Henek û pêkenokên kurdî -2

Henek û pêkenokên kurdî -2

Me berî çendekê henek-pêkenokên vê xwendevana malpera me çap kiribûn û ew li xwendevanên me pir xweş hatibûn. Ji ber ku him bi zimanê me ne, him yên gelê me ne, him ji jîyana me ne, him jî weke dibistanekê ne, ku kal û bavê me tîne bîra me.

Me berî demekê çend henek-pêkenokên Yasemîn xanimê çap kiribûn, îro yên nû çap dikin, bi hêvîya ku ev jî bi dilê we bin.

 

Yasemîn Elban

YÊ MIN JÎ MAKA WÊ BÛ

Xortekî feqîr û fiqare dike û nake nikare debara xwe ya rojane pêk bîne. Rojekê diya wî jê re dibêje:

-Kurê min, here li dergeha Şêx. Jê daxwaz bike, dibe ku ew alîkariya te bike.

Kurik, yeka diya xwe nake didu, radibe diçe dergeha Şêx, derdikeve pêş û hal hewalê xwe jê re vedibêje. Şêx hinekî difikire, li xulamê xwe vedigere û dibêje:

-Kuro, herin ji tewlê, wê cehşikê hildin bînin bidine vî xortî.

Kurik şa dibe, spasiya xwe dike, serê cehşikê digire û diçe. Ji wê rojê şûnde, her roj sibê zû radibe, cehşika xwe digire diçe tewlê, barekî dar dicivîne, li cehşa xwe bar dike, dibe li sûkê difroşe û pê pêdiviyên malê distîne.

Çendek weha didome. Rojekê dîsa kurik darê xwe li cehşikê bar dike, bi rê dikevin û diçin. Di rê de ji nişkeva derdek digihêje cahşikê û dimire. Kurik pir li ber dikeve, dike qêrin, dike hewar, digirî, lê fayde nake. Ew jî radibe erdê dikole û cehşikê çal dike, ji bo ku ajalên dir laşê wî nexwin, çiqas ax û xweliyên der dor hene tev kom dike û diavêje li ser çala wê.

Bi dû re difikire, ka dê ji vir şûnde çawa debara xwe pêk bîne. Dîsa girîna wî tê û xwe diavêje li ser çala cehşikê, çiqas sewta wî heye digrî, dinale û ji Xwedê nîyaz dike ku wî ji halê feqirtiyê xelas bike. Di wê navberê de karwanek di wir re derbaz dibe, dibînin ku xortekî xwe avêtiye li ser gorekê û dua dike, serkarwan dibêje:

-Hebe û tûnebe ev gora kesekî mezin e. Werin em jî biçin li ser dua bikin.

Tev bi hev re diçin li ser gorê, çi daxwazên di dilê wan de heyî, ji Xweda dixwezin û bi dûv re destê xwe diavêjine berîka xwe, çi ji dilê wan hatî pere diavêjine ser. Hêj ew karwan neçûyî, karveneke din jî di wir derbaz dibe û ew jî tên heman tiştê dikin û her weha li ser qet ziyaretwan ber hev naqetin û xelas nabin

Xortê gonî dêna xwe didê ku gel wê gorê wek zîyaret dihesibînin û gelek pere diavêjine ser. Ew jî gazî çend hosteyan dike û ziyaretxaneke mezin dide çêkirin. Di demekê kurt de nav û dengê wî li der û dor belav dibe û heya diçe guhê ew şêxê ku cehhşik dabûyê. Ji şêx re dibe meraq ka gelo ew şêxê ku ewqas nav û dengê wî ji yê wî mezintir bûye kî ye?

Rojekê bi çend dewrêşan re diçin ziyaretiya wî. Gava diçin, şêx dibîne ku ew xortê cehşik dabûyê ew xort e. Piştê hinek sohbet, îzet û îkraman şêx devê xwe dibe li ber guhê wî û hêdîka dibêje:

-Kuro heya par jî tu di nav tunetiyê de bûyî, min xêra xwe cehşek dabû te. Te çi kir ku tu weha ser bi ketî?

Kurik bi dengekî nizim lê vedigerîne û dibêje:

-Şêxê min, ez çi ji te veşêrim, çi Xwedê, ev gor, gora cehşika te ye. Rojekê cehşik ji nişkave ket mir, min ew çal kir û dawiya wê jî vaye tu bi xwe dibînî.

Şêx berken dibe û dibêje:

-Kuro yê min jî maka wê ye…!

 

ZAROK Û MAROK

Mêrê malê danê êvarê ji karê xwe vedigere tê mal. Dêna xwe didê ku bermaliya wî bêkêf e.

Lê vedigere û dibêje:

-Jinik çi bûye, tu çima îro ewqas bêhinteng î?

Jinik lê vedigerîne û dibêje:

-Mêrik, ez îro pir westiya me bo wê ye.

Mêrik dilê xwe pê dişewitîne û dibêje:

-Ax… Mala minê, te çi kiriye îro ku tu ewqas westiya yî?

Jinik dibêje:

-Mêrik, ez serê sibê rabûm, min nivîn û mivînan rakir, bi dûv re serê zarok û marokan şûştin, firaq û miraqan şûştin, derber û merberan mişt, xwarin û marin peht. Ma êdî ez ê çi bikim? Mêrik, divê car caran tu jî alikariya min bikî. Ez pir diwestim!

Mêrik lê vedigerîne û dibêje:

-Baş e jinik ser çavan, ma ez ê alîkariya te nekim ez ê alîkariya kê bikim? Sibe şûnde em ê karê malê nîve nîv bikin. Nîvî tu bike, nîva din jî ez ê bikim.

Kêfa jinikê tê cî, li mêrê xwe vedigere û dibêje:

-Wey rehmet li mirîyên te bin. Mêrik, gelo tu yê kijan karan bikî?

Mêrik dibişire û dibêje:

-Jinik, tu serê zarokan bişo, ez ê merê wan bişom, tu firaqan bişo, ez ê miraqan bişom, tu derberan bimale û merberan bimalim, tu nivînan rake û ezê mivînan rakim, tu xwarinan bipêje ez ê marinan bipêjim. Vaye nîva karê te çû, êdî aram be…

 

CÎ NEMA
Rojekê Heso û Beso li kolanên Londonê digerin. Nişkeva Heso li Beso vedigere û dibêje:
-Kuro, Heso were em îro biçine sînemayê em binêrin ka sînemayên wan çawa ne.
Heso dibêje:
-Baş e, de were em herin
Bi rê dikevin û diçin. Gava digihîjin li ber derê sînemayê dêna xwe didinê ku ki ser deriya sinemayê “Cînema” dinîvîse. Heso serê xwe dihejîne û dibêje:
-Kuro em di rûyê te de derengî ketin, vaye cî nema ye.

Formun Üstü

 

KURD Û ECEM

Kurdek û Ecemek dibin destebirayên hev. Rojekê yê Ecem hevalê xwe yê Kurd vedixwîne mala xwe. Piştê sohbeteke xweş kebaniya malê sîniyek tijî xwarin datîne li ber wan. Gava ku dest bi xwarinê dikin, yê Kurd li hevalê xwe vedigere û dibêje:
-Bavê te çawa mir?
Ecem dibêje:
Kurd hey xwarina xwe dixwe û hey jî dipirse ka bavê wî kengî û çawa miriye.
Yê Ecem dest bi hal û hewalê nexweşiya bavê xwe dike ku çend caran birine ser bijîşk û çawa li nexweşxaneyê razandine, bi dû re anîne mal, cardin dîsa birine nexweşxaneyê razandine û heya ku bavê wî dimire ji hevalê xwe re vedibêje. Piştê ku axaftina wî diqede, bala xwe didê ku qet xwarin li ser sîniyê nemane. Hevalê wî xwarinan tev xwariye û xelas kiriye.
Ecem xwe bi xwe dibêje:
-Tu bise ez ê heyfa xwe hildim!
Elem dike qulem dike bi ewayekê, xwe vedixwîne mala hevalê xwe. Wê derê jî xwarin tê li ber wan û gava dest xwarin xwarinê dikin, yê Ecem li yê kurd vedigere û dibêje:
-Bavê te çawa mir?
Yê Kurd bi yek carê dibêje:
-Bavê min hema ket û mir…

 

KERBÛN

Mêrikekî kal dibêje qey guhê jina wî giran bûye û êdî baş nabihîze. Xwe bi xwe difikire û dibêje: ”Dibe ku pêdiviya jina min bi cîhaza bihîstinê hebe.” Li bijîşkê xwe digere, hal û hewalê jina xwe jê re dibêje. Bijîşk metodekê hêsan pêşniyar dike û dê bi wê rêbazê, pê bizanin ka gelo guhê jina wî çiqasî kerr bûye. Bijîşk jê re weha dibêje:

-Çil gav xwe ji jina xwe dûr bike, bi toneke normal tiştekê bêje. Eger ku nebihîze, deh gav bi ber ve here û heman tiştê dîsa bêjê, eger ku nebihîze, dîsa deh gav bi ber ve here û dîsa heman tiştê bêjê, heya ku ew bersiva te bide tu hey xwe nêzik bike û hey gotina xwe dubare bike.

Mêrik ew roj diçe mal, dêna xwe didê ku jina wî li pêjgehê amadekariya şîvê dike. Wê gavê mêrik rêbaza ku bijîşk jê re gotibû pêk tîne. Xwe ji jina xwe çil gav dûr dike û bi dengekî normal dibêje:

-Jinik, te ji bo şîvê kijan xwarin pehtiye?

Jinik bersîv nade. Mêrik deh gav bi ber ve diçe û dîsa bi dengekî normal dibêje:

-Jinik te ji bo şîvê kijan xwarin pehtiye?

Dîsa deng ji jinikê nayê. Mêrik deh gav jî bi ber ve diçe û gotina xwe dubare dike, lê dîsa bersîva jina xwe nabîhîze. Bêtir nêzik dibê û gotina xwe dîsa dubare dike. Lê dîsa deng ji jinikê nayê. Ev car diçe teniştê jinikê û dibêje:

-Jinik te ji bo şîvê kijan xwarin pehtiye?

Ev car jinik lê vedigere û dibêje:

-Mêrik ev bû pênc car, ku ez ji te re dibêjim mirîşk e, mirîîîşk…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev