ŞAREZAYÊ QELEMÊ

ŞAREZAYÊ QELEMÊ

Latif EPÖZDEMİR 

Ez, dema ku biçûk bûm, ji min wisa dihat ku xelkên di bajaran Tûrk û yên di gundan de ji Kurd in. Ev xewn û zanebûna min hetanî emrê mine ê 14-15 salan jî, her weha ma.

Zaroktîya me gelekan bê gûman, bi xeşîmî û nezanî derbas bûye. Lewra, ew dem, dema zanîyarî û têgehîştinê nebû. Mebesta min, salên 60 an e. Bê şik, ji wan salan û wêdatir, jîyan yekser zehmettîr ji bûye. Ez wisan texmîn dikim.

Gund… Ew gundê şahîdê zarotîya min, ew gundê şîrîn û delal ku ez her niha ji berîya wî dikim. Çay dermanê nexweş û nesazan, Şêx Zîmrê û pîrika me hemûyan. Ne doktor û ne xestexane, ne îlac û ne derman. Lê, bi bar û piştîyan, kul û derdên dinyayê li ser pol û milan. Xem û keser mîna bûn heval li gel jîyanê.

Xalê Cemîl ku, wexta rastî qolçî û cendirmeyan dihat, ji tirsa qutîya xwe ya titûnê vala dikire erdê, ku xwe ji destê wan xilas bike.

“Bîzîm koyde, nîzam var întîzam

 Qereqol var îkî dûkan.” 

Ne tenê Xalê Cemîl, lê piranîya gundîya, hebûna qereqol û dikanan, wek nîşana şarezahî û şarîstanîyê dizanîyan. Yanî, ji wan wer e ku, cîyê qereqol li wê bî, medenîyet jî li wê heye. Dikan jî, wargehek şaristanî bû li gora gundîyan. Lewra, van her du tiştan nîzam û întîzamê jî, dianîyan. Ew cîyê ku nîzam û întîzam jî li wê hebî, ne qabîle ku bê dadî û niheqî û şaşî li wê çê bin. Wîha bû raya gundîyan.

Lê dema ku qolçî û cendirme, yan jî tehsîldar û memurên dewletê, pêşna wan ne dihat, Xalê Cemîl xwe davet serê banê xwe ê ber mizgeftê û qutîya xwe a titûnê ji cîyê xef kirinê, derdixist û cixareyek pê dixist. Pêre jî digot:

“ Wextê seher / Titûna zer/ Qelûn li ber / Agir li ser / Her nefesek / Pênsed keser” 

Xalê Cemîl qelemê nas nekir di jîyana xwe de, lê ew, Mîrê kelaman bû. Ruh û hesta wî, wekî şair û hozana bû. Eger nasîyar û şarezayê qelemê jî bûya, xwedê dizane ka wê çi alimek jê derketa. Bi hostayî kelîmeyan radikir govendê û mebesta xwe bi wan kelîmeyên reqqas didane der. Henekçîyê her gundekî hene. Yê gunde me jî, Xalê Cemîl bû.

 Belê… Şarezabûna qelemê û hostayên ziman. 

Ziman, ku nîştiman û wargehê dil e, ziman ku mala ramanê ye, ziman ku hevwelatîyê bîr û bawerîyan, hevrêyê eşq û evînîyan e. Mirov xewnên here baş bi ziman û raman û xeyalên xwe dibîne. Eşq û evînîyên bijare ewîn ku, bi zimanê dayîkan hatine hîmatê. Pêş hemû tiştî, bi zimanê mirov tişt têne bîra mirov. Paşî ew kelîme û axaftinên me pêra di serê me de têne wergerandin û axaftina bi zimanê bîyanî wisan tê pêş. 

Şarezabûna qelemê, di gel zimanê mirov tamek şîrîn û delal, li xwe dipêçe. Her çend jîr û zana jî bî, dema ku te zimanê xwe jibîr kir, bizane ku tu nîv mirov î. Lewraye ku dibêjin her lîsanek însanek. Yanî piştî zimanê xwe mirov çiqas zimana bizanibe û bi kar bîne, ewqas baş e. Dema ku mirov xwe bi bedewîya qelemê bide naskirin û ji qelemê hez bike, wî wextî qonaxek nû dest pê dike di jîyana mirov de.

Di jîyana miletan de, gelek caran, şûr û qelem ji hev cûda ketine. Xasima jîyana kurda, bi van xalan, bi van deman pir û tije ye. Wexta ku qelem nebî, şûr dikeve şûna wî. Lê ku qelem gavek pêştir bî ji şûr û mertelan, jîyana Milet hêsatir û azatir e. Wê demê jana gel jî kêmtir e.

Qelem… Erê, erê qelem, yanî bi devoka nûjen: Pênûs. Gelo di destê kî de be, şareza ew e, tu bêjî? Na! Nexêr na! Kes henin ku ji qelema wan derman dibare. Kes henin ku ji qelema wan jehr dibare. Qelema baş pergalek e di rêya azadbûyînê de. Ew dîl û êsîrê mejî û her weha şagirtê destan e. Qelema şaş, şêt û evdalek e li ser rêya serfirazîyê.

Mejî… Fermanderê kiryaran, hikimdarê bedena mirov, serdarê jîyanê.

Dema ku fikir û helwesta mirov xirab be û çavê mirov li xirabkarîyek be, pêre mejî fermanê dide ku mirov xirabîyê bike, zirarê bide dor û berê xwe. Eger tiştek di dilê mirov de negere û mejîyê mirov qerarê encama wî tiştî nede, tu qewmînek nayê holê. Fermanderê hemû kiryaran, yên baş û yên ne baş, bê guman, mejîyê însan e. 

Şarezabûn… ew taca zêrîn a bê emsal e… 

Mezintirîn çekê dûnyayê zanebun e…. “aqil, taceke zêrîn e, lê li serê her kesî nîne“ gotine peşîyan. Şarezayî, yanî aqilmendî, zanatî û bîrewerî. Eger mirov şareza nebe, ne qabîle ku mirov bûyer û pirsîyaran şirove bike. Kesên aqilmend, şêwirmendê civatê ne, pêşengên jîyanê ne.

Zanabun, yanî şarezayî, kilîda astengan e. Kêşeyên mezin, bi aqilê giran çareser dibin. Lewra dîbêjin: “aqilê sivik, barê giran“. Ew kevirên ku şêt û dîn davêjine binê bîrê, bi aqil dertînin ji bîrê. Nezanîn û cehalet malbata hemu êş û zehmetan e. Nezanîn, sebebê bindestî û rebenîyê ye. Zanîne ku rêya jîyanê xweş dike, mirov dilşa dike.

Kelam, yan peyvik, gotin, bêje, we her kîjan bivê, çek û sîlahê destê kesên şareza ne. Çekên di daw û delingê mirovên zana de, kelam in. Gotinek ku bi pîvan û mîzan, wergere û here cîyê xwe bigre, hinek caran hêjaye sed berik û gulleyan. Kelameke cîyê xwe girtî, dewletan hildıweşîne. Mirovên şareza bi kelamên xwe ên bijartî, raqîbên xwe binketî dixin. Ew bi soz û kelaman li wan didin, wan şerpeze dikin. Kesên nezan ku di tûrê wan de kelîmeyên bargirtî tunenin, reben û qels in li hîmberê gengeşî û muneqaşeyên jîyanê.

Lewraye ku dibêjin: “birîna xencerê tê girtin, lê ya xeberê nayê girtin.“ Mirovên şareza, bi peyvik û kelaman, hinek caran fermana nevanên xwe radikin. Kelamên ku ji alîye kesên şareza ve têne xerc kirin, mînanî top û tifengan e. ”Ne esil tuncik û terêz e, esil erkan û rêz e.“ 

Kesên ku şareza ne, serwet û samana wan, kelîme û aqil in. Kelîme, çek û hacetên axaftinê ne. Kesên ku lefezanîyê û berbezeytîyê dikin, kesên geveze û bi guftugo, bê guman, ew jî, xwedîyê xezîneya kelîman e. Lê, gotinên wan ku ji wan kelîmeyan peyda bûne, pûç û belaş in. Kelam û kelîmeyên mirovê şareza jî, hevrîşîm û qumaş in. “Ne bi rengê titûnê û ne jî bi qerefetê mirovan, ne xape.“ 

Mîrê kelaman ew kes in, ku di gotar û qiseyên xwe de, bi camêrî kelîmeyên xwe rêz dikin û di nivîsarên xwe de kelamên wan hertim sererastkirî ne. Hest ji kanîya dilan, kelîme ji xezîneya mejîyan der dibin. Mirovê şareza guh didin dilê xwe û paşî xerc dikin kelamê xwe. Beredahî û ne li cî, kelamên xwe navêje kesê şareza. Her kelîmeyek wî, minaye singek, yan jî, dîwarek. Kesê lefezan û geveze, ne wisan, mînanî kesên şareza, bi hizir û sebat e. Ew bê hisab e, her çi were ser zimanê wî, dibêje. Şareza di axaftina xwe de, bi kelamên xwe, xanîya çê dike, bi gotinên xwe qesra ava dike. Şareza, pêşrevê aşîtî û hezê ye. Dilê wî teng nîne, kulzik û bi xerez nîne. Şareza, diltenik e. Bi ujdan û merhemet e. Tu carî ji kesê zana û bîrewer xirabî peyda nabe. Lewra ew bê zirar e.

Helbete şarezayê qelemê, mîrê kelaman e.

Kesê şareza, qelema xwe li gel kelamên jîr û lewend dike heval. “Hûr dibêje, lê kûr dibêje.” Şûrê kesê şareza qelem e bê gûman. Tifenga wî qelem, berikên wî kelam in. Ew mînanî serdarek yan jî Mîrek, kelam û kelîmeyên xwe îdare dike û wan diparêze. Mîrê kelaman xanîyê xwe li ser kelîmeyan ava dikin. Şarezayê qelemê jî, jîyanê bi qelema xwe îdare dikin. Lê, her şarezayek nikare mîrayetîyê bike. Her mîrek, jê re şarezayî divê. Mîrîtî, ne karê nezana ye. Kesên ku ji zayînê ve şareza têne dûnyayê, ji wan re dibêjîn : Mîrza. Ev kelîme, remza sîyanet û berketin û rêz girtinê ye jî. Mîrza… Ew peyva bedew, ew kelîmeya bijarte…

Şarezayê qelemê hizir dike, ramyar e, difikire û paşî fikarên xwe , dîtin û ramanên xwe bi hostayî radixe ser meyzerê. Lê jê re kelamên xurt û bedew lazimin. Sedem ku ew, bi lef û gefan naxweze serê tu kesî biêşîne. Dixwaze ku bi kurtî mebesta xwe bîne ziman û zêde kelamên xwe bêyhûde xerc neke. Sermîyanê xwe, ku ew jî kelîme û kelam in, badilhewa navêje. Şarezayê qelemê, meram û mebesta xwe, bi usulek “hindik, rindik“ tîne ziman. Ew baş dizane ku, kûrtê kelamê, xurtê kelamê ye.

“Hûr û kûr û dûr.” Ev e, xasyetê şarezayê qelemê.

Kesên kelamfiroş, nehiz û nevîn in. Mirovê şareza, kelamfiroş nîne. Ew zêde napeyîve, lê kelam û qalên pûç û vala jî nake. Galegal û nalenal ne karê kesên zana ye. Zirt û fort li ba şareza peyda nabin. Ew xwe dernaxe mezac û bazaran, bi aqilê xwe fir nade. Nefisbiçuk û xweşbîn e şareza. Zarşîrînî û rûkenî tu carî ji rû û devê mirovê şareza kêm nabe. Ew dizane ka qelema xwe li ser çi bûyerî bileyzîne. Qelem, kevana wî, kelam, tîre wî ye.

Şarezayê qelemê di bin barek gîran da ye. Lewra karê wî nivîsandin e. Ew her tim bi qelema xwe mebesta xwe dike bergek dîrokî. Gotin difire, lê nivîsandin dimîne. Ew di her rûpelek de, xîmê dîrokeke windayî datîne. Şarezayê qelemê baş dizane ka gelo ev bela ji kûve tê. Lewra bi hewar û fîxan e. “Ne nan e, ne dan e, ne şîv û ne taştê / wey rebîyo hevqas derd û bela ji kûve tê?“ Ev e,sitran û nalîna gelê wî. 

Ew bi xwe baş dizane sedemê derd û kûlan. Gelek caran bi ronahîya xwe mal û menzelê jîyanê ronî dike. Lê, dawî li tengasî û çetnahîyan ku neyê, barê şarezayê qelemê girantir dibe. Ew kelîme û kelamên xwe bi rekbarî li pey hev davêje, ”bi şev û roj dikşîne heyf û wax, ku nexweş nemire û bibe sax”. Mîrê kelaman e ew, bi kelamên xwe, dax dike dilê neyara.

Şarezayê qelemê, dujminê derd û elemê…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev