Danasîna bajarê Ûrmiyê û Kela Dimdimê

Danasîna bajarê Ûrmiyê û Kela Dimdimê

Yaqûb Kurmanc

Deham Menaf

 

Ûrmiye, Wirmê an Urmê bajarê didu yê herî mezin ê rojhilatê Kurdistanê paş bajarê Kirmaşanê ye. Nifûsa bajarê Ûrmiyê li derdora 970.000 kesî ye. Xelkê Ûrmiyê bi zimanê kurdî kurmancî û zimanê azerî dipeyivin. Bajar ji çend herêmên cuda ên kurdnişîn û azernişîn pêk tê.
Di bajarê Ûrmiyê de hejmarek zêde Ermenî û Asurî jî dijîn.

 

Rehnasî an Koknasî
Heta niha gelek niqaş li ser vî navî hatine kirin. Hraç Martîrosyan di pirtûka xwe bi navê “Studies in Armenian Etymology” di rûpela 681 de dibêje Ormî di zimanê Ermenî de wate dîwarê derûdora bajêr. Paşê dibêje ormi digel ὅρμος / hormos a Yewnanî bi wateya liman ya iskile, yek kok heye ku erdnîgarê jî vê peyt dike.

Ûrmiyê dîrokekî pir kevin heye. Pêşniyazê din ji bo koka navê Ûrmiyê ev in: Ûr- (bajarekî mîna di bêjeya Ûr yanî bajar û -miye jî yanî (Av); di zimanê Aramî de wate bajarê avan.
Samuel Noah dibê ku orum digel ho-ru-um a di navê horumkoraka ya Sumêrê ku navê çiyayekî di Efsaneya loqandina padişahê Sumerê ye Minorsky ji ber ku di hin nivîstekên Sûryanî de ku li pal gola Ûrmiyê hatine dîtin navê Armaitî Urmaitî hatiye dibe ku ev nav Sûryanî be. Navê berê yê Ûrmiyê di serdema şahê Pehlewî de Rizayiye bû ku ji navê Riza Şahê Pehlewî girtî bûn. Navê Ûrmiyê yê kevin di serdema Sasaniyan de Çîçist bûye ku di nivîsteka Avestayê de jî hatiyê ku cihê jidayîkbûna Pêxemberê Zêrdeşt bûye. Niha jî li kêleka Ûrmiyeyê gundekî bi navê Çîçist heye.

 

Erdnîgarî
Ji aliyê erdnîgariyê de, bajarê Ûrmiyeyê ji aliyê rojhilat ve digihêje gola Ûrmiyê û ji aliyê rojava ve digihêje bakurê Kurdistanê û ji bakur ve digihêje bajarê Selmasê û ji aliyê başûr ve digihêje bajarên Mehabad û Şinoyê.

Ûrmiye navenda parêzgeha Ûrmiyê an Wirmê ye, ku ji bajarên Mehabad, Xoy, Selmas, Makû, Çaldiran, Miyanduaw, Bokan, Nexede, Şino, Pîranşar û Serdeştê pêk tê.
Ev bajar warê pêşengên tevgera Kurdayetiyê mînak Dr. Qasimlo, Îsmaîl Axayê Şikakî (Simko), Emîr Xanê Lepzêrîn e.
Cihê jidayîkbûna Pêxemberê Zêrdeşt bûye.

Li herêmê êlên Begzade, Celalî, Dirî, Hinare, Herkî, Kirmanc, Kore Sunî, Seyîd û Evdoyî û Kardarî dijîn.

 

Kela Dimdimê

Kela Dimdimê yek ji avahiyên pêş hatina Îslamê ye ku destaneke herî girîngî Kurdan yê şer û berxwedaniyê ye. Li gor hinek çavkaniyan çêkirina vê kelehê di dema desthilatdariya Sasaniyan de bûye.
Kela Dimdimê li ser çiyayê Dimdimê ku ketiye navbera çemê Barendizçay û Geliyê Qasimlo hatiye çêkirin.
Ev kela li ser rêya Mehabadê ber bi Ûrmiyeyê ve di rexê gundê Balancê cih girtiye.
Mixabin ji ber xemsariya rayedarên dewletê metirsiya linavçûnê li ser e û di dema îroyîn de tenê çend beş jê mane. Beşa bakur a Kelê û her wiha di beşê başûr de jî hê hin dîwarên wê hene ku pêwîst e kela were nûjenkirin.
Ev avahî têde rêyek binerd heye ku dîwarên wê bi kerpîçan hatiye çêkirin.
Herêma erdnîgariya wê kelayê bi awayekî balkêş e ji ber ku di wê herêmê an derbasgehê de şûnwarên kevnar û şaristaniya Kurdan: mînak Girê Hesenlo, Kevirnivîsa Kelaşîn, Mezargeha Firewtîş, Kela Textê Silêman û her wiha şûnwarên dîrokî yên Kirmaşanê jî cih girtine.

 

Emîrxanê Lepzêrîn
Emîrxanê Lepzêrîn ji hoz an eşîra Biradost bû ku di dema desthilatdariya şah Ebbasê Sefewî de fermandarê wîlayetên Ûrmiye û Şinoyê bû.
Emîrxan şervanekî jêhatî û wêrek bû, ew di şerekî hemberî Osmanîyan de destekî xwe jidest dide û Şahê Îranê ji ber mêrxasî û canfedayîya wî di parastina sinorên Îranê li gel Osmanîyan ve ferman dide ku ji bo wî destekî zêrîn çêbikin û ji wir şûnve Emîr Xan bi Xanê Lepzêrîn navdar bû.

 

Sedema şoreşa kela Dimdim û piştre çewisandina Kurdan
Îlankirina mezheba Şîî ji aliyê Şah Ebbasê Sefewî ve wekî mezheba resenî ya xelkê Îranê û ji navbirina mezheba Sunnî her wiha binpêkirina mafê Kurdan ji aliyê hikûmeta Sefewî ve bû sedem ku gelê kurd ji bo xwedîderketina mafên xweyî neteweyî dest bi şoreş û serhildanê bikin ku yek ji wan şoreşa ya Kela Dimdimê bû. 

 

Şerê Dimdimê

Emîr Xanê Lepzêrîn di demeka kurt de kela ji bo parastina sinoran berfireh û pihêt kir û piştre xelkê gundên derdorê ji bo ewle mayîna wan ji şer û pevçûnan di kelayê de cî dan.
Hundirê wê de tije xwarin û vexwarin û hewceyên jiyanê kirin û gelek çekdar jî ji bo parastina kelayê wezîfedar kirin.
Dema ku nûçeya nûjenkirina kela Dimdimê ji her derê belav bû, li gor hinek nivîsên kesekî bi navê Îskender Begê Tirkmen Mîr Budak Parêzgarê Tebrîzê û parêzgariyên derdorê ku fîtker û tevlîhevkerê serekî yên destpêkirina ceng û şerkirina hemberî Kurdan bûn.
Çend kes ji bo handana Şah Ebbas şandin koşkê û propagandayên zêde dijî Emîr Xan destpê kirin û sedema nûjenkirina kelayê ji aliyê wî ve wekî çalakiyek ji bo berev serxwebûna Kurdistanê dan zanîn, ku dibû sedem hêza hikûmeta Sefewî di bakurê rojavayê Îranê de lawaz bibe
Ji ber vê yekê Şah Ebbas di mijdara sala 1609 zayînî de yek ji serdarên xwe bi navê Qulî Xan ji bo têkbirina şoreşa Dimdimê diyar kir û wî piştî demekê şerkirin li hemberî Emîr Xanê Lepzêrîn negihîşte ti armancekê û şer qediya.
Piştî Qulî Xan vê carê wezîrê xweyî sereke ji bo têkbirina şoreşê dişîne û şer û pêvçûnên zext û dijwar navbera sefewîya û Kurdan diqewime û leşkerên Şah Ebbas kelê dorpêç dikin.
Di vî şerê nemirovî de li gor hin vegotina: gerçi destpêkê Emîr Xan lijnekê ji bo danûstandinê dişîne cem emîrên Sefewî. Lêbelê hem ew, hem jî dost û rêhevalên wî pê dihesin ku Şah Ebbas dixwaze wan bixapîne, ji ber hindê teslîm nabin û heya dawiya jiyana xwe ligel wan şer dikin û li hemberî hejmara zêde ya leşkeran berxwe didan.
Hejmara şervanên Emîr Xan 10 hezar û hejmara leşkerên Şah Ebbas 40 hezar kes bû.

Leşkerên Şah Ebbas gelek caran êrîşî kela Dimdimê dikin lê ji ber taybetiyên kelê yê erdnîgarî û her wiha berxwedaniya şervanên Emîr Xan her tim şikestin dixwarin.
Yek ji şêwirmendên Şah Ebbas pêşniyaz dike ku li şûna êrîşkirinê divê kelanişînan tî û birsî bihêlin, da ko teslîm bibin.
Şah Ebbas serwext wê pêşniyazê dipejirîne û li nêzî kelayê konan vedigire

Piştî demekê serkaniya xwarin û vexwarinê qut dike û dinêre ti agahî ji teslîm bûn û mirina Emîr Xan û rêhevalên wî çênabe.
Şah Ebbas hêdî hêdi ji dagirkirina kelayê poşman dibe, ta ku kesek ji hundir kelê derdikeve û tê cem Şah Ebbas û îxanetê dike û çawaniya teslîmbûna Emîr Xan û rêhevalên wî ji bo Şah şirove dike.
Ew bi Şah ra dibêje mirovên hundir kelayê heya qederekê xwarin û xurek ji bo wan heye. Lêbelê tenê rêyek ji bo têkçûna wan dimîne û ew jî birîna wê avê ye ku diherike kelê.
Li gor pêşniyaza wî kesî Şah Ebbas çevkaniya ava ku diçe kelê bi alîkariya wî peyda dike û pêşiya wê digire û nahêle here kelê.
Piştî çend rojan bêavî kişandin Emîr Xanê Lepzêrîn û rêhevalên wî heya dilopa dawî ya xwîna xwe şer dikin û di vê riya giranbiha de şehîd dikevin.
Bi nêzîkbûna dagirkeran di hundirê kelehê de Xatûn Xanim hevjînê Emîr Xan tevî jinên din xwe di Kelehê de diavêjin jêrê da ko rastî destdirêjiya leşkeran neyên.
Piştî bidawîanîna şêr, Şah Ebbas serê ew kesê ku alîkariya wan kiribû birî û ti tiştek xeynî îxaneta wî bicî nehîştin.

 

Encama şoreşa kela Dimdimê
Piştî têkçûna şoreşa kela Dimdimê, Şah Ebbas dest bi komkujî û sirgûn kirina xelkê Bradost û Mukriyan kir û gelek êl û eşîrên Kurdan koçberî Xoresanê kirin û lî şûna wan êla tirkziman a bi navê Efşar li herêmê bicih kirin.
Her çend ku mîristanên wekî Biradost û Mukriyan gelekî lawaz û bêhêz bûn lêbelê dîsan jî gelek caran li navbera wan û sefewiyan de şer diqewimî.
Di sala 1729an a Zayînî Nadir Şahê Efşar di kela Dimdimê de bi Yûsif Paşa waliyê Osmanî re şer dike û piştî têkçûna wî ferman dide ku Kelehê wêran bikin ji ber ku wê demê kela bin destê Osmaniyan da bû.
Di nivîsên kesên wekî Îskender Beg û Edîb-Elşu’era ku têde qewimîna şerê yekemîn yê Dimdimê di encama îxanetkirina Kurdan bi hikûmetê re dihesibînin, lêbelê ev yek ne rast e.
Lêbelê di vegotinên zarkî (devkî) û romanên Kurdan de û her weha di berhemên wêjeyî di dîrokan de ev şer wekî berxwedana Kurdan li hemberî desthilatdariya dagirkeran dihesibînin. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev