
Qasimê Xelîlî
KUH BÛM EZ
Xwezya ez bêçav û ez bêguh bame
An zilek an zuxurek bêruh bame
Min nedîba, we nebihîstiba ev qeder
Zû ez çûbam ne weha pêncih bame
Li çerxa felekê ketim kuh bûm ez
Heft xwezî li vê dinê ne xuh bame
Min jî poç li girîşê êşan bida
Ez î wek melhêbê an sêguh bame
Ez çûkek an tivîlk an gêrikek bam
Lê halo l’ber zilaman ne sih bame
Zulma bav û biran û mêrî neba
Bila heskê îcar xirabcih bame
Kenê zarokiya min ji min dizîn
Ez nemabam ta îro li duh bame
Ji evînê min jî firtek noş kira
Û ku min karîbane essih bame
Riataza