VÎDEO – Oxira dawî ya Mam Celal

VÎDEO – Oxira dawî ya Mam Celal

Silêmanî (Rûdaw) – Termê serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî li girê Debaşan a Silêmaniyê, li nêzîk mala wî bi axê hat spartin.

Di merasîma taybet de bi hezaran welatiyên Kurdistanê û gelek berpirsên pilebilind ên Kurdistanê jî amade bûn. Di merasîmê de li ser navê mala Talebanî, kurê Mam Celal, Qûbad Talebanî axaftinek kir û daxwaza hevgirtinê ji serkirdeyên Kurdistanê kir.

Firokeya ku termê Mam Celal hildigirt, demjimêr 11.00ê roja Înê 06-10-2017, gihişte Silêmaniyê û li Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê merasîmeke taybet hate sazkirin. Tabûta Mam Celal bi Ala Kurdistanê hate pêçandin.

Di destpêka merasîmê de sirûda Ey Raqîb û sirûda nîştîmanî ya Iraqê hate xwendin. Paşî di serdî de Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, hemû nûnerên welatan, partiyên Kurdistan û hevrêyên Mama Celal qewzegul danîne ber tabûta wî.

Bi tevê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Balyozê NY li Iraqê Jan Kubîs, Balyozê Amerîkayê li Iraqê Duglas Siliman, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, Berdevkê HDPê Osman Baydemîr, Nûnerê Taybetî yê Şahê Urdunê, Balyozên Îtalya, Koreya Başûr û herwiha hejmareke zêde yê nûnerên welatan jî amade bûn.

Piştî merasîmê termê Mam Celal bi karvaneke mezin anîne Malbenda Yek a YNKê û ji wir jî ji bo rêwresmên olî û nimêjê, veguheztine Mizgefta Mezin a Silêmaniyê.

Ji bajarên din ên Kurdistanê jî gelek kes hatine Silêmaniyê. Li kolan û cadeyên Silêmaniyê, bi hezaran kesan, bi deste gul û cilên reş pêşwazî li karvana termê Mam Celal kirin.

Herwiha, di serî de li Mizgefta Mezin, li tevahiya mizgeftên Silêmaniyê xelk ji bo nimêja cenazeyê rêz girtin, kolan û hewşên derdora Mizgefta Mezin tejî kirin.

Li Dabaşanê jî bi hezaran kes di merasîma bixakspartina Celal Talebanî de amade bûn. Tabûta Mam Celal bi gul û kulîlkan hate xemlandin. Paşî li nêzîk mala wî bi axê hat spartin.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û kurê duyem ê Celal Talebanî, Qubad Talebanî di merasima bi ax spartina bavê xwe de li Debaşanê, li ser navê malbata xwe peyamek xwand û spasiya xelkê her çar parçeyên Kurdistanê kir, ku peyamên hevxemî û hevsoziyê gihandine wan.

Piştî 5 salên nexweşiyê, Celal Talebanî roja 3ê Cotmeha 2017ê di 84 saliya xwe de, li nexweşxaneyekê Almanyayê koça dawî kir.

Ji ber koça dawî ya Mam Celal, li Herêma Kurdistanê heftêyek û li Iraqê jî 3 rojan şîna seranserî hate ragihandin.

Herwiha li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê jî şîn hatine ragihandin.

Îro di serîde li Silêmaniyê, li gelek cihên Kurdistan û cîhanê ji bo Mam Celal konê sersaxiyê tê danîn.

 

 

 

records Source:http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/061020176

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev