Bila ew milet şerm bike ku…

Bila ew milet şerm bike ku…

Bêwar Barî Teyfûrî

 

Gelê ku dijî hevduye dîrokêda cîyê wî tune

Gelê ku xwe nasnake nikare pêşkeve

Her gel bi gorî hiş û hêza xwe dijî

Û dimeşe. Gelê têgêhîştî tudem bindestîyê qebûl nake.

 

Bila ew milet şerm bike ku

Nikare welatê xwe

Ê wêran kirî

talan kirî

belabûyî

dagir kirî

Ji rûxandinê rizgar bike.

 

Bila ew milet şerm bike ku

Nikare ewledên xwe

Ji zulm zorê

Ji derbên hovan

Ji lêdanê

ji kuştinê ji qetlama

ji girtinê

ji penaberîyê

ji koçberîyê

ji helandinê

ji firoşgeha biparêze.

 

Bila ew milet şerm bike ku

Kujerê resena xwe ra xizmetê dike

Tê kar anînê tê xapandinê

Yek û yekî pêpez dike

Derbêd giran li hev dixe.

 

Bila ew milet şerm bike ku

Li meydana li bin alên cuda cuda xuya dike

Her yek jî xwe pêşeng

rêber

serok û çê dihesbîne

Tanga hevda xemsar û xaîne

Hemberî dujmin nikare

Yekbûna xwe ava bike

Bê biryar bê taqete

Xwe nasnake.

 

Bila ew milet şerm bike ku

Şeref û namûsa wî

Ji dest diçe

Li bazaran tê kirîn firotanê.

 

Bila ew milet şerm bike ku

Nezane, olpereste

Berekhese

Sextekar, dilxar, çavnebare

Yek û yekî qe hes nake

Bi îxanetî bi vaîskarî

Hemberî hevdu dimeşe

Nûjenbûnê qebûl nake.

 

Bila ew milet şerm bike ku

Bindest berdest penabere

Nikare resena xwe ra xwedî derkeve

Xemsar û bê cesarete

Nikare xwe

Ji zulm û zorê ji qetlama

Ji hovîtîyê xelaz bike

Dijî hevdu radiweste

Pêşeroj çi tişte nizane xelqpereste

Nikare kesayet û navdarên xwera

Xwedî derkeve

Tê zêrandin şikêstandinê.

 

Bila ew milet şerm bike ku

Nikare azad bijî

Nikare ewladên xwe ên hêja binirxîne

Hemberî hevdu xemsar û dilsare

Ji pêşketinan bêxebere

Bê fehm û barkaşe.

 

Bila ew milet şerm bike ku

Jîyanek erzan rezîl derbaz dike

Li ser axa welatê xwe

Bê cî

bê par

bê war

bê destûr

Emrekî bê rûmet derbaz dike

Nikare dijî xwefiroşan bimeşe.

 

Bila ew milet şerm bike ku

Hezar sale li bin zulm û zora

Barbarên dîrokê de dinale

Dagirkerîyêda tê zêrandin înkar kirin

Birîndare bi heware

Lê mixabin azadîyê ji kê dixwaze.

 

Bila ew millet şerm bike ku

Hevdu serwext nabe

Hevbeş nameşe

Şepirze û bê rûmete

Hevdu qebûl nake

Pêşeroja xwera îxanetê dike

bêsavad

nezan

bê tifaqe

Hertim tê xapandinê

Hertim têk diçe.

 

Bila ew milet şerm bike ku

Beş beşîye kevneşope rezîle

Vê rewşêda ji dunya durî kujer u dagirker

Ji fahîşê mirovahîyê

Ji cîhana xwînxar

sîtemkar

bê exlaq bê tore

Rizgarîyê wekhevîyê

Hîvî dike…

 

*** *** ****

Ey mileto

Ez çawa pesnê te bidim ku

Neyarê te berê te daye mirinê

Ji cî ware xwe diqetî

Kuda diçî ne dîyarî

Penaberî şepirzeyî

Hezar sale tar û marî

Hela hê jî serwext nabî

Vê rewşêda

Bê yekbûn

Ji tera tune jîne

Ev cîhan ji bo te nîne

Şerme

mafê xwe jîyanê

Ji dest bernede

Bê yekbûn ji tera jîne tune

tune

tune

Xwe nexapîne

Ey mileto

Ey kurdo

Ey meyto

Bê kenîyo……

 

Ev roj xwezila nehilata

Wê rojê min hizir kir ku

Cîhan herifî

Jîyan sekinî

Mirovahî vemirî

Tenê hov

Kujer

Êrîşkar

Durû

Xwefiroş

man…

 

*** *** ***

Yên ku resen

Netew

welat ê xwe ra

îxanetê dikin

xwe difroşin

xelqperestin

Li hemberî yên weha

Xweda jî

Xemsar û bê rehme…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev