Lîlî Safarova behsa sê jinên kurd ji Gurcistanê dike

Lîlî Safarova behsa sê jinên kurd ji Gurcistanê dike

Besa Peyale Ceferova

Besê di maleke giran, ya pirzaro da mezin bûye, ji wê mala ku aborîya wan zêde ne baş bû, her heft xûşk jî xwendina baş sitendin.

Besê Ceferova di dibistana hejmara 1ê ya navîn ya bajarê Tbîlîsyê xwendîye, li wir mamostaya wê a wênekêşîyê Margo Polonîkaşvîlî bû. Hema wê texmîn kir, ku mêla Besê ser wênekişandinê ye. Besê bîr tîne: ”Margo xanim pêşengeha berhemên wênekêşên genc da teşkîlkirinê û di nav wan da wêneyên min jî hebûn, û dema min cara pêşin wêneyên xwe bi dîwêr va dît, ez ewqas firnax bûm, ku min wênekêşî berdewam kir”.

Margo Polonîkaşvîlî di paşdemê da piştgirîya wê kir û rê nîşanî wê da bo di hunermendîyê da pêş va here. Bi pêşnîyara wê ew kete zanîştgeha bedewetîyê ya ser navê Nîko Nîkoladzê û paşê jî Akadêmîya Tbîlîsîyêye Wênekêşîyê ya Dewletê.

Li pêşengeha pêşin a şexsî Besê wêneyên bi têma miletîyê raber nekiribû, lê paşê di berhemên xwe da destpê kir erf-ede û çanda olka êzdîyan û pirsên ku ji bo milet balkêş bûn nîşan da.

Di detspêka xwendina li Akadêmîya Bedewetîyê stîpêndîûma Besê serhevdu 28 rûbl bû. Besê dubare ser xwendinê germ dibû û wek xwendkareke bi zên, 35 rûbl distend, ku dikaribû bi wan pereyan kaxez, reng, firçe û pêdivîyên din bikire.

”Bona bigihîjine serketinan, gerekê ji karê xwe hez bikin, erkê xwe herdem pêk bînin. Eger hûn bi wê rê herin, hûnê bi ser kevin. Eger ez rojekê wêneyan nekişînim, rojtira dinê destê min gura min nake. Lema jî gerekê her roj bi karê xwe yê hezkirî va mijûl bî”,- Besê Ceferova – yek ji wênekêşên jin yên miletê me dibêje.

 

Tamîla Têcoyan

”Li bajarê Tbîlîsîyê ji diya xwe bûye. Dê û bavê wê zû wefat bûn, lema nikaribû xwendina xwe berdewam bike.

Di 15 salîya xwe da min mêr kir. Mêrê min – Yûra Têcoyan, wê demê li fakûlteya stomatologîyê ya Înstîtûya Voronêjêye Bizîşkîyê dixwend, piştî xilazkirina wê hate Tbîlîsîyê û li nexweşxaneya ”Dentiver” destbi karê ortopêd-stomatologîyê kir”.

”Min ji zarotîyê da meslekê stomatologîyê hez kirîye. Hevalên min şaş û metel diman, ji ber ku ji bizîşkên diranan ditirsîyan, lê ez ne ser fikira wan bûm. Min gelek ji xwendinê hez dikir û hêvîya xwe hîç caran nedibirî. Dema êdî du zarên me hebûn – Alêkoyê 1 salî û Mîşayê 6 salî – min fikira xwe ji mêrê xwe ra got. Xênji piştgirîkirina mêrê min, di karê serketina min da keda xasîya min jî pir e, ya ku daxweza min bi şabûn qebûl kir û qaranîya malê û miqatîlêkirina zaran hilda ser xwe. Ewê di karê sitendina perwerdeyê da ji min ra bû pişt”.

Tamîla kete Înstîtûya Bizîşkîyê ya ser navê Gorgasalî û di eynî wextê da praktîka xwe ya wek têrapêvt-stomatolog li nexweşxaneya mêrê xwe ”Dentimer”ê derbaz dikir. Heta niha jî li wê naxweşxaneyê bi mêrê xwe û zarên xwe ra kar dike. Mîşa Têcoyan wek ortopêd kar dike, Alêko xwendkarê kûrsa 4an ya Zanîngeha Bizîşkîyê ya Dewletê ye.

Tamîla tevî wan konfêransan û hemcivînan dibe, ku Yekîtîya stomatologan teşkîl dike. Malbet herdem zanebûnên xwe dide bilindkirinê.

Temîla ji çêkirina xwerinan, temetîskan, edebîyeta bedewî û ji xwezayê hez dike.

”Eger meriv dixweze serketî be, gerekê daxweza wî hebe, yek jî piştgirîkirina malbetê”,- Tamîla Têcoyan dibêje.

 

Krîstîna Rizgoyêva

Ez li bajarê Tbîlîsîyê ji diya xwe bûme û di malake pirnefer da jîyana xwe derbaz kirîye. Bavê min hiqûqzan e û herdem bi meslekê xwe kar kirîye. Ew ji zarotîyê da bo me nimûne bû, û min herdem jî hewil dida çav bidime wî. Ji zarotîyê da min karê bavê xwe hez kir. Gava bavê min wek hakim kar dikir, min pir caran, bi rica-lavayan hîvî dikir ku ez mehkemeyê da hazir bim. Û ha min ew pêşek hez kir.

Piştî xilazkirina dibistanê min biryar kir ku ezê bibim dîplomat û ez ketime fakûltêya Pêwendîyên Navnetewî ya Zanîngeha Tbîlîsîyêye Dewletê ya ser navê Cavaxîşvîlî û bi serketî xilaz kir. Dema min zanîngehê da dixwend, yek ji mamostayê min Alêksandr Rondêlî herdem xwendkaran ra digot, ku çav bidine min û ev yek helan dida min ez baştir hîn bibim.

Di kûrsa 3an da ez bona xwendinê çûme Îngilîstanê û min salekê li Zanîngeha Londonê di kûrsa ”DiplomainLaw” da xwend.

Sala 2003an min mêr kir û cîguhastî Batûmîyê bûm. Wê demê li Batûmîyê nûnertîya Wezîreta Karên Der hatibû girtin û min nikaribû bi meslekê xwe kar bikira. Û min biryar kir ez bikevime Înstîtûyeke din, lê vê carê fakûlteya hiqûqzanîyê li Zanîngeha Tbîlîsîyê ya Dewletê. Min bi xwendinê ra tevayî li Wezîreta Karên Hundur ya Gurcistanê, Serwêrtîya sereke ya Acarîyayê da wek hiqûqzan-konsûltant kar kir.

Sala 2011an min dest ji karê xwe kişand û ez çûm min li Ajansa Transporta Behrê ya Gurcistanê, Wezîreta Aborîyê kar kir, û ez heta roja îro jî li wir kar dikim wek sereka serwêrtîya hiqûqîyê.

Di salên 2015-2016an da min stîpêndîûma NipponFoundation sitend û ez ser 9 mehan bo xwendinê çûme Trîbûnala Behrê ya Navnetewî (ITLOS-Nippon Capacity-building and Training Programme on Dispute Settlement under UNCLOS), Hambûrga Almanîyayê. Ew dema jîyana min a here dijwar (ji ber ku ez mecbûr mam malbetê li Gurcistanê bihêlim), lê here hewaskar bû, li wir min zanebûnên xwe dane kûrkirinê.

Ez her sal tevî dêlêgasyona fermî a Gurcistanê tevî xebata Komîtêya Hiqûqzanîyê û rasthatinên bi Rêxistinên dayîreyên Behrê yên Navnetewî li Londonê (Brîtanîya Mezin) dibim.

Zarên min – Anna 13 salî û Alêksnadrê 9 salî şagirtên dibistanê ne. Anna herwiha diçe dersên reqasê û gîmnastîkayê. Alêksandr karatê hîn dibe û gihîştîye serketinên mezin, herwiha topa avê jî dilîze.

“Bona bigihîjine destanînan, gerekê armanceke te hebe û gotî ser pêkanîna wê armancê gelekî bixebitî”-Krîstîna Rizgoyêva dibêje.

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev