
Fermo, vê carê jî pênc helbestvanên me ji Amedê, Dîlokê, Stembolê, Qonyayê, Qamişlokê bi helbestkî dane ber hev û encameke ha xweş jê derket
ZIMANÊ KURDÎ
Kurdî şîrînziman e
Silav li yê dizane
(Soran)
Şîrê dayika min e
Ji min re ruh û can e
(Qaso)
Maka min da ev xelat
Qurban ruh û giyan e
(Mem)
Dê û bavê min ew e
Diyariya Xwedan e
(Konê Reş)
Mifteha jiyanê ye
Xweş newa ye sitran e
(Arif)
Bê Kurdî jiyan nabe
Her kêlî ye her an e
(Soran)
Zimanê herî qedîm
Loma jîn û jiyan e
(Canalî)
Pir xweş e w pir pîroz e
Hem ayeta Yezdan e
(Qaso)
Ez wî nadim bi zêran
Nirxekî pir giran e
(Arif)
Wek dexla ku me çandî
Keda hezar salan e
(Qaso)
Bi şax e dewlemend e
Hem zimanê merdan e
(Soran)
Ne kêmî yê Ereb û
Firs û Tirk û Tûran e
(Dînarî)
Kurmancî û Zazakî
Goranî û Soran e
(Qaso)
Bingeha zarê Kurdî
Berî yê Qureyşan e
(Dînarî)
Ew hebe em jî hene
Em bi wî l’ser piya ne
(Soran)
Rêberê vê hebûnê
Celadet Bedirxan e
(Konê Reş)
Yên lê nebine xwedî
Pariyê dijmina ne
(Soran)
Zêrîntaca serê min
Tenê ew sermiyan e
(Mem)
Hebûn û pênase ye
Nasnameya Kurdan e
(Canalî)
Amed, Dîlok, Stembol, Qonya, Qamişlo
Riataza