ŞEXSIYET Û KESAYETÎ

ŞEXSIYET Û KESAYETÎ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner


Bêguman her kes dixwaze ku şexsiyeta xwe biparêze û kesayetiya xwe jî li gor tewrên jiyana toreyîya nijada xwe bide domandin. Lê belê parastina van herdu wesfan bi hev re, pir zehmet e û barekî giran e.

Ev herdu xeyset pir girîng in ku hertim bi kesên xuyanî re hebin, xasma jî kesên wek mamoste, mela, rewşenbîr û siyasetmedar. Ji ber ku ev kes, hertin zanîn, terbiyeya nijadî û parastina mercên toreyî ji xelkê xwe re dibêjin. Bi zimanekî din, ev kes çira ne di taristanê de.

Çendî ku siyasetmedar hin caran ji vê rasteriyê averê dibin jî, lê ew hersê birrên dî divê çu car averê nebin, bi taybetî jî rewşenbîr.

Ji ber ku berhemên rewşenbîr ku diafirînin, bi sedê salan dimînin û her kes dixwaze bixwîne, gelek car li zanîngehan wek ders têne xwendin û li civatan behsa wan tê kirin.

Eger meleyek şexsiyeta xwe neparêze, kes li pey wî nivêj nake. Eger mamosteyek bê şexsiyet be, nikare ders bide ciwanan. Lê eger rewşenbîr şexsiyeta xwe neparêze û kesayetiya xwe bide binê nigan, nivşên pêşerojê wê bêzî jê bikin û berhemên wî/wê naxwînin. Bi vajiyê vê jî, dê wî têxin kelaşxaneya mêjûyê.

Îcar pîvan û kêşana şexsiyet û kesayetiyê jî, bi sê kiryarên meriv, ji aliyê meriv bi xwe ve eşkere dibin:
– Bi axaftina meriv.
– Bi nivîsandina meriv.
– Bi tevgera meriv.

Jixwe diyar e ku çu rewşenbîr nabêje ”dewê min tirş e.”
Lê dema rewşenbîrek dipeyive, guhdarên hazir jî dema peyv û hevokên wî/wê werbêj dikin, dizanin ka ev rewşenbîr şexsiyet û kesayetiya xwe diparêze yan na.
Ya duyem jî, dema rewşenbîrî nivîsek weşand, xelk wê nivîsê werbêj dike û dinirxîne. Eger tê de sûda xelkê hebe û ya welatê xelkê hebe, nirxekî baş didin wê nivîsê û xwediyê nivîsê jî dixin nava qulçavkên dilê xwe û diparêzin.

Ya sisiyan, eger tevger, rabûn û rûniştina rewşenbîrî li gor mercên civata wî bin, hingê kêfa xelkê jê re tê û rûmeteke zêde didin wî rewşenbîrî.

Li virê zêde behsa mamoste, mela û siyasetmedaran nakin. Lê eger rewşenbîr her kesî bide ber dasa xwe, hemû siyaset û siyasiyên neteweyê xwe xayin û dijmin bide xuyakirin, herweha eger welatê xwe û xelkê xwe li gor pîvan û kêşana baweriyên biyanî binirxîne û xelkê xwe bidehfîne ber bi hêz û rêxistinên biyanî ve, îcar xelk çi navî lê bike serbest e û çewa jî binirxîne azad e.
Rewşenbîrê ku hertim pesnê xwe bide, li her deverê fort û beradan bide xwe, wî/wê ji rewşenbîrtiyê fêm nekiriye.

Bêguman, kî dibe bila bibe, çi dibe bila bibe, kesê û kesa hêviyekê ji xwe bike û xwe bi şexsiyet û kesayetî bibîne, pêşî divê di nava çanda xelkê xwe de aramî û Êminatiyê zêdetir bike û ji bo bipêşketina nivşên pêşerozê berhemên hêja û sûdmend biafirîne. Herweha divê hertim bingeh amade bike da xelkê wî nêzê hevûdu bibe û bawerî bi êkdû bîne. Yanena, ew kes ne rewşenbîr e, tenê xwe dixapîne. Mêjû jî kesên wisa nabexşîne.
Hertim vê dibêjim: Bi nivîsandina helbestan, bi ya pirtûk û nivîştan, kes ne dibe welatparêz û ne jî dibe nivîskar û rewşenbîr.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev