Ronakbîrên kurd bo wefata Îhsan Aksoy xemgîn in

Ronakbîrên kurd bo wefata Îhsan Aksoy xemgîn in

Haluk Öztürk, nivîskar/sîyasetmedar

Min vê sibê xebera reş bihîst ku kekê hêja, rewşenbîrê hezkirî, evîndarê azadîya Kurdistanê ÎHSAN AKSOY li welatê xerîb çavên xwe li jîyanê girtîye, ji nav me barkirîye, çûye ser dilovanîyê!
Gelek xemgîn im. Sed korayî!
Bila cîyê Te ronî be kekê Îhsan! Tê her wext di dilê me da bijî.
Bila serê hezkirîyên Kekê Îhsan, malbata AKSOY û gelê Kurdistanê sax be.

Nikarım hestên xwe rave bikim, ku layîqî Îhsan Aksoy be.
Welatparêzekî Kurdan ê rengîn û biriqî; bi hestên mirovî û dilovanî yên nerm, li hember mirovan dilekî germ, di dan û standina civakî da rûken, bi henek û laqirdî, di bawerî û hezkirina gel û welat da welatparêzekî xas, li dijî sextekar û peyayên dijmin bi hêrs û bêtirs bû. Wî “ka ez jî bi qasî ji min tê li dîwarê li ber asîmilasyonê û helandina kultura kurdan ya qedîm du keviran bidim ser hev’” got û bi qasî ku jê hat kir.

Malî ava kekê delal, Îhsan Aksoy!

 

Bayram Ayaz, sîyasetmedar

Em li Dusseldorfê bûn, bo çalakiya pêşiya konsulxaneya Amerîkayê.
Nîvro dora saet yekê hevalekî me Kasim hat cem min, devê xwe xist gohê min û ji min pirsî:
– Te bihîstibû, kekê Ihsan, Ihsan Aksoy miriye!
Ez xemgîn bûm! Min got na, min nebihîstiye. Min pirsî: Kengî rahmet kiriye, te kengî bihîst?
Wî got: Kekê Sertac di Twitterê de nivîsiye.
Demê me li medya civakî mêze kir, me dît ku facebook û twitter bi vê xeberê tije bûye.
Belê mixabin, İhsan Abê jî xatirê xwe ji vê dinya fanî xwest.
Min İhsan Abê sala 1976 meha hazîranê, berî 41 salan nas kir. Du salan me bi hevra li nav refên „Özgürlük yolu”yê xebat û xizmeta “dozê” kir. Piştre siyasetê em ji hevdu dûr xist. Destpêka salên 9O’î me vê care li Almanya hevdu dît. Sala 2004 riya wî ya Turkiyeyê vebû, êdî piranî li Turkiyeyê dima. Sala 2008 min jî riya xwe vekir ku ez jî buharê çûm Turkiyeyê. Li Ankarayê me hevdu dît. Ji Ankarayê jî em bi hevra çûn Mersînê. Em li wê derê jî du rojan bi hevdu re man. Sala 2011 jiber nexweşiya xwe vegeriya Almanya, bajarê Darmstadtê. Nexweşiya wî careka din lê vegeriya bû, wî zêde diêşand. Mixabin şerê wî yê bi nexweşiya wî re heta îro domand û îro dana sibehê xatir ji me û ji êşa xwe xwest.
Ez naxwazim li vê derê bahsa kesayetiya wî û xizmetên wî bi dûr û dirêj bikim. Bi kurt û kurmancî ew kedkarekî doza Kurd û Kurdistanê bû, ji demê nîva salên şêstî virde di nav tevgera millî ya bakurê welat de wek kesayetekî pêşeng xizmeta xwe hertim domand heta roja dawî.
Hefs û zindan û mihacirî, rojên xweş, ên ne xweş hemî bûne para İhsan Abê jî.
Li pêş ruhê te, xebat û xizmet û rûmeta te, bi rêz û hurmet bejna xwe ditewînim û dibêjim cîhê te jî seda sed li nav qora mûnewerên doza Kurdistanê ye.
Xususiyetekî İhsan Abê hebû, wî ji hemî mirovan cûda dikir: Ew mirovekî zêde henekan hez dikir û xweş jî henekan dikir. Nuktedaniya wî navdar e. Di halê kelegiriyê de jî dikarî bi henekekî mirov ji xemginiyê dûr bixe û bide kenîn. Ev yek nabe qismetê her kesî.
Ew nivîskar bû, ajitator bû, ku bi serê wî biketa rêkxistiniyekî baş bû û eger bi serê wî neketiya û moralê wî ne di cîh de bûya, ji nîşka ve winda dibû. Piştî demekî İhsan Abê li bajarekî din, derdikete meydanê. Ji nivîsandinê û weşangeriyê hez dikir.
Sala 1977 demê hilbijartina Şaredariya Diyarbekirê ku kekê Mehdî Zana namzetê serbixwe bû, ew jî hat Amedê ku alîkar be. Gelekî xizmeta wî çêbû.
Miletê Kurd wefakar e û dê xizmetê İhsan Abê jî jibîr neke!

OXİR BE İHSANÊ BIRA!

 

Fettah Timar, sîyasetmedar
Çewa ku di nava cıvata kurdan da dibêjin, rûyê mirinê sar e, belê wî rûyê sar xwe dîsa nîşan da. Welatperwerekî dilsoz, şervanekî azadiyê yê bê westa, cîvatnasekî zana yê devken xatir ji me hemûyan xwest. Belê İhsan Aksoy hê di salên hefêyî da bi riya kovara Riya Azadî va xwe me dabû nasîn. Ked û emegê Ihsan Aksoy di hişyarbûna keç û xortên kurd da cîhekî giring dıgire. Ji wan salên 70î vir da navê wî di tekoşîna rizgariya Kurd û Kurdıstan da tim û tim lı ser zar û zimanan bû.
Ez lı ser navê endam û alîgirên HAK-PAR Ewropa sersaxiya tevaya malbata Aksoy, heval û hogirên wî, her usa hizkirîyên wî dixwazim. Serê me hemûyan sax be, rehma Xwadê Kekê me Ihsan Aksoy be. Ji kerema xwe xemgînîya me qebûl bikin.

Lı ser navê Komela Piştgirîya HAK-PARê ya Ewropayê 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev