Brezîlya û Hîndistan û Kurdistan -2

Brezîlya û Hîndistan û Kurdistan -2

Welat Agirî

Me di nivîsa yekem de behsa Brezîlyayê kiribû ku Kurd û Brezîlî heya salên 1800î di eynî riyê de meşiyabûn. Ew rê, rêya bindestiyê, rêya hêsirîyê bû. Di sala 1822an de Brezîlîyan xwe gîhandinbûn duryanekê û ji beindestiya Portekîziya derbasî rêya azadiyê û serfiraziyê bûbûn. Lê hezar heyf di wan rojan de yekitî di navbera kurda de nebû ku îro jî nîn e, gora hev dikolan û îro jî dikolin. Bi ya min hemû problemên kurda ji dexesiyê, çevnebariyê tên. Em miletekî çavnebarin û ji hev re naxwazin. Kurd ji kurda re tehemul nakin, herkes ji bo xwe dixwaze, herkes dibêje cihê ez lê… Je we re meselokekê bêjim û derbasî mijara xwe bim-:

Berî 1980 li ser tixûbê Tirkiyê û Sûriyê, kurdekî serbaz ê cendirmeyên Tirk hebû. Nijda wî di şevekê de, li hin merivan rast tê. Ew merivan û Cendirme bi hevdu re şer dikin. Cendirme yekî ji wan qaçaxan dîl digirin û dibin qereqola xwe. Piştre ew Serbazê Kurd îfadeya wî digire. Lê belê ew meriv dikeve rewşeka pir xirab û bi Serbazî ve zarezar dike, da ku wî berde. Dilê Serbaz jî pê dişewite û dibêje: – Kuro, ma te fîhêt nedikir, ev tivinga delal bi te re, te xwe dîl xiste destên esker? Dema ku Serbaz bi Kurdî pê re dipeyive, ew dibêjê: – Wîî! ev tu jî Kurd î? Ê heke min zanibûwa, minê cendirmeyên te tevan gullebaran bikirna. Serbaz dibêje: – Erêêê! ez dizanim, ezê jî li ser wan bûma!

Brezîlya, Hîndistan û Kurdistan sê welatên hevrê lê hevaltiya wan heta cihekê bû. Hîndistan, ev welatê başûrê Asyayê, kolonî û mêtingeha Brîtanyayê bû. Îro nifûsa Hîndistanê nêzîkê mîlyarek û dused mîlyonî ye. Meriv nikare bêje ku di vî welatî de yek milet an jî yek ol heye. Axa vê parzemînê, ku Hîndistanî jî re dibêjin- sub continent- axeke pirreng e. Li vir tamîlî, malayalî, pencabî, sîndî, keşmîrî, parsî, peştûn dijîn ku her yek ji van ji nijadekê ye. Û dîsa ji aliyê dîn ve jî hîndûyî, misilman, bûdîst, sîxî, caînî û file bi hev re dijîn ku ev ne tiştekî asan e. Herçiqas dewletê ji bo sîstemek demokratîk kar û barekî baş nekiribe jî, ez dikarim bêjim gelên di Hîndistanê de dijîn, yên demokratîk û demokrasîxwaz in ku ev demokratîkbûn di tebîeta wan de heye. Heke ne wilo bûya, ne mumkun bû kû ewqas nijad û baweriyên cuda cuda bi hev re bijîn.

Hin taybetmendiyên însanan hene ku divê bizanibin ka dê li ku û di kîjan rewşê de bi kar bînin. Hîndistanî kesên sernerm û mulayîm in û helbet ev xisletê wan ji bo jiyaneke hevpar tiştekî baş e. Lê dema êrîş hate can, mal û milk (ax, dewlet) divê kesên sernerm serî rakin. Dema Brîtanyayê ajot ser wan, berê keştiyên dagirkeriyê vegerand subcontinentê mixabin serî ranekirin û bindestiya Îngilizan qebûl kirin. Xûnmijiya Brîtanyayê heya sala 1947an dewam kir. Îşgal tiştekî wisan e ku ne tenê dewlemendiyên binax û serax tên miçiqandin, herweha çand û ziman jî derbeyên xetar dixwin. Di bin seroktiya Gandî de, Hîndistanî ji esareta Îngilizan xilaz bûn ku ev 70 sale li ser axa xwe azad û serbest dijîn. Di wan salan de li welatê me jî şer û ceng berdewam bû. Qazî Mihemed Kurdistaneke Mehebadî ava kiribû lê emrê wê yanzde meh bû. Mixabin kurda wek Brezîlî û Hîndistaniya hev negirtibûn û rêwitiya xwe ya rêya koletiyê dewam dikirin.

Di nivîsa yekem de, min gotibû ku tiştekî fêm nakim û ew jî ka çawa dibe Brezîlî bi zimanê serdestên xwe, dagirkerên xwe yanî bi portekîzî diaxivin û dikin zimanê fermî. Di vê nivîsê de jî heman tiştî ji bo Hîndistaniyan difikrim ku Îngiliz ji welatên xwe derxistin lê îngilizî dernexistin û naxwazin derxin jî. Li Hîndistanê îngilizîaxiv û îngilizîneaxiv ne wek hev in. Dîtina ku ez dibînim, felsefa wan herdu welatan, ku yek li Parzemîna Amerîkayê ye û ya din jî li Asyayê ye wek hev e. Û felsefa wan jî bê azadî jiyan nabe, lê bê ziman jiyan dibe. Azadiya xwe dest xistin, lêbelê ziman di ava dagirkeran de roda çû.

Heke em werin ser mesela kurda, mesele tevîhev e. Felsefe û gotinên felsefîk gelek in, lê di piratîkê de go gotinên beredayî… Kin û kurt ji bo me bê berberî û dijminî, bê dexesî û hesûdî jiyan nabe…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev