Henek û pêkenokên kurdî -1

Henek û pêkenokên kurdî -1

Me berî çendekê henek-pêkenokên vê xwendevana malpera me çap kiribûn û ew li xwendevanên me pir xweş hatibûn. Ji ber ku him bi zimanê me ne, him yên gelê me ne, him ji jîyana me ne, him jî weke dibistanekê ne, ku kal û bavê me tîne bîra me.

Em îro çend henek-pêkenokên Yasemîn xanimê çap dikin, piştî demekê emê çendên din jî çap bikin.

TE LI KU KIRIYE

Yasemîn Elban

Rojekê Heso bi mêvanî diçe mala hevalê xwe yê Beso, gava dibe şev û wextê razanê tê, Hesô li Beso vedigere û dibêje:

-Beso, binêre di mala me de tenê yek avdestxane heye û rê ya wê di nav odeya min û Eyşo de derbaz dibe. Eger pêdiviya te hebe here ji niha ve pêk bîne, loma êdî tu heya sibê nikarî pêk bînî.

Heso hinek difikire û dibêje:

-Na, niha pêdiviya min bi çûnê tuneye.

Şev diçe nîvê şevê, herkes dikeve xewê, lê rûviyên Heso dest bi xebatê dikin. Zikê wî badide, badide û wî pir nerehet dike. Lê nikare here li avdestxaneyê, diçe paceyê vedike li derve dinêre ku biçe derê malê, dêna xwe didê ku mal di qata duduyan de ye. Di wê navberê de çavên bi guldanka bi perwaza bi pacê ve aliqandî dikeve, guldankê hildide, tîne jêr, gulan bi axê ve ji nav guldankê derdixîne, destava xwe ya mezin lê dike, cardin gulan bi axê ve datîne nav guldankê, bi şûnde diçe ji xwe re radizê heya sibê. Destê sibê hemû bi hev re şîyar dibin, taştiya xwe dixwin û Heso xatirê xwe dixweze û diçe mala xwe. Di ser de sê meh derbaz dibe. Rojekê Heso nameyek ji Beso digire di nameyê de weha dinivîse;

“Kuro Heso ez ji te hêvî dikim, tu rast bêjî, te li ku kiriye? Vaye ev bû sê mal ku me guhert…

 

WÊ GAVÊ DÊ EV LÎSTIK BIQEDE
Rojekê berberekî camêrî daniye li ser kursiyê porên wî kurt dike, di wê navberê de zarokekî li ber derîyê dikanê derbaz dibe. Kêfa berber tê cî li camêrê vedigere û dibêje:
-Keko ev kurik hinek gêj e!
Mêrik dibêje:
-Bo çi?
Berber dibêje:
-Keko bise tu yê niha bibînî.
Berber ji berîka xwe 1 panot û 10 panot derdixîne, datîne li ber hev, bang li kurikê dike û dibêje:
-Elî were ka tu yê ji van kijanê bibijêrî?
Elî dibeze tê panotekî hildide, bi kêf ji dikanê dibeze û diçe. Kiryarên Elî pir bala camêrê dikişîne. Gava karê camêrê diqede, ji dikana berber derdikeve û diçe, dêna xwe didê ku Elî li serê kuçeyê rûniştiye û bestenî dixwe. Nêzîkî wî dibe û dibêje:
-Elî 10 panot mezin e an 1 panot?
Elî dibêje:
-10 panot mezin e xalo.
Camêr dibêje:
-Ma gava din te çima ji dewsa 10 panot, panotek girt?
Elî dibişire û dibêje.
-Gava ez wê 10 panotê bigrim dê lîstik biqede!

 

SIRA SERKEFTINÊ

Rojnamegerekî bi pîşekarê şîrketê, yê ku di karê xwe pir serkeftî ye re hevpeyvîn dike. Jê dipirse û dibêje:

-Gelo, tu dikarî ji me re sira serkeftina xwe bibêjî?

Pîşekar lê vedigere û dibêje:

-Bes, du peyv in.

Rojnameger dibêje:

-Ezbenî, gelo tu dikarî ji mere bêjî ka ew herdu peyv çi ne?

Pîşekar dibêje:

-Biryarên rast.

Rojnameger dibêje:

-Baş e, biryarên rast çawa tên girtin?

Pîşakar dibêje:

-Bi yek peyvê.

Rojnameger dibêje:

-Baş e, ew peyv çi ye?

Pîşakar dibêje:

-Bi ceribandinê.

Rojnameger dibêje:

-Baş e ev ceribandin çawa bi dest dikeve?

Pîşakar dibêje:

-Bi du gotinan.

Rojnameger dibêje:

-Ew gotin çi ne?

Pîşakar dibêje:

-Biryarên çewt.

 

HÎÇ

Mêrikekî pozbilind ji kalemêrekî dipirse û dibêje:

-Tu kî yî û çi yî?

Kalemêr dibêje:

-Hîç! Ez ne tu kes û ne tu tiştek im.

Kalemêr dêna xwe didê ku xwediyê pirsê xwe pir li ser qure dike. Lê vedigere û dibêje:

-Tu kî yî û çi yî?

Mêrik xwe dipinpixîne û dibêje:

-Ez mutasaruf im.

Kalemêr dibêje:

-Bi dû re tu yê bibî çi?

Mêrik dibêje:

-Dibe ku ez bibim Welî.

Kalemêr dibêje:

-Bi dû re?

Mêrik difikire û dibêje:

-Dibe ku ez bibim Wezîr.

Kalemêr bi israr dibêje:

-Bi şûn de, bi şûn de?

Mêrik xwe bêtir dipinpixîne û dibêje:

-Bi ihtîmalekê mezin ez ê bibim Serokwezîr.

Kalemêr dîsa dibêje:

-Piştre, piştre tu yê bibî çi?

Mêrik difikire ku êdî ji mertebeya serokwezirtiyê tunene, sitûyê xwe ditewîne û dibêje.

-Hîîîç!

Evcar kalemêr xwe qure dike û dibêje:

-Mêrik ma tu çima ewqas xwe li ser min qure dikî? Ji xwe ez ji niha ve di mertebeya, te yê ku tu yê bi salan bixebitî û xwe bigihêjînê mertebaya hîç ê de me…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev