Pirsa we û bersîva me – 54

Pirsa we û bersîva me – 54

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane ew herdu pirs li berpirsyarê malperê Têmûrê Xelîl kir. Têmûrê Xelîl jî bersîvên ha dîtin.

Pirsên Nura Şane û bersîvên Têmûrê Xelîl

 

Pirs 1: -Tu li Ermenîstanê mayî, lema bi ermenî zanî. Bo çi tirkên ku li Kurdistana Bakur dimînin bi kurdî fêr nebûn?

 

Bersîv 1: Ezê bersîva pirsa te bi pirsê bidim:

-Wê ji kê fêr bûna?

 

 

Pirs -2: Min ev nifira kurdî di pirtûka nivîskar Xelîlê Çaçan da xwend: “Belkî panîyên te di vir da bên!”.

-Gelo ew nifir tê çi maneyê?

 

Bersîv -2: -Dema kesek li meydana şêr tê kuştin an jî bi sebebeke din dimire û meytê wî datînin ser çardarê û tînine mal, meyt ji alîyê lingan va dikine malê, ne ji alîyê sêrî va. 

Ango, dema meyt ji dêrî ra derbaz dikin, pêşî panîyên mirî xuya dikin. Yanî, bi wê nifirê kesek mirina kesekî/ê dixweze.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev