Îlam: bajarekî Rojhilatê Kurdistanê

Îlam: bajarekî Rojhilatê Kurdistanê

Yaqûb Kurmanc

Îlam bajarekî Rojhilatê Kurdistanê ye ku ketiye başûrê parêzgeha Kirmaşanê. Bajarê Îlamê navenda parezgeha Îlamê ye ku xelkê wê bi zimanê Kurdiya Îlamî an Kurdiya Başûrî diaxivin.

Zarevayên kurdî li Îlamê ev in:
Mehekî, Kelhorî, Lekî û Feylî.

Mezheba kurdên Îlamê mezheba Şîî ye.
Gelheya vî bajarî li gor saziya Amar û hiljimartinê nezîkî 200 hezar kesî ye.
Bajarê Îlamê li herêmeke çiyayî û daristanî hatiye avakirin û keşûhewaya wê keşûhewayek hênik a çiyayî ye.
Zanîngeha zanistên bijîşkî û zanîngeha Îlam zanîngehên herî girîng yên vî bajarî ne.
Îlam yek ji herêmên Kurdistanê ye ku lê gaz û petrol tê berhemanîn.yanî di warê gaz û petrolê de pirr zengîn e.
Her sal bi deh hezaran kes ji riya herêma Îlamê diçin ziyareta îmamên şîîeya wekî Îmam Husên û hwd. 

Dîroka navê Îlamê
Berê navê Îlamê Dêh Bala (Gundê Jorîn) bû, pişt re Hissênqulî Xan ku li hikûmet kiribû û Îlam ji nû ve avakiribû, navê Hissên Ava danî ser vî bajarî.
Hin dîrokzan jî navê Îlamê wiha şirove dikin.
Xwarina dawetê amadekirin
Mêvanî û cejn lidarxistin
Cejn û şahî kirin
Yanî Îlam bi giştî tê wateya şahî, dîlan, dawet, mêvanî û mêvanperwerî.
Ku ev hemû navana girêdayî taybetiyên herêmî û xwecihî yên xelkê vî deverê ne.
Îlam di serdema Qeceran de ji ber ku walîyê bajêr li demsala havînê li wir dima bi Piştko navdar bûye.

Di tebaxa sala 1308an a hetavî de bi awayekî fermî navê bajêr bûye Îlam. Berî serdema hikûmeta Pehlewî navê Îlamê Hissênava bû, lê Riza Xan Şahê Pehlewî ji bo bîranîna şaristana Elamê navê bajêr ji Hissênava guhertin navê Îlamê ji bo wê tomarkirin. Şaristina Elam ji Îlam, Ehwaz an Xuzistan, Piştko, Faris û başûrê Îraqa îroyîn pêk dihat. Îlam di zimanê Samî de bi wateya cihê bilind û çiyayî ye.

Ev bajar li sala 1352 hetavî ji parêzgeha Kirmaşanê hatiye cuda kirin û bûye parêzgeh.
Li parêzgeha Îlamê ji sedî 95% kurd in.

Gotineka herî xurt ku derbarê mirina Mehdî Xelîfe’yê Abbasî di Wîlayeta Masbezanê de bi destê nivîskarekî dîrokê bi navê Teberî hatiye nivîsandin wî heya 4 rûpelan derbarê çûyîna Mehdî li Masbezanê û mirina wî nivîsiye û dibêje li wir dimire û cihê binaxkirina wî jî gundê Rezê ye. Gundê Rezê yek ji gundên Masbezanê bûye û dibêjin Bajarê Îlamê li cihê wî gundî hatiye damezrandin ku dîroka wê vedigere sala 69an a heyvî.

Ji destpêka sedsala çaran heya destpêka sedsala şeşan Îlam yek ji bajarên girîng yê wê demê bûye û demekê jî paytexta dewleta Hesnewiyan bû ku damezrenerê wê hikûmetê kurd bûne.

Îlam ji berê va warê şaristaniyê û çand û kultûrê bûye, di serdema Sasaniyan de Îlam beşek ji wîlayeta Pehle an Pehlew bû ku Ereban jê re digotin “Cibal “.
Bajarê Îlamê di şerê navbera Îraq û Îranê de ziyan û xesarên zêde dît û bi hezaran xelkê
wê jî şehîd bûn.

Çiyayê Qelaqîran ku ketiye nêzîkî bajarê Îlamê yek ji herêmên xweşik ê xwezayî û çiyayî ya vî bajarî ye ku bi aweyekî nîşana Îlamê ye. 

Ziman û devok
Xelkê Îlamê bi zimanê kurdî Îlamî ku hin jê re dibêjin Kurdiya Başûrî dipeyivin.

Şûnwarên Dîrokî
Kela Waliyê Îlamê
Koşka Felahetî
Kevirnivîsa Qoçelî
Kela Îsmaîl Xan
Mezargeh Mehdî Xelîfe’yê Abbasî
Naqe
Kela Tût
Eywana Şîrîn û Ferhad
Agirgeha Siyakelê
Mezargeha Elî Salih

Bajarên girîng yên parêzgeha Îlamê
Îlam, Eywan, Şîrvan, Mehran, Avdanan, Dereşehr, Dêhloran, Majîn, Bedre, Çwar, Mûsiyan û hwd.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev