Psîkolojiya Bindestiyê ya Kurdan

Psîkolojiya Bindestiyê ya Kurdan

Ali Gurdilî 

Psîkolojiya bindestiyê, wiha dike ku Kurd hevdu tolere nakin. Li hemberî hevdu bêrehm û êrîşkar in. Di derbekî de, yek li ber çavê me dibe miroveke pîroz û dîsa di derbekî de em wî (wê) dikin yeke beradayî û tolaz. Rêz û rêzdarî jî, kêm tê dîtin.

Pirî caran, ez rastê nivîsên wiha têm ku rastî jî dilê min bi wan nivîsan diêşe (dimîne). Her kes xwe her tişt dihesibîne: nivîskar e, xwendevan e, rexnegir e, pispor e û wekî ku navenda her tiştî be, wisa bi quretî tevdigere.

Helwesteke bi vî rengî, ne zanyarî ye, ehmeqî bi xwe ye. Nabe ku em hemû mirovan, li gor zanîna xwe binirxînin. Hemû kes, xwediyê wesfên cuda ne û divê em wan wisa jî qebûl bikin.

Helbet wê rexne hebin, herçuqas kevneşopîyek di vî warî de tunebe jî. Lê biçûkdîtin û rûreşkirina mirovan û bi helwesteke siyasî neyartiya wan, ne karê mirovên têgihîştî ye. Yek ji sedemên girîng ya ji reva Zimanê Kurdî ev rewş e mixabin.

Beriya her tiştî, heke di civakekê de mirovên azad ku weke şexs xwediyê helwesteke xweser in tunebin, tiştên din beredayî ne. Pisporî jî, rexnegirî jî, edebiyatzanî û rêzimanzanî jî.

Ji malpera Felsefevan

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev