64 salîya berpirsyarê sereke yê malpera me Yûrayê Şamil Nebîêv pîroz be!

64 salîya berpirsyarê sereke yê malpera me Yûrayê Şamil Nebîêv pîroz be!

Yûrayê Şamilê hezkirî! Em rojbûna We pîroz dikin! Ji we ra saxlemîyê, cansaxîyê, pêşbînîyê, pêkanîna îdêya û xeyalên We dixwezin, bira herdem ken li ser lêvên We be, herdem rojên xweş bibînin û bi bûyerên qenc va bextewar bin!

Kolêktîva xebatkarên Riataza

 

Yûrayê Şamil Nebîêv 26ê çirîya pêşin sala 1953an li bajarê Tbîlîsîyê ji diya xwe bûye. Sala 1975an fakûlteya fîzîkayê ya Zanîngeha Tbîlîsîyêye Dewletê ya ser navê Îvanê Cavaxîşvîlî temam kirîye.

 

Kar û barên heta îro kirî:

Sedirê Şêwra alîyê xebata bi gencên kurd yên Gurcistanê ra; serekê rêxistina kurdan ya “Ronahî” (Gurcistanê); di destpêka salên 1980î yên sedsala buhurî yek ji înîsîatorên sazkirina Şanoya kurdî ya Gelêrî bû li Gurcistanê, herwiha di gelek dilqên wê da wek artîst lîstîye; cîgirê serekê karxaneya Yekîtîya Zanyarî-Deranînê ya bi navê “MÎON” ya Wezîreta senaya radîotêknîkayê ya YKSS, cîgirê serwêrê dibistana navîn (li bajarê Tbîlîsîyê); karmendê Înstîtûya fîzîkayê ya Akadêmîya Zanyarî ya KSS Gurcistanê; karmendê Înstîtûya amadekirina kadroyan (li bajarê Moskvayê); berpirsyarê sereke yê malpera Kurdistan.ru.

Di nîveka salên 90î da bûye cîgirê sedirê Kongreya rêxistinên miletîyê li Rûsîyayê, herwiha serokê Yekîtîya kurdan li Hevalbendîya Dewletên Serbixwe, ji sala 2013an Serekê Rêxistina hevkarîyê û hevrakarkirinê bi gelê kurd ra, berpirsyarê sereke yê malpera înformasyon derheqa kurdan û Kurdistanê da Riataza.com. Bi van karan ra tevayî karê tucarîyê û civakî yê aktîv dike (li Moskvayê).

Zewicîye, du kurên di kar da serketî perwerde kirîye.

Desteya Rêvebir ya malpera Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev