“Ez ji gorê rabûm”

“Ez ji gorê rabûm”

BAS – Murat Özdemir

Îdrîs Bişar ji gundê Koço ye, ji wî gundê ku li devera Şingalê komkujiya herî mezin lê qewimî. Bişar tenê ji qetlîamê xilas dibe û di wê komkujiyê de kur, bira, xwîşk, mam, xal, bira, pismam û piraniya xizmên xwe ji dest dide. Îdrîs Bişar ku keçika wî ya 9 salî (dema hatibû revandin 6 salî bû) piştî 3 salan, beriya çend rojan li Dêrazorê ji aliyê hêzên Kurdî ve ji destê DAIŞê hat rizgarkirin, niha li Duhokê disekine û dibêje heta ku çarenivîsa hemû Êzidiyên di destê DAIŞê de diyar nebe ez naçim tu deran û ez ê him li ber hestiyên xwe û him jî li benda diyarbûna çarenivîsa wan bim. Îdrîs Beşar dibêje, ‘ez ji gorê rabûm’ û dest bi vegotina çîroka xwe ya dilsoj dike.

“Cîranên me bi navê cîhadê êrişî me kirin”

Îdrîs Bişar ewilî li ser rewşa jiyana wan a beriya DAIŞê disekine dibêje: “Jiyana me beriya DAIŞê gelek baş bû, aram bû, karê me bi siyasetê nebû. Em li ser kar û barên xwe bûn. Tu kêşeyeke me bi hikûmeta Kurdistan û Bexdayê re nebû û dest bi vegotina rojên reş dike: “Seat 3ê bi ser deverê de hatin û saet 6ê sibehê li tevahiya xakê şerên dijwar rû dan. Pêşmerge û xelkê heta 6ê sibehê jî şer kir û bersiv da. Lê ez nizanim ka çi qewimî ku dever hat berdan û Şingal ket destê DAIŞê. Gundê me Koço li ser sînorê Kurdên Êzidî û Ereban de bû. Piştî ku DAIŞ hat têkiliya me ya bi deverên din re qut bû. Em hatin dorpêçkirin. Tirkmen û Erebên Sunne yên ku cîranên me bûn bi navê Cîhadê bi DAIŞê re rabûn û wan jî êrişî me kirin. Dora me hat girtin riya me ya bi Şingalê re, ya bi çiyayê Şingalê re qut bû. Ji xwe wî çiyayî Êzidî ji hemû fermanan parastiye. Tenê ew çiyaye ku bo Şingalê dibe delîl.”

“Gotin, ‘mal û milkê we ji me re helal e’”

Bişar axaftina xwe wiha didomîne: “Piştî ku derdorên me hatin girtin em di gund de asê man. Li derdora me jî kuştina xelkê berdewam bû. Me nedikarî bi derekî ve derkevin. Çek û hemû tiştên me jî ji me hatibûn stendin. Gotin çekên xwe bînin paçekî spî rakin em tiştekî li we nakin. Em ji 3ê mehê heta 15ê mehê asê bûn di gund de. Me bi dizî telefonî derve dikir ku bi hawara me de bên. Em hezar û 250 kes bûn. Herkesek di mala xwe de asê mabû, av, xwarin, kahreb tiştek nemabû. Me xwe gihand hêzên Amerîkî, Pêşmerge, Bexda û aliyên din. Ji me re hat gotin ku wê bi hewara we de bên. Lê kesek bi hewara me de nehat. Piştî ku 12 rojan em di gun de asê man.  15ê mehê êdî DAIŞ bi rihetî derbasî nava gund bû jin, mêr û zarok her kesê li gund hemû di medreseya gund de kom kirin. Jin birin tebeqa jor û mêr jî li jêr kom kirin.  70-80 trimbêlên DAIŞê bi çekên giran li derdora gund bûn. Hemû cure çekên giran ketibûn destên wan. Gund zeft kiribûn. Emîrekî bi navê Ebû Hamza hat li gel rispiyên gund rûnişt û axivîn. Got yan hûn dê bibin misilman yan jî em ê her tiştê we ji we bistînin. Got eger hûn misilman nebin mal û milkê we helal e ji me re. Lê rispiyên gund jî gotin ev 73-74 ferman bi serê me de hatin lê me dev ji ola xwe bernedaye û em vê yekê qebûl nakin. Me dev ji ol û baweriya xwe bernedaye û em dev jê bernadin. Yanî pêşiyê em li gel hev rûniştin. Wan jî got madem hûn me qebûl nakin û hûn nabin misilman, em ê we bibin hidûdê Kurdistanê û herin, derkevin ji sînorên ‘dewleta’ me. Lê hûn dê mal û milkê xwe hemûyê ji me re bihêlin û zêr, pere çi li gel we be hûn dê bihêlin. Me jî got temam û jin û mêran çi li gel me û di malên me de be, zêr, pere û tiştên din me hemû xistin kîsên wan. Seyare û hemû tişt dest danîn ser. Gotin yek tiştek bi we re bê dîtin em ê we hemûyan bikûjin û em efû nakin. Me jî got bes ku qetlîamek bi serê me de neyê, bila mal û milk biçe, ji ber wê yekê me dengê xwe nekir. Ji xwe me li ser wê yekê li hev kir ku mal û milk û erd ji wan re bimîne û jin, mêr û zarok em hemû bên berdan. Wan jî wisa pêşniyaz û qebûl kiribû. Ev 15ê mehê saet 11.30an pêk hatin.”

“Wan digot qey ez kuştî me”

Îdrîs Bişar dibêje me emîrên wan hemû nas dikirin. Hemû ji devera me bûn. Erebên dedorê bûn. Tirkmenê Sune û Erebên din hemû DAIŞî bûn. Tirkmenên Sunne ên ji Telaferê zirareke mezin dan Şingalê û wiha pê de diçe: “Ji mêran re gotin siwar bin, jin hêlan. Em birin derdora gund. Me got ji xwe wê me dênin deverekî û em ê werin berdan. Lê gelek ne dur ji gund em kirin kom bi kom ku her kom ji 50-60 kesan pêk dihat. Kur, xal, mam, bira, pismam û xizmên me yên din em hemû. Ji xwe gund hemû mam û pismam bûn, hemû xizm û mirovên hev bûn. Em danîn û kom bi kom hemû qetilkirin. Li ser me rawestiyan, li ber û pişt me rawestiyan. Bi çekên giran gule bi ser me de barandin. Em durî gund nebirin. Em êxsîr bûn di destê wan de. Me nedikarî parastina  xwe jî bikin. Di wê dema ku DAIŞê gule li me dibarand û xelk serjê dikir, 2 firoke ku heta niha jî em nizanin yên kê bûn, li esmanan digeriyan lê midaxeleyek, êrişek nekir ser wan. Wan jî em dikuştin. Bi tekbîran bi dengên Allahû Ekber xelk qetil dikir kom bi kom. Dihatin ser serên kuştiyan û birîndar jî dikuştin. Piştî ku deng û dora firokeyan zêde bû, ji hev re gotin em biçin û gazî makîneyên kar kirin ku wan kuştiyan bi komî binax bike, yanî ax bavêje ser. Piştî ku ew çûn ez hê li ser hemdê xwe bûm, saet bûbû 1ê nîvro. Çar gule li min ketibûn. Wan digot qey ez kuştî me. Ku ew çûn ez ji nav terman derketim û heta ku min xwe gihand bin hin pûş û çelî bi destan û kaşkirên min xwe gihand dereke biçûk ku ne durî wan bû û êdî min nekarî durtir biçim ji ber ku hê jî xelk dihat kuştin û çakdarên wan ne dûr bûn. Kuştina xelkê berdewam bû. Li wê derê min kuştina xal, xwarze, kur, bira û hemû xizmên  xwe bi çavên xwe dîtin. Min guhdariya wan dikir. Ez birîndar bûm û di rewşeke kambax de bûm. Min xwe di bin komeke pûş de veşartibû û paşê hêdî hêdî ez gihîştim nav bostanekî. 2 gule bi lingên min ketibûn, 2 li zikê min ketibûn, yek di ber serê min re borî bû ku wan digot qey bi serê min ketiye. Lê serê min xêz kiribû. Yanî 4-5 gule bi min ketibûn. Û dozera wan jî dihat ku axê bavêje ser me, hê ku ew nehatin min bi awayekî xwe gihand bin wî pûşî.”

46 rojan di mintiqa DAIŞê de, di şikeftan de ma

Îdrîs Beşar dibêje di nava çend saetan de bi hezaran Êzidî kuştin û wiha pê de diçe: “Min dît ku mêr hemû xilaskirin, 400 mêr di nava çend saetan de kuştin. 78 jinên temenên wan mezin ku temenê wan di ser 50 saliyê de bû, hemû kuştin. Hemû dayik, xwîşk û jinbira bûn. Paşê buldozera wan hat û ax da ser wan komên kuştî. Ez jî mam di nav bostan de. Piştî ku bû tarî, gundekî Erebên Sunne  hezar û 500 metreyan ji me dûr bû, cîranên me bûn, min xwe bi erdê ve li ser dest û zik xwe kaş kir heta wî gundî. Yanî rêyeke gelekî kurt û devereke gelekî nêzîk heta min xwe gihandê zêdetirî 6 saetan derbas bû. 6ê êvarê min da rê ez dema ku gihiştim wê derê saet ji 12an derbas bûbû. Min tenê êdî ewqas karî ku bêjim, ‘Av, av’ bi erebî. Yek hat avek da min û got here ji vê derê. Min jê re got ‘ez birîndar im ez vaye li ber mirinê me lingê min şikestiye, cil di ber min de nemane, cerm û koştê dest, ling û zikê min hemû di ser de hatiye, lingên  min şikestî ne, ez tazî bûme. Ez di rewşeke perîşan de me û ez bi ku de biçim. Min ev jî jê re got bi şiyaneke dijwar, min got em cîran û kirîvê hev bûn, me nanê hevdu xwariye em di nav hev de bûn, çi bû çi qewimî ku hûn li me bûn dijmin çi zirara me gihiştiye we, ma wijdan û mirovahî ev e.’ Lê wî got qet nabe ku tu li vê derê nabî, lê nêrîn ku ez nikarim biçim, çend kes hatin ez xistim nav bataniyekê û ez birim danîm derveyî gund. Nehêlan ez li wê derê bimînim. Kesek li min xwedî derneket. Li derveyî gund saet 4ê sibehê şivanekî ereb hat ez li kerê xwe siwar kirim. Ez birim di koxekî de danîm, birînên min şûştin, derman li birînên min dan û ez 46 rojan di wê mintiqa DAIŞê de mam, çi di kolkên mirîşkan, çi di govan de û çi di şikeftan de. Ez ne di malên wan de bûm, lê xwarin û av bo min dianîn. Wî kesê şivan piştî wê heyamê ji kesekî re got vî ji vê derê xilas bike. Pere, cil û berg dan min û ez li seyarê siwar kirim di nav DAIŞiyan de ez birim Kerkûkê.  Bira, kur û pismam, jin bira min dît ku hemû hatin kuştin, lê jin û zarok çarenivîsa wan ne diyar bû û min nedizanî ka bi ku de birine. Ji xwe tiştekî min nemabû. Ez anîm Kerkûkê û ez ji wê derê çûm bo Duhokê. Biraderek hat ez ji ba asayîşê birim û 6 mehan ez xwedî kirim. Ez birim nexweşxanê û alîkariyeke zêde da min. Piştî ku ez hinekî baş bûm. Îcar ez ketim pey jin, zarok û xizman.  Piştî heyamekê min bihîst ku jin û zarok hemû derbasî Sûriyê, devera Reqayê kirine. Jin di malakê de girtî bûn ku weke xidam û kar û barên malên wan dikir jinên êxsîrkirî. Min xwe gihand û bi pere jin û her du zarok rizgar kirin. Ji xwe 4 zarokên min hebûn. Kurê min ê mezin hat kuştin. 2 kurên biçûk li gel diya xwe bûn û keçik jî birûbûn devereke din.”

“Dewleteke Kurdî hebûya ev nedihat serê me.”

Îdrîs Beşar radigihîne ku 5 hezar û zêdetirî 300 Kurdên Êzidî li derûdora Şingalê girtin û kuştin. 3 hezar û 400 kes winda ne. Mêr hemû kuştin, jin revandin, pîr mirin, zarok mirin.  27 gorên komî li derûdorên Kurdên Êzidî hene. Li koço jî 9 gorên komî hene.  Bi tevahî 34 gorên komî niha li devera Şingalê hene. Gelek ji wan nehatine vekirin. Hinek avê birine. Gelek hê nehatine derxistin. Heta niha 3 hezar kes rizgar bûne. Ez jî ji gorê me.” Îdrîs Beşar di dawiya gotinên xwe dibêje Zaxo û Duhokê alîkariyeke mezin gihande me û axaftina xwe wiha bidawî dike: “Hêviya me dewletbûn bû, em li benda serxwebûnê bûn. Em di navbera aliyan de mane. Heşda Şiebî jî ji bo Şîetiyê dixebitin. Gef in li ser bawerî û hebûna me. Em êdî hebûna Ereban ji kîjan mezhebê bin jî qebûl nakin li Şingalê. Me hesab dikir ku em ê bikevin ber hikmê dewleta Kurdistanê. Ol cuda be jî em hemû Kurd in û hêviya me hebû. Lê niha rewş careke din xerab bû. Dewleteke Kurdî hebûya ev nedihat serê me.”

HEFTENAMEYA BAS

records Source:http://www.basnews.com/index.php/kr/culture-arts/dirok/395032

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev