Stêrkeke welatparêzîyê – Îhsan Aksoy ji nav me bar kir

Stêrkeke welatparêzîyê – Îhsan Aksoy ji nav me bar kir

Têmûrê Xelîl

Carina ne hewce ye zaneyek an xunedarek dersên taybet bide te, ji te ra bibe mamosta, ku tu fêrî tiştekî bibî. Têr dike, ku tu her ro li rex wî zaneyî bî, xeberdana wî, hereketên wî, karên wî ji te ra dibin ders. Lê dema ew zane di ser da jî hevalê te ye, şansê te heye, ku tu bibî wek wî.

Şansê min hebû ez Îhsan Aksoy ji salên 1970î nas bikim, em bûn hevalên hev, me sînorên hevaltîyê jî derbaz kir, em bûne wek bira, lê şansê min tunebû ez bibim wek wî: ne di hêla zanebûnan da, ne di hêla nivîskarîyê da, ne jî di hêla welatparêzîyê da.

Îhsan Aksoy ji wan kesan bû, ku min bi salan jî ew nedîta, min her ro bêrîya wî dikir. Ew bêrîkirin wisa dikir, ku ez bêy ku sebebek hebe, radibûm, diçûm mala wî a li Darmstadta Almanîyayê û bi rojan dimam. Carekê ew bû mêvanê min li bajarê Rewanê. Got du daxwezên min hene: yek em têr li gundên kurdan bigerin, yek jî em çend nivîskarên ermenî yên navdar bibînin, ji ber ku ez pirtûkekê ser keçeke ermenî dinivîsim, ez dixwezim ruhê ermenîyan ji nêzîk va nas bikim.

Min herdu daxwezên wî jî pêk anî, me çend nivîskarên ermenî dîtin, herwiha yê di wan deman da herî binavûdeng Sêro Xanzadyan jî. Sêro piştî sohbeta dûr û dirêj bi wî ra ewqas ji Îhsan, nûr-nedera wî, zanebûnên wî, henekên wî hez kir, ku ez û Îhsan ezimandin mala xwe û gotina sereke di mala wî da ku di serê min da ma, ev bû: -“Di nav miletekî da ku yekî wek Îhsan Aksoy hebe, ew milet bira serbilind li cihanê bigere”.

Bûyerek li gundê Elegezê jî qewimî. Dema gundî guh dane xeberdana wî û min got Îhsan ji Kurdistana Bakur e, ji Serhedê ye, di ser da jî wek gelek gundîyên Elegezê ew jî ji Eşîreta Sîpikîyan e, xeberdana wî ewqas nêzîkî xeberdana gundîyan bû, ku pîrekê hema di ber xwe da bona min got: -Lêlê, heta niha vî xortî derew ne dikirin, va wî jî destpê kirîye… Ev camêr ji van gundên dor û berê me ye, îcar ji me ra dibêje ji Kurdistana Bakur e!

Îhsan dema behsa karê xwe yê sîyasî di nav refên “Riya Azadî” da, nivîskarîya xwe, berpirsyarîya xwe ya rojnameya “Gazîya Welat” dikir, weke ku ew hemû kar jê ra dermanê dilan bû, lema dikir. Dema behsa girtina xwe û zêrandinên di hebisa Diyarbekirê da dikir, weke ku li ser nezanî û xişîmîya desthilatdarîya tirkan dikenîya, ku bo çi zarokên me hebis dike û heqê miletekî dixwe.

Îhsanê me 24ê çirîya pêşin sala 2017an serê xwe danî ax û berên sar, xatirê xwe ji me xwest, lê ez xatirê xwe jê naxwezim, ji ber ku ew bo min herdem zindî ye.

Bira serê helala wî – Suheyla xanimê, kurê wî Rabûn, hemû hezkirîyên wî û hemû lêpirsyaran xweş be.

Min her ro bêrîya Îhsan dikir, ez niha jî bêrîya wî dikim û ezê herdem bêrîya wî bikim, ji ber ku ez ji bêrîkirina wî lezetê dibînim…

 

Di wêne da: ez û Îhsan Aksoy li Moskvayê, sal 1992.

 

Desteya rêvebir ya malpera RIATAZA serxweşîyê dide hezkirîyên Îhsan Aksoy û dibêje bira serê tevaya gelê kurd xweş be, ji ber ku ew lawê tevaya gelê me bû.

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev