Pirsa we û bersîva me – 59

Pirsa we û bersîva me – 59

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernaê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Lê vê carê me cûrê pirskirinê û bersîvdayînê hinek guhartîye, belkî me rewşeke taybet daye nivîsên vê rêzenivîsa malpera xwe..

 

Pirsa Nura Şane 

Pirs:Min demeke dirêj li vî wêneyê ku hûn dibînin mêze kir. Tiştê min jê fêm kir ew e, ku li maleke kurdan nevî weke ku ji vê dinyayê qetîyaye û guhdarîya kalikê xwe dike, ku jê ra çîrokeke kurdî dixwîne. 

Lê gava min derheqa vî wêneyî da fikira kalikê zarê – Têmûrê Xelîl pirsî, ji bersîva wî xweşîya ku min ji vî wêneyî hîs kiribû, pir mezintir bû. 

Em dixwezin hûn jî ji hîseke ewqas xweş bêpar nemînin.

 

Bersîva Têmûrê Xelîl

Bersîv: Li vî wêneyî da nevîçirkê Xelîlê Çaçan Muradov – Arvîn (ji gotina ”ar” û “vîn”, ango “agir” û “evîn”) bi xweşîyeke taybet va guh dide çîrokên kurdî yên bavê kalikê xwe, ku kalikê wî Têmûrê Xelîl jê ra dixwîne. 

Eger di nav hemû kurdan da tradîsyona hevgirtineke ha di navbera çend nifşan da hebe, êdî gotinên wek asîmîlasyon, zordestîya dijmin dibin toza li dû fizildûmanê mayî û kozîya ber agirê tendûrê mayî. 

Eger em navekî li vî wêneyî bikin, wê ha be: -Hevgirtin-hevhezkirin-hevneveqetîyana çend nifşan. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev