WEHDETUL WICÛD Û ŞOPÊN WÊ LI SER WÊJEYA KURDÎ A KLASÎK -3

WEHDETUL WICÛD Û ŞOPÊN WÊ LI SER WÊJEYA KURDÎ A KLASÎK -3

Nivîskarê malpera me gotareke delal ji me ra şandîye. Ji bo mezinaya gotarê, me ew kiribû 3 beşan û îro beşa 3an, a dawî çap dikin. Herdu beşên pêşin me duh û duh na pêr çap kiribû.

MELA MIHYEDÎN

Di wêjeya kurdîde sedsala XVII. Ciyekî girîng digire. Ev sedsal sedsalake zêrîn e ji bo wêjeya kurdî. Di vê sedsalê de kesyetên wek Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî derketine. Xanî piştî mirina Cizîrî û Feqî deh sal şûn de tê dinê. Bi xwendina berhemên wan re gelekî di bin bandora van kesayetan de dimîne û di berhemên xwe de jî behs û pesnên wan dike. Wek elimên dewra xwe ên mîna Cizîrî û Feqî ew jî felsefeya yekîtîbûnê dipejirîne û di berhema xwe ya nemir a Mem û Zînê de cî dide vê felsefê.  Ew beytên ku şopa vê felsefeya yekîtîbûnê li ser in wiha ne:

1788Sofî ku giheşte kuncê xelwet                                         1823Belkî ne çil û ne erbe’înek

     Şêxînî geha meqmê we’hdet                                               Zenna di dile wî bû yeqînek

……                                                                                                                ……

1818Sofî me û sewme’enişîn im                                     1830Her yek dinûma ji bo wî zînek

      Xoş talibê nûrê rûyê Zîn im                                          Meşhûdê ji her yekî yeqînek

                                                                           

1819Hasil qewimî meqamê mûtû                                   1831 Goya bixwe ew resednuşîn bû

     Bermewcibê qeble en temûtû                                        Ew çal-i ji bo wî dûribîn bû[1]

“Li vir êdî em guhertina bingehîn di evîna Memî dedibînin. Ew pêşî dilketibû reng û rûyê Zînê û debara wî beyî wê nedibû û her qala şewq û şemala wê dikir.”[2] Piştî ku Mem “kete wî quncika tenêtiyê û di tenêtiyê da dest bi îbadetan kir, ta ku ji pîleya sofîtiyê  gehiştiye pîleya şêxîniyê û gehiştiye meqame wehdetul wicûdê û bi Xwedayê xwe re bû yek.”[3] “Piştî çil rojên wî xilas bûn êdî Mem bûye sofiyekî di xelwetê de û gihîştiya mûtû.[4] Ew payeya bilind tê wateya ku mirovê sofî divê girêdana bi jiyanê û xweşiya hebûnê di dilê xwe de bikuje ta ku ebediyetê peyda bike.”[5] Di zindanê de Mem di babên merîfet, terîqat, şerîat û heqîqatê de nefsa xwe terbiye kir û bi Heq re bû yek. Êdî giyanê Mem pak bûye û dilê wî safî bûye. Gumanên wî hemû bûne bawerî û di dilê wî de ronahî vedane û hemû razên cîhanê li ber wî eşkere bûne. Laşê wî ku evîneke saxte tê de digeriya êdî cî daye evîna rast a Xwedê. Êdî Mem gihatiye meqamê wehdetul şuhûdê ango her tiştên ew lê dinêre, her ciyên ew berê xwe di diyê de, di çavên wî de dibe Zîn. Çawa sofî ku di her tiştî de Xwedê dibînin ew jî wisa nûraniya Xwedê di wechê Zînê de didît. Zîna ku didît nimûneyek ji yeqîniya Yezdan bû. Ilme zanînê lê peyda bûbû û di çala tarî de, di nav reşiyê de ronahî didît Memî.

Mela Huseynê Bateyî hem di helbestên xwe de û hem jî di Mewlûda xwe de cî daye feleseya yekîtîbûnê. Bateyî di Mewlûda Nebî de vê felsefê wiha tîne ziman:

Paşî hingî xaliqê her sûretê

Çêkirî Adem bi destê qudretê

Pif kirî ji ruha xwe ew bû nazenîn

Lew melek hatin ji bo wî sacidîn[6]

Di van beytên mewlûdê de Melayê Bateyî mijara xuliqandina Adem pêxember tînê ber çavên xwendekaran. Xaliqê rehmanî gava ji Adem re ji axê laş çêdike, ji temamkirina xuliqandinê re tiştek tenê dimîne ku ew jî ruh e. Piştî temamkirina laş, Yezdan ji ruhê xwe ê nûranî pifî laşê Adem pêxember dike û ruh dikeve laşê Adem pêxember. Hemû melek ji bo wî ruhê nûranî ji Ademî re diçin secde.

Ya Reb tu yî ji nûr î tu

Sultanê jêr û jor î tu

Her hazir î ney dûrî tu

Dûriyek hebî ew dê j’me bî[7]

Çarîna li jor di helbesta Bateyî a bi navê “Subhan Ji Mîrê Qadirî” de derbas dibe. Ev çarîn û ayeta Qur”ana Kerîm a sûrê Qaf hinekî dişibin hev: Xwedayê mezin li her derî hazir û nazir û di hemû tiştên zindî de teceliya wî heye. Bateyî di çarînê de vedibêje ku Reb li her derî ye, lê mirov ji ber nefsaniya xwe, ji ber beşeriyeta xwe ji Rebê xwe dûr dikevin û Rebê wan nayê bîra wan.

Axtepî nivîskarê sedsala XIX. e û gelekî di bin bandora Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û herî zêde jî di bin bandora Ehmedê Xanî de ma ye. Ew jî wek Xanî dilşewatê zimanê kurdî bûye, em dikarin Axtepî wek Xaniyê seyem[8] jî bidin naskirin. Axtepî ji terîqata Neqşîbendiyê ye, di terîqatê de dersên tesawifî dîtiye û li ser tesawifê hûr bûye. Wek nivîskarên klasîk wî jî di berhemên xwe de cî daye tesawif û felsefeya yekîtîbûnê

Xatem û textê Suleyman zeptî kir min bêxîlaf

Şahê textê işq im ez navêm dunya bê guzaf

Yek bes e ez Yek dizanim dilbera alî-simat[9]

Ristên li jor di berhema Şêx Evdirehmanê Axtepî a bi navê “Dîwana Rûhî” de, di helbesta “Der Barê Tîpa T de” derbas dibe. Rûhî nasnameya Şêx Evdirehmanê Axtepî ye. Di ristên jor de Evdirehmanê Axtepî dibêje ku di vê cîhana derewîn de tiştên dixwest, hemû bi hesanî bi dest xistiye û kesek jî ji wî re astengî dernexistiya lê tişta ku ew dixwazê ne mal û mûlk, ne text û qesrên mîran e, tişta ku Şêx dixwaze eşq e, eşqa îlahî ye. Fikrên Axtepî, Şêxê Senanî û Platînos dişibin hev. Her sê kesên zana û tesewifnas berê xwe didin Yekê û dizanin ku her tişt teceliya Yekê ye. Hemû tesefiwzan di jiyana xwe de li yarekê digerin, yara ku herî ciwan, a herî xweşik, a çi bibe bila bibe ku dev ji wan bernedê digerin ku ew yar Yek e ango ew Yezdan bixweye.

Melê Xelîlê Sêrtî fikrê xwe di berhema xwe a bi navê Nehcul Enam de wiha aniye ziman:

Ji nefsa te nêziktirînê te ye

Xebîrê bi ef’al û qewlê te ye[10]

Xelîlê Sêrtî ev tiştên heta niha me gotin gerek ayetên Qur”anê bin, gerek hedîs bin û gerek gotin û nivîsên elimên din bin. Fikrên hemûyan tev de xistiye hindirê wan her du ristan.

Di derbara jiyan Siyahpoş de xebateke berfireh nehatiye kirin û em di derbarê jiyana wî de tiştek zêde nizanin. Siyahpoş kesaytekî ku di bin felsefa yekîtîbûnê de maye û di berhema xwe a bi navê Seyf-ul Milûk û Bedî-ul Cemal de vê fikra xwe wiha tîne ziman:

Tecellaya cemala heq wekî perwane ez sohtim

Me xef kir ew şîrînesrar çû deng û hîs ji min nayê[11]

Siyahpoş di vê beytê de diyar dike ku evîndarê cemala Heq bûye û ev evîndarî wekî perwanê canê wî sohtiye lê piştî cemala nûranî wenda dike bêdeng dimîne û pejin jê dernakevê. Li vir hem evîna îlahî û hem jî felsefeya Yekîtîbûnê dikevin nav hev û tevlîhev dibin. Car carna jî meriv baş tênagehe gelo helbest behsa çi dike? Di helbestê de tişta li pêş çi ye? Wehdetul wicûd, evîna îlahî an evîna beşerî.

Encam

Tesawif û wehdetul wicûd di hemû baweriyên semawî de ciyekî girîng digire ji ber vê rewşê jî ev felsefe hem li axa Rojhilatî û hem jî li axa Rojavayî ji xwe re şopîner dîtiye û van şopîneran di berhemê xwe de cî dane vê felsê. Her çiqas li welatên Rojavayî şopîner vê felsefe hebin jî ev felsefe bêtir li Rojhilata Navîn şaxên xwe vedane û liv ê axê bêtir bandor li merivan kiriye. Sedemên vê yeke jî belavbûna dînê Misilmantî û medreseyan e. Herçiqas gelek bawerî di nav kurdan de ji xwe re cî ditînbin jî baweriya ku herî belavbûyî Misilmantî ye. Hem Misilmatî, hem terîqat û hem jî medreseyên li Kurdistanê bûne sedemên belavbûna felsefeya wehdetul wicûdê. Kesayetên wêjeye kurdî a klasîk di bin bandora tesawif û wehdetul wicûdê de mane û di berhemên xwe ên nemir de cî dane vê felsefê

Şopînerên vê felsefê bi piranî ji Rojhilata Navîn in. Bi piranî kesên misilman dane pey vê felsefê û li ser hûr û kûr bûne, herçiqasî bawermendên vê felsefê misilman bi xwe jî bin gellek kesên ji ne misilman jî baweriya xwe bi felsefê anîne û li ser felsefê sekinîne.

Ev bawermendên vê felsefê ne ji kesên rêzê ne. hemû kesan medrese qedandine û di warê zimanê erebî û farisî de xwe pêş xistine. Hemû nebin jî gellek kes li ser duwanzdeh ilman bûne pispor û gihaştina asta Mollatiyê. Ev bawermend piştî qedandina medreseyan ketina nav terîqatên curbecur, di nav terîqatan de bi tesawifê mijûl bûne û rêvebertiya van terîqatan xistine destên xwe. Li gorî dem û cihê lêbûyîne, an gellek qîmet dane wan an jî li dijî fikrên wan derketin û ew îdam kirine.

Çavkanî

Adak, Doç. Dr. Abdurrahman, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Stenbol: Nûbihar, 2013.

Erebî, Îbn, İlahi Aşk, İstanbul: İnsan, 2006,

Axtepî, Şêx Evdirehmanê, Dîwana Rûhî, Stenbol: Enstîtûya Kurdî Ya Stenbol, 2002.

Bateyî, Melayê, (Mewlûd û Hemû Helbestên Wî, Sadinî, Xalid), Stenbol: Nûbihar, 2013.

Bateyî, Melayê, Mewlûd, Stenbol: Nûbihar, 2014.

Bayrak, Mehmet, Êzidî, Kizilbaş ve Yaresan Kürtler (Belgelerle Kürdistandaki Gizli Dinler), Ankara: Özge, 2014.

Cizîrî, Melayê, (Gerdeniya Gewherî Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, Zivingî, Mela Ehmedê), Stenbol: Nûbihar, 2013.

Cizîrî, Melayê, (Melayê Cizîrî Dîwan, Dilovan, Selman), Stenbol: Nûbihar, 2013.

Doru, M. Nesim, Melayê Cizîrî Felsefi ve Tasavvufi Görüşleri, Stenbol: Nûbihar, 2016

Ertuğrul, Îsmail Fenni, Vahdet-i Vücûd ve İbn Arabi, İstanbul: İnsan Yayınları,1991

Kurdo, Qanatê, Tarîxa Edebiyata Kurdî, Ankara: Özge, 1992.

Omarkhalî, Haz. Khanna, Kürdistanda Dini Azınlıklar, Stenbol: Avesta, 2014.

Qur”ana Pîroz û Wergera Wê Ser Zimanê Kurdî, Stenbol: Sur, 2014.

Sağniç, Feqî Huseyn, Dîroka Wêjeya Kurdî, Stenbol: Enstîtûya Kurdî Ya Stenbol 2002.

Sêrtî, Mele Xelîlê, Nehcul Enam, Stenbol: Enstîtûya Kurdî Ya Stenbol, 2002.

Siyahpoş, Seyf-ul Milûk û Bedî-ul Cemal, Stenbol: Nûbihar, 2011.

Teknîk, Alî, Tarihsel Süreçte Kürt Coğrafyasında Tasavuf ve Tarikatlar, Stenbol: Nûbihar, 2015.

Teyran, Feqî, (Jiyan Berhem û Helbestên Wî, Sadinî, Xalid), Stenbol: Nûbihar, 2013.

Teyran, Feqî, Hemû Berhemên Wî, Stenbol: Belkî, 2008. Stenbol: Nûbihar, 2015.

Topdemir, Hüseyin Gazi, Felsefe, Ankara: Pegem Akademi, 2011.

Uludağ, Süleyman, Tasavvuf Terimleri Sözlüğü, İstanbul: Kabalacı, 2005.

Uryan, Baba Tahirê, (Dubeytî Baba Tahirê Uryan, Kara, Sabah,), Stenbol: Nûbihar, 2012.

Uryan, Baba Tahirê, (Espîdebazê Hemedanî Baba Tahirê Uryan, Yildirim, Kadrî), Stenbol: Avesta, 2013.

Xanî, Ehmedê (Mem û Zîn, Bozarslan M. Emîn), İstanbol: Gün Yayınları, 1968

Xanî, Ehmedê (Mem û Zîn Şîrove û Kurdiya Îro, Dost, Jan), Stenbol: Avesta, 2010.

Xanî, Ehmedê (Şîroveya Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Cîhanî, Perwîz), Stenbol: Nûbihar, 2013.

 

[1]Dost, Jan, Ehmedê Xanî Mem û Zîn, Weşanên Avesta, Stenbol, 2010. Rp:520-521

[2]Dost, Jan, Ehmedê Xanî Mem û Zîn, Weşanên Avesta, Stenbol, 2010. Rp:521

[3]Xanî, Ehmedê (Şîroveya Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Cîhanî, Perwîz). Stenbol: Nûbihar, 2013. Rp: 636

[4]Payeya bilind

[5] Dost, Jan, Ehmedê Xanî Mem û Zîn, Weşanên Avesta, Stenbol, 2010. Rp:522

[6]Bateyî, Melayê, Mewlûd û Hemû Helbestên Wî, Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2013, Rp: 18

[7]Bateyî, Melayê, Mewlûd, Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2014, Rp: 65

[8]Xaniyê duyem Hacî Qadirê Koyî ye.

[9]Axtepî, Şêx Evdirehmanê, Dîwana Rûhî, Weşanên Enstîtûya Kurdî Ya Stenbol, Stenbol, 2002, Rp:23

[10]Sêrtî, Mele Xelîlê, Nehcul Enam, Weşanên Enstîtûya Kurdî Ya Stenbol, Stenbol, 2002, Rp: 18

[11]Siyahpoş, Seyf-ul Milûk û Bedî-ul Cemal, Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2011, Rp: 50

 

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev