Nameyên evînî -6

Nameyên evînî -6

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a şeşan e.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro çend fikirên ji nameyên evînî çap dikin, ku Nura Şane amade kirine. Dibe ji wan nameyan hinek ji Nurayê ra hatibin şandin. Wê demê qîmetê wê nameyê bilind dibe, ji ber ku emê hîs bikin, ku rêvebira vê beşê ne tenê bi pênûsê nivîsîye, lê bi dil ruh û hîsan va jî.

 

…..

Qurbana çavên te bim. Me hev dîtîye, kêfa me bi hev ra tê, em ji hev hez dikin. Ango, her tiştên din di dest me daye. Em xên ji evînê, tu tiştek ji hev naxwezin. Evîn jî têra xwe pir e. Me ji hîç kesekî ra evîn ne hîştîye, hemû kirîye para xwe.

…..

Tu dilê min î, ez heyrana bejina te, çavên te, ruhê te, lingên te, lêvên te û destên te. Destên te ji min ra dermanê her nexweşîyekê ye.

…..

Tu nameyeke vala jî bişînî, ezê kêfxweş bim, ku ji te behsek hatîye.
Ev fikirên wî nivîskarî xurt in, lê tu kûr bifikirî, ew fikir di nav min û te da jî hebû, lê bi awayekî din. Ha: -Gava em hev hez dikin, bi me va wisa xuya dibe, ku em ji her kesî hez dikin. Ne ji bo wê, ku yê himber yê hezkirinê ye, lê ji bo wê, ku hezkirina me pir e û gerekê hinekî belav bikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev