Kerkuk: krîz û delîve

Kerkuk: krîz û delîve

Suleiman Sulevanî

Pêşî bêyî pêşekî çend xalên girin:

  • Bi çi awayî şerê navxweyî neyê kirin, şukur heya nuha ew nebûye digel hebûna şerfiroşan.
  • Encama Referandumê bibe bingeha her danustendinekê digel Bexda. Ew belge, mandat û rewayê dide kurdan û wan bihêz dike ji aliyê moralî û qanunî ve.
  • Danustendin bêyî aliyekê navnetewî neyê kirin.
  • Alîkariya hêzên navxweyî û piştivaniya berxwedana pêşmergeyên Kurdistan û venekêşana wan ji deverên Kurdistanî. Aramiya li Kurdistan têkbiçe her kes li zererê ye.
  • Margînalîzekirina kurdên xayîn, bi çi awayî ew nikarin bibin beşek di prosesa pêşeroja Kurdistanê de.
  • Di nav YNK de aliyê Kusret Resul, Necmeddîn Kerîm, Mela Bextiyar, Qubad Talebanä û niştimanperwerên din bête piştivanî kirin û bihêzkirin. Kes keysê nebîne ku YNK lawaz bike û rewşa wê ya tevlîhev xirabtir neke belku bibe alîkar bo vegera ser xeta niştimanî.
  • Piştgirîya PDK û birêz Mesud barzanî bi her awayî bê kirin lê gereke ew giraniyê bidin Kurdistanbûnê û dev ji partiyatiyê, pîrozkirina kesan û bijî bijîya kes û serokan; berdin. Rê nedin kesên şelav, durû û berjewendîperest. Ev kesên han tenê dikarin zererê bidin birêz Mesud Barzanî û di encam de zererê bidin kurd û Kurdistanê.
  • Di hemû xwepêşandin û aktivitetên ji bo Kurdistan tenê ala Kurdistanê hebe,slogan tenê jibo kurd û Kurdistanê be. Bê wêneyên serokan û alayên partiyan.
  • Rêya intelektuelan bê dan da ku ew rola xwe ya rast bilîzin, rexneyên xwe û pêşniyarên xwe bikin. Milletê intelektuelên wî nebe milletekê mirî ye û yek ji sedemên serneketina kurdan piştguh kirin û margînalizekirina çîna intelektuelan e.
  • Di Kurdistana pêşerojê de desturekê sekuler bê nivêsîn ku maf û ergên hemû hevwelatîyan weke hev bin bêyî cudahiya ol û netewe. Dîn ji dewletê bê cudakirin, mafê jinê têde hebe, çar jinî nebe, mîrata keç û kuran weke hev be, jinanîn ji 18 kêmtir nebe û hwd. Ev giring e bo pêşveîûna me û li derve jî wê olaneke baş bide. Helbet destur karê pisporan e.
  • Kurdistan di krîzekê de derbas dibe, rewş nazik û dijware lê hêvî jî heye. Rast e kurdan şikestineke mezin xwar li Kerkukê lê hêşte heval û piştgirên kurd hene û ew li berxwe didin û di hewldanan in bo Kurdistan. Yekrêzî û berxwedana me giring e, bêyî wê kes nikare alîkariya me bike.
  • Endamên partiyan bên agahdar kirin ku gotinên bêxêr û seqet nebêjin dostên kurdan jiber ku ti fêdeya wê nîne. Mirov dikane rexne li wan bike, gazinan ji wan bike lê gotinên kirêt ne li cih e û tenê zerera wê heye.

Prof David Romano dinivêse:” Bûyerên vê heftiyê gelek zehmet bûn ne tenê bo kurdên li Îraqê belku bo hemû heval û piştgirên wan li derveyî welat jî. Gelek ji wan piştgirên li derve, lobî bo kurdan dikir, argument pêşkêş dikir û bi salan dinivêsîn ser doza kurdî ya rewa û legetim, pirî caran bêbedel, tenê jiber ku ew tiştê rast bû bê kirin”. Erê, bûyerên kerkukê û xiyaneta beşekê karîger ji YNK, kurd xiste şokê, bêhêvîyê û ya herî giring jî xewna kurdî berba kir û xiste metirsiyê û kurd û hevalên wan şermizar kirin ber çavên cihan.

Teslîmkirina Kerkukê bi lihevhatineke bi dizî navbera binemala Talebanî ( bêyî Qubad) û Heşdî Şeibî slaş Îran û Qasim Soleimanî, derbeke aşkere û giran bû dij kurd. Hêzên Îraqî bi serperiştîya Îranê ketin dilê Kurdistanê kerkuk 16.10/2017 seet 02.35 û seet 07,50 eynê rojê tewaw bû anku piştî çend seetan ew bajarê mezin ket destê îraqê. Çend kesên xwepexş û hine pêşmergeyên bixîret û hinekên din yên ne agahdar ji birayara lihevhatinê û vekeşînê; liberxwedan û mixabin şehîd ketin û bûn qurbanê xiyanetê.

Îro pêwistîya Kurdistan ji her rojê pitir e ku nekeve xefa birakujiyê û teleyên dagirkeran. Raste, kurd şerê sê dewletan Îraq, Îran û Turkiye dike û ya herî xirab û dijwar jî tabûrê pêncan e, kurdên bi dagirkeran ve girêdayî. Dijmin dijmin e, mirov wan nas dike û xebatê dij wan dike lê dijminê ji hundur veşartîye, nenase û ew ji nîşkave kêra xwe li pişt dide. Pir zehmete tu daxwaza harîkariyê bikî dema dijminê te ji malê be.

Di heman gotarê de David Romano dinivêse;”Eger serokên pêşmergeyan rê nedin pêşmergeyan liberxwe bidin bo rojekê û berevaniya Kurdistanê bikin, çawa kesên din dikarin bên hawara Kurdistanê? Çawa senator û kongresmanên amrîkî mîna John McCain, Chuck Hagel û Marco Rubio wextê wan hebe da hukumeta amrîkî mobilize bikin? Çawa ewropî yan yên din dikarin rêyekê bibînin da alîkariyê di wextê xwe de bikin, dema destur tê dayîn bo artêşa îraqî û mîlîşyanên îranî-îraqî bikevin hundurê kerkukê û deverên din yên nakok? Eger kurdên li Îraqê nikarin li berxwe bidin wek yekdeng her nebe bo carekê, kes nikare li pişta bisekine”. Her ser vê mijarê balyozê Amerika yê berê Zelmayî Xelîlzade dibêje ger kurdan li kerkukê liberxwe dabaye, Amerika bêgav dima mudaxele bike.

Mirov nikane gazindan ji ti kesî bike ger kurd bi xwe xiyanetê li xwe bikin. Ne gunehê Amerika ye, ne yê Îsrael e, ne yê Ewropa ye û ne yê ti dewleteke din e. Teslîmkirina Kerkukê bi wî awayî rezîl lobîyê kurdî û biyanî jî şermizar kir. Hine kurd ji bêntengîya xwe, piştgirên doh gunehbar dikin ku çima ew nehatin û kurd ne parastin. Û gotinên xirab dij wan bikar tînin ku bi dîtina şaş e. Her ew Rojava ye ku eve 27 sal e başurê Kurdistanê diparêze. Bi baweriya min her tişt rast birêve diçû, Referandum çêbû bê problem bi encameke gelek baş %,92.73 û her tişt xweş û bi coş derbas bû, doza kurdî êdî bibû pirseke navnetewî heya ji nişka ve, şikestina li Kerkukê hate pêş û tişt guherîn.

Pêwistîya Kurdistan û başur ji her rojekê pitir bi birêz Mesud Barzanî heye û pêwistîya wî jî bi harîkariya her kurdekê rast û durust heye. Rewş dijwar û yekcar nazik e bo giş kurdan. Dorandina Barzanî û têkçûna wî; dorandina Kurdistanê ye.

Biryara Referandumê biryareke rast bû û di dîroka kurdan de, ew peleke zêrîn e. Destpêşxer û serkêşîya wê gava mezin û şaristanî digere bo PDK û Mesud Barzanî. Bi dîtina min hewlên partî û birêz Mesud Barzanî bo dewleta kurdî rast, jidil û ciddî bûn û kurdan gavên yekcar mezin avêtin di wê hêlê de lê çend mixabin hin derdor û xêrnexwazên kurdan dixwazin berevajiya rastiyan bêjin û sedema xiyaneta xwe digerînin bo Referandumê.

Beşek ji YNK, Goran û Komela Îslamî şev û roj dij hukumeta başur, partî, mala Barzaniyan û birêz Mesud Barzanî diaxivtin, hêreş dikirin, karê propaganda nizim û reşkirinê dikirin û gelek caran bêrêzî û bêedebi dikirin ku çi peywendiya wan, ne bi rexnekirinê heye û ne bi kurdbûnê. Van rojan piştî teslîmkirina Kerkukê û xwe avêtina paxila ereb û îraniyan; wan kesan hêreşên xwe û bêedebîya xwe zêdekirin. Zimanekê gemar û siyaseteke qirêj û antîkurd bikar tînin. Ew kurdaytiyê dikin qurbana dijminatiya mala Barzanî.

Helbet ez heta dawî digel rexneyên objektiv im, rexneyên avakirinê û konstrktiv. Lê gereke dema wan rexneyan hebe, şêwe, form û zimanê wê rexneyêrast be, ger NA, ew wî demî dibe rexneyeke helwêşkar, destruktiv û malwêran. Dibêjin demokrasî nîne lê demokrasiya li Kurdistan heye digel kêmasiyên xwe bi qatan ji demokrasiya hemû dewletên herêmê zêdetir e, dibêjin gendelî heye keçî gendeliya li Iraqê bi 15 qatan zêdetir e, dibêjin aramî nîne keçî aramî û hêminiya li Kurdistan heye ji hemû dewletên cîran zêdetir e. Kurdno, hinek wijdan hebe!

Roj bi roj hêreş û gefên dewleta îraqê ser kurdan zêde dibin.Medya ereb û bi taybetî ya îraqê mijara wan ya sereke Referandum û serxwebûna Kurdistan e. Jixwe ew navê serxwebûn jî nabêjin belku gotina CUDABÛN bikar tînin. Û piştî ketina Kerkukê, ereb û medya îraqê kete haleteke ekstaz û helwesînê, bi “serkevtina” xwe serxweşbûne.

Medya erebî xwedî li berjewendiyên xwe derkeve, normal e û mirov têdigehe lê ya ku mirov tênagehe medya ser navê kurdan tê jimartin weke NRT, KNN û Kurdsat û malperên bi wan ve girêdayî ewqas dijminatiya referandum û serxwebûna Kurdistanê dikin. Dengê opozisyon baş e lê ew wê nakin belku ew bi ajendayeke veşartî, propaganda antî kurd dike, ew antî PDK ye, antî Barzanî ye, pro ereb e, pro îraqî ye. Ti problem nine ger ew rexneyan li PDK û Barzanî bikin, jixwe rexne mafekê normal e, beşeke ji karê wan û gereke bê kirin, ti kesekî pîroz nine lê gereke ew bi rastî rexne bin ne weke tabûrê pêncan jiderve destê dijmin be li hundur. Ev ne nedikeve xana demokrasiyê û ne jî mafê bîr û baweriyê belku teşhîr û berelayiyê.

Çare bo aloziyan tenê YEKRÊZIYA kurdan e û ew dibe ger kurd jidil bixwazin. Referanduma başûrê Kurdistan ew yeke berçav kir û nimuneyeke sivîl û şaristanî nîşanî cihan da ku kurd digel hemû kêmasiyan, ew li herêma Rojhelata Navîn nimûne ne bo demokrasiyê, wekheviyê, azadiyê, pêkvejiyanê, sekularizmê û hwd. Bi gotineke din jibilî dewlemindiya Kurdistan bi sererd û binerdên xwe, ew dewlemend e bi mirovên xwe, bi têgehiştina xwe û ew bi xisletên xwe gelek nêzikê nerxên ROJAVAYÎ ne.

Lê heya ew tabûrê pêncan hebe li Kurdistan, YEKITIYA kurdan çênabe. Kurd ti caran ewqas nêzikê serxwebûn û dewleta xwe nebûye. Dagirkerên Kurdistan jî gehiştine wê baweriyê ku karwanê serxwebûnê di rê de ye û pir nêzik bûye û ew êdî nikarin bi şer û jenosîdan mîna berê rê li ber jidaybûna wê dewletê bigrin û loma wan hemû hêza xwe avêt dijminê hundur, tabûrê pênc, ew hêvîya wan ya dawî ye û mixabin heya radeyeke mezin ew bi serketin jî.

Di dawiyê de dixwazim bêjim ku krîz (crises) yan jî qeyran bi zimanê çînî (sînî) ji du gotinan tê, XETER û DELÎVE. Dagirker û nehezên Kurdistanê dixwazin kurdan bêxin bin xeterê û xewna wan bi welatekê serbixwe ji holê rakin lê kurd jîr bin, dikarin vê krîzê biguhurin û bikin delîve bo rojeke xweştir û geştir. Jixwe êdî mirov nabîne kurd bikarin digel ereban bijî û weke camêrekî nivêsibû piştî ewqas bêrêzî û kuştinan:” sê bi sê me Iraq berdaye (telaqdaye)!”. Rojên krîtîk lê pir bi hêvî li pêş in!

Riataza

Derheqa nivîskar da

Suleiman Sulevanî

Suleiman Sulevanî ji Başûrê Kurdistanê, bajarê Mûsilê ji dayîk bûye. M.Sc di arkitektur/mimarî da heye. Di gelek kovar û malperên kurdî da nivîsîye, wek Nudem, Avaşîn, Avesta, Diyarname, herwiha weke kolumnist di Netkurdê da demekê nivîsîye. Niha li Swed dijî.

Qeydên dişibine hev