Di Teoriya Îbnî Sîna de, Demajoya ”Aqilê Çalak”

Di Teoriya Îbnî Sîna de, Demajoya ”Aqilê Çalak”

Ali Gurdilî 

Îbnî Sîna (980-1037) li rojavayê bi navê ”Avicenna” tê naskirin û li cîhana îslamê jî, jêre dibêjin ”Şeyhûl Felasife- ango, Şêxê yan jî serokê Fîlozofan.” Îbnî Sîna jî, wekî Farabî li ser teoriya Arîstotelesî ya ”Made û Formê” rawestiya ye. Îbnî Sîna jî wekî Farabî wiha bawer dike ku hemû heyîn ji Xwedê der çûne.

Di destpêkê de bi tenê Xwedê heye. Ji Xwedayê ku heyînek rasteqîn û bivênevê ye, giyanek saf der diçe. Ev giyan (rih), sebebê pêşîn e. Ji vî sebebê pêşîn jî, hemû giyan û laşên ku di gerdûnê de hene, der çûne. Îbnî Sîna ji vê yekê re dibêje, ”aqilê çalak.” Meriv, di asta pêşveçûna rih ya dawî de cewhera heyînan dibîne û têdigihêje wan. Dîsa li gor bîr û baweriya Îbnî Sîna, bextewarî xwepakijkirin rih e û qesîdîna ber bi aqil ve ye.

Îbnî Sîna, hewl daye ku felsefe û olê, lihev bîne. Gelekî girîngiyê daye ezmûnê û mîna fîlozofekî rasyonalîst (aqilparêz) hatiye dîtin. Navê wî yê rasteqîn: ”Ebu Ali el-Hüseyin ibni Abdullah ibn-i Sina el-Belhi” ye û berhema wî ya herî naskirî ”El-Kanun Fi”t Tıb – Zagonên Zanista Bijîşkiyê” ye.

Ji malpera Felsefevan

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev