergêr pêk dihat. Di nav artêşa me da wisa jî gelên herêmên me yên Kavkazîyayê û yên ji binecîyên wan xakan hebûn, yên ku van demên dawîyê hatibûn dagîrkirin. Di nav wan da min bi baldarî li êzdîyan (Pûşkîn yazîdî dinivîse) nihêrî, yên ku di Rojilata Navîn da wek şeytanperest tên naskirin. Derdorê 300 malbat li binpiya çîyayê Araratê dijîn. Ewana desthilatdarîya dewleta rûsî naskirine. Serkarê wan, mirovekî bilind û ebilu, qapûtekî sor lê û kumekî reş li sêrî bû, carna ji bo silav û rêzên xwe bide gênêral Rayêvskîyê serkarê hemû leşkerên sîyarî, dihate bal wî. Min hewl da, ji yê êzdî rastîya bîrûbawerîya wan bizanibim. Ewî bersîva pirsa min da û got, ku, ew gotegotên di derbarê wê da, ku xwedêgiravî êzdî bi şeytên bawer dikin, çîrokeke vala ye; ku Xwedê yek e, û ew jî wî bawer dikin; ku rast e, anegorî qanûnên wan, nifirî li şeytên kirin, tiştekî ne hêja û ne qenc hesab dibe, ji ber ku ew naha bedbext e, lê, dibe dem bê û ew bê efûkirin, ji ber ku nabe, ku mirov sînoran ji dilovanîya Xwedê ra dayne.

Ez ji bo êzdîyan pir dilşad bûm, ku ewana şeytên naperêzin; û bi min diyar bû, ku mirov dikare dîtinên wan ên nerast bibaxşîne wan”.

(Пушкин А. С. «Путешествие в Арзрум», Избранные сочинения в 17 томах, т. 8, книга 1. Москва, 1995, стр. 468 /Pûşkîn A. S., “Rêwîtî berbi Erzrûmê va”, Berhemên bijare ji 17 bergan, bergê 8., pirtûka 1. Moskva, 1995, rûpel 468, bi zimanê rûsî).

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev