Berhemeke nû ji Mihemed Ronahî:‬ “Kûçikistan”

Berhemeke nû ji Mihemed Ronahî:‬ “Kûçikistan”

Ji weşanên “Avesta”yê

Kitêba çîrokan a Mihemed Ronahî “Kûçikistan” di nav weşanên Avesta de derket. Mihemed Ronahî ji mehekê zêdetir e, ji ber axaftinên xwe yên sala 2012-2013an di hebsa Diyarbekir de girtî ye.

Ji kitebê:

“Kûçik ji hevalên xwe hez dikin û neyarên xwe gez dikin. Lê mirov cuda ne, hez û nefreta wan têkel e.” Sigmund Freud

“Li vî bajarî ewqas xaîn, diz, kujer, qewad, derewîn, bênamûs, bêbext û sextekar hene tu kes nikare têkel wan bibe. Hetta ji wan sextekar û dizan gelekê wan rê didin ber civakê, rêberiya civakê dikin û civak wan diparêze. Lê van kûçikana tu rojekê xisar nedan kesî, diziya kesî nekirin, derew li kesî nekirin, îxanet nekirin, çavên wan ne li namûsa tu kesî bû. Tenê ji xwe re li nanê rojê dinihêrîn û dijiyan li vî erdî. Min ew qas mirov nas kirin li vê jiyanê, lê min tu kes bi qasî wan ji xwe re nêz hîs nekir. Hatin ew jî kuştin.”

Kûçikistan
Mihemed Ronahî

ISBN: 978-605-9082-89-1
13×19.5, 80 rûpel 12 TL

www.avestakitap.com

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev