Îsmaîl Bêşikçî feşkirina dîroka radyoya Rewanê berdewam dike

Îsmaîl Bêşikçî feşkirina dîroka radyoya Rewanê berdewam dike

Meriv nikare bibêje ku di vê pirtûkê da şaşî heye, ji ber ku rastî tune ye

(Gotar ji malpera www.avestakurd.net hatîye bergirtin)

Têmûrê Xelîl

Ev lînka li jêrê gotara Îsmaîl Bêşikçîyî ya bersiva gotareka min a li ser pirtûka Zerî Înançê ye; ew pirtûka ku li ser Radyoya Kurdî ya Rewanê ya ji alîyê Weqfa Îsmaîl Bêşikçîyê va hatiye weşandin. http://m.nerinaazad.info/tr/columnists/ismail_besikci/timure-halil-hakkinda

Ji ber ku ji bergê pirtûkê yê ku bi wêneyê Casimê Celîlî va destpêkirî heta xeta dawî jî tevayîya karê Radyoya Rewanê ya di nava bi dehan salan da bi şaşîtî bi navê Casimê Celîl û malbata wî va hatibû girêdan, min jî ew yek bi îzbatîyan va red kir û di gotara xwe da tevayîya rastîyê derxist meydanê. Û wisa xuya ye ku pirtûk ji serî heta binî biçûkxistina karê radyoya me ye, bi nezanebûn an qestbende feşkirina dîroka radyoya me ye.

Berî ku ez gotara xwe binivîsim, min heqê vê yekê da bi serokê Weqfê Îbrahîm Gurbuzê birêz ra xeber da. Ew camêr bi xwe jî li ser wê pirsê şaş û metel ma û soz da min ku bi Îsmaîl Bêşikçîyî bişêwire, ka çi bikin. Lê bi dû ra tu tişt ne qewimî. Min bi nivîskara pirtûkê Zerî Înanç xanimê ra jî pêwendî danî. Her çendî ku wê şaşîyên xwe qebûl kiribin jî lê ji bo serrastkirina wan şaşîyan tu hewildanek ji alîyê wê va dîyar nebû. Lema jî ez mecbûr mam vê gotarê binivîsim (http://avestakurd.net/…/milke-radyoya-erivane bi…/ û http://rewanbej.com/ciroka-dirokeke-temure-xelil.html). Ya rastî, ez demekê rawestîyam bi hêvîya ku dê haya Îsmaîl Bêşikçîyê birêz ji gotara min çêbibe û ew dê ji bo wê şaşîya dîrokî ya Weqfê li xwe mikur bê û hewil bide ku rastîyê derxe meydanê. Lê mixabin, ji bedêla serrastkirina şaşîya dîrokî, wî da ser eynî rêyê û reşkirin û biçûkkirina karê radyoya me berdewam kir.

Ez wisa bawer dikim ku ev gotara min wê ji ya berî wê kêmtir sert nebe, ji ber ku piştî me nikarî em bi awayekî medenî li hev bikin, di ser da jî ez ji ber gotara xwe ji alîyê Îsmaîl Bêşikçîyê birêz da bi awayekî bêbingeh têm tawanbarkirin, min biryar da, ya baştir ew e ku bila xwendevan tevayîya rastîyê bizanin û fikira xwe bibêjin, ka kî ji me bi heq e.

Ji bo ku careka din venegerim ser hûrgilîyên di pirtûkê da heyî, ez dê li jêrê çend îzbatîyan bînim ku wê tevayîya rastîya gotinên min û nehayadarbûna Weqfê bîne ber çavan û her weha tevayîya şaşîyên mezin yên di pirtûkê da cih girtine, derxe ser avê, ango şaş derxe.

  1. Casimê Celîl du salan, ango di 1955-1957an da serokê wê radyoyê bûye ku hê nebûbû radyoya fermî, ango radyoya testî bû.
  2. Tevayîya karên radyoyê, hema bibêje ji sedî 95ê hemû karan, ji dema destpêka radyoya fermî ya dewleta Sovyetê, ji sala 1957an heta salên 1980yî, ango heta hilweşîna Sovyetê hatiye kirin (qeydkirina hemû stiranan, hemû pîyes-radyokompozîsyonan û hwd). Û di wan deman da, 24 salan, berpirsyar û serokê wê radyoyê yek kes bûye, navê wî Xelîlê Çaçan Mûradov bûye.

Û tevayîya pirtûkê li ser Casimê Celîl û malbata wî ye ku Xwedêgiravî wan bingehê radyoyê danîye û ew bi rê va biriye. Li ser Xelîlê Çaçan û xanima wî ku 27 salan (ji destpêka radyoya kurdî) bêjera wê radyoyê bûye, hema hema tiştek tune ye. Hema ev îzbatî bes e ku xwendevan texmîn bikin bê pirtûka Zerî Înançê ya bi redaktorîya Weqfa Bêşikçîyî û di weşanxaneya wê da çapbûyî, ji sêrî heta binî bi nerastîyan va dagirtî ye.

Ji bo xwendevan zêde agahdarîyan werbigirin û şaşîtîyên pirtûkê baştir bibînin, ez dê lîsteya xwe berdewam bikim:

  1. Di dema serokatîya Casimê Celîlî da radyo radyoyeka testî bû, di heftêyê da sê rojan, her rojê 10 deqîqeyan weşan dikir. Ew radyoyeka lokal bû û bi tenê li bajarê Rewanê dihat guhdarîkirin, ew jî ne li her deverên bajêr.
  2. Di dema serokatîya Xelîlê Çaçan da radyoya me êdî radyoyeka fermî bû. Ew radyoya dewleta Sovyetê bû û wê her rojê weşaneka 90 deqîqeyî dikir. Weşana radyoya me ya fermî bi saya satalita xurt li her çar parçeyên Kurdistanê, heta li Kanadayê jî dihat guhdarîkirin.
  3. Di dema serokatîya Casimê Celîl da 2 xebatkar bûn, yek ew, yek jî Eznîva Reşîd.
  4. Di dema serokatîya 24 salan ya Xelîlê Çaçanî da 10-12 xebatkarên radyoyê hebûn.
  5. Di dema Casimê Celîlî da ne stiraneka kurdî ne jî pîyeseka kurdî hatiye qeydkirin.
  6. Di dema Xelîlê Çaçanî da 1700 stiran û 41 pîyes hatine qeydkirin (hema bêje hemû stiranên niha hene).

Di pirtûkê da bi zanebûn di heqê îzbatîyeka gelek girîng da tu tişt nayê gotin. Ew jî ev e:

Di sala 1957an da komîsyoneka Sovyetê ji Moskovayê hat Rewanê ji bo ku radyoya me ji qonaxa testê derxe û bike radyoyeka fermî. Komîsyonê di wê hatina xwe da her weha karê ku Casimê Celîlî kiribû –ya rastî, karê ku Casimê Celîlî nekiribû- jî kontrol kir û di encamê da bi yekdengî biryar da ku Casimê Celîlî ji wî karî derxe û Xelîlê Çaçanî bikin serokê radyoyê. Xelîlê Çaçanî jî bona ku Casimê Celîl bê kar nemîne, biryar da karekî bide wî. Ji ber ku Casimê Celîlî nikarî karên serwêrê beşên edebîyat, çand, partî û malhebûna gundan bikirana, Xelîlê Çaçan mecbûr ma ku karê sazbendîyê bide wî, ji ber ku ev kar bi qelemê va ne girêdayî bû. Karê wî wê ew bûya ku dengbêjan bibîne, stûdyoyê kirê bike, dengên wan qeyd bike. Û Casimê Celîlî di bin serokatîya Xelîlê Çaçanî da 6 salan, ango heta sala 1963an kar kir.

Di heqê vê gotara Îsmaîl Bêşikçîyê birêz ya li ser gotara min da, Edîtorê giştî yê BasNewsê yê kurmancî û tirkî Mehmed Salih Bedirxan ez haydar kirim û naveroka gotara wî ya bi tirkî ji min ra got û di ser da zêde kir:

  • Weke ku pirtûka Zerî Înançê qaşo li ser radyoya kurdî ya Rewanê ye, lê di rastîyê da li ser malbata Casimê Celîlî ye, her weha gotara Îsmaîl Bêşikçîyî jî ne bersiva gotara te ye, lê li ser şexsê te bi xwe ye. Ew dibêje ku zimanê Têmûrî sert e û Têmûr hesûdîya malbata Casimê Celîlî dike û hwd.

Bi dû ra wî gotareka delal wekî bersiva gotara Îsmaîl Bêşikçîyî bi sernavê “Ev pirtûk dûrî prensîbên ilm e û ne dîrok e!” nivîsî (http://krd.riataza.com/2017/11/11/di-radyoya-erivane-de-denge-kurdi-ciqasi-denge-radyoya-rewane-ye/ ).

Di pirtûkê da du gotarên mezin yên Celîlê Celîl û Zîna Celîlê hene û ew wisa tên raberkirinê ku keda wan kesan di karê radyoyê da bêhempa ye. Lê rastî ev e: Van her du kesan di radyoyê da qet rojekê jî kar nekiriye, belkî wan rêya radyoyê jî nedizanî. Lê Casimê Celîl û Ordîxanê Celîl jî bi tenê 2 salan, di 1955-1957an da di wê radyoyê da xebitîne; ew jî di wê demê da ku ew radyo hê di halê testê da bû, ango ne radyoya fermî bû. Rastîyeka din jî ew e ku piştî ew radyo bû radyoyeka fermî û Casimê Celîl ji ber sedema ku tu karek nekiribû ji kar hat derxistin û Xelîlê Çaçan bû serok û berpirsyarê wê radyoyê, Casimê Celîlî di bin serokatîya Xelîlê Çaçan da û her wiha li ber destê wî, wekî bersivdarê beşê stiranan 6 salan kar kir (ne karê cihgirîyê, ne karê serokê beşê edebîyatê, ne yê çandê, ne jî yê partîyê li gor wî bû, ji ber ku wî nikarî bikira). Di encamê da çi derket? Serokê radyoyê 24 salan Xelîlê Çaçan bûye, xanima wî Eznîva Reşîd jî 27 salan bêjer bûye (ango, bi hev ra zêdeyî 50 salan), kurê wan Têmûrê Xelîl jî 4 salan (1981-1984) berpirsyarê beşê wê radyoyê bûye û pir û pir balkêş e ku di pirtûkê da behsa wan qet nayê kirin.

Argûmentên Weqfa Bêşikçîyî ya herî xurt ew e ku di pirtûkê da gotarên du kesên binavûdeng li ser malbeta Casimê Celîlî hene; yek ya Wezîrê Eşoyê nivîskar û ya din jî ya Prîskê Mihoyîyê rojnamevanê emekdar e. Lê xwendevan nizanin ku Wezîrê Eşo kurapê Casimê Celîlî ye û haya xwendevanan ji sedema nivîsara Prîskê Mihoyî jî tune ye. Mesele weha ye: Celîlê Celîl arşîva apê Prîsk Egîtê Têcirî dibe û venagerîne. Prîsk çend caran jê dixwaze, ew nade û di encamê da şertekî datîne ber Prîskî û jê ra dibêje:

  • Divê tu di heqê 70 salîya Ordîxanê Celîlî da gotarekê binivîsî, ez dê arşîvê vegerînim, ji ber ku tu kes di heqê me da nanivîse. Prîskê ku ew qas ji apê xwe hez dike, bê dilê xwe be jî, dinivîse.

Heger ez bersivekê bidim, ew dê weha be:

Piştî ku we ew pirtûk çap kir, min got qey we bêyî haydarîya xwe, li ser bingehê gotinên Celîlê Celîlî pirtûkek çap kirîye ku bi şaşîyan va dagirtî ye û min hêvî kir ku piştî ronîkirina min hûn dê li xwe mikur bên û hewil bidin da bi awayekî qedirê Weqfa xwe biparêzin. Lê ji bedêla ku hûn li şaşîyan hay bibin, hûn bi ser da êrîşî min dikin û dibêjin ku zimanê Têmûrî sert e, zimanekî êrîşkar e. Du milet, du welat jî dema hewil didin bi xweşî pirsgirêkên xwe çareser bikin, dema li hev nakin, wê demê di navbera wan da şer derdikeve. Di şerî da jî şer dikin, pelawa birinc a bi rûnê helandî belav nakin.

Sipas ji bo van kesan ku bi helwesta xwe piştgirîya min kirin:

Nura Şane

Min herdû nivîs jî xwendin, kekê Bedirxan wekî rojnamegerekî objektîf pir xweş mesele nirxandiye. Gotin tune ku meriv li ser zêde bike, ew jî wekî me hemûyan nakokîya sernavê pirtûkê û naverokê raberî me dike.
Îsmaîl Beşîkçîyê sosyolog çi dizane û çi qas di nava kurdên Sovyetê da jîyaye ku dikare gotineka weha pespaye -hesûdiya malbata Celîlan dike- ji bo Têmûrê Xelîl bibêje?
Wer xuya ye ku mamoste Xelîl li dû gotînên xwe ye, argûmanên wî yên saxlem jî hene, ji xwe li her deran jî dinivîse, madem rastîyê dixwazin bila gazî her du alîya bikin û civînekê pêk bînin.

Piştî pêşnîyareka wisa wêrek heye, lazim bû birêz Beşîkçî di deqe da bi cî bianîya.
Qet nebe em xwendevan jî şahidê dîmeneka weha dirokî dibûn.

Nojdar Kurdy

Heger ez derbarê Cemîla Celîlê ya sala 2015an anî serê min û Serokê Enstîtûya Kelepûrî Kurd bibêjim dê îmaja wê malbatê bête asta sifirê.

Receb Dildar

Divê mirov yekalî nefikire, guh bide birêz Temûrê Xelîl jî.

¤¤¤

Min gotinên kurdên me yên herî binavûdeng ser sextekarîyên malbeta Casimê Celîl – gotinên kesên wek Qanatê Kurdo, Hecîyê Cindî, Fêrîkê Ûsiv derheqa neferên vê malbetê da di vê gotara xwe da destnîşan kirîye, ez wana li vir dubare nakim: http://avestakurd.net/blog/2017/07/07/milke-radyoya-erivane-bi-berpirsyar-va-hatiye-dizin/

Dema piştî ew qas îzbatîyên berbiçav Weqfa Îsmaîl Bêşikçîyî li xwe mikur nayê ku bi çapkirina wê pirtûkê va şaşîyeke dîrokî kiriye, hewil nade bi awaykî şaşîya xwe rast bike, tu rêyeka din namîne, ji xênî wê ku bi çapkirina wê pirtûkê biçûkxistina karê radyoya kurdî ya Rewanê, feşkirina îzbatîyan, reşkirina dîroka radyoya me bi zanebûn tê kirin.

 

Têmûrê Xelîl: Îsmaîl Bêşikçî feşkirina dîroka radyoya Rewanê berdewam dike

records Source:http://avestakurd.net/blog/2017/11/18/ismail-besikci-feskirina-diroka-radyoya-rewane-berdewam-dike/

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev