Bajarê Merîwanê

Bajarê Merîwanê

Yaqûb Kurmanc

Bajarê Merîwanê yek ji bajarên herî girîng yê parêzgeha Sineyê ye. Ev bajar dikeve rojavayê bajarê Sineyê û 125 km dûrî vî bajarî ye.
Xelkê Merîwanê bi zaravayên Soranî û Hewramî diaxivin û piraniya kurdên Merîwanê misilman in, herwiha beşeke kêm ji xelkî Merîwanê Zerdeştî û Xiristiyanî ne.
Hejmara rûniştvanên Merîwanê 12 hezar kes e.
Ji berhemên kultûrî yê vî bajarî pêlava ”Kilaş” e ku navdarîyeke wê ya navneteweyî heye.
Bajarê îro yê Merîwanê vedigere sed salan berî niha, ev bajar di sînorên hikûmeta Osmanî de bû.
Bi destûra Nasiredîn Şahê Qacarî di sala 1281ê hetavî de nêzî gola ”Zirêbarê” Kelayeke leşkerî hate çêkirin. Piştî salekê bi fermana Ferhad Mîrza apê Nasiredîn Şah ew kela berfirehtir bû û çawaniya çêkirina wê kelehê li ser dîwarê mizgefta Dar-el-Îhsan heman mizgefta navendî ya Sineyê hatiye nivîsandin.

Di serdema Qacaran de gelek Karêz , Serşok û Embarên avê hatine avakirin lê ew hemû avahî û amraz ji ber şerê xan û serokên eşîran tune bûn.
Di destpêka hikûmeta Pehlewî da bi destûra hakimê wextê di gundê Mûsikê da kelayek hate avakirin û navê wê keleha ”Şabûrê” bû ku di dema îroyîn de wekî leşkergeh tê bikaranîn û nêzîkî bajarê Merîwanê ye.
Di sala 1336an a hetavî de bi damezrandina şaredariyê kela Şabûrê bi fermî bû Merîwan.

Bajarê Merîwanê xwedî çiya, mêrg û daristanên gelekî xweşik in û yek ji cihên herî navdar yê bajarê Merîwanê gola Zirêbarê ye ku ava wê şêrîn e û tê de masî jî hene, herwiha bi dehan mirîşkên avê kêleka gola Zirêbarê dijîn, bajarê Merîwanê cihekî herî girîng yê geştiyariyê ye. 

Jêderka navê Merîwanê
Di serdema Asuriyan de vê herêmê re digotin Dor Asûr an Karşarokîn, ji ber ku Sargon paşayê Asûrî piştî zeftkirina vê herêmê di sala 1500an a pêş zayînê de li şûna bajarekî kevin bi navê Harharê vî bajarî ava dike ku bi derbasbûna demê navê wê dibe Merîwan.

Di çavkaniyên dîrokî yên Îslamî de navê wê herêmê Dijan ango Dizan bûye ji ber ku li vê herêmê gelek birc û keleh hebûne.
Herwiha di gelek belge û nasnameyan de ku berê hatine dayîn, li dewsa navê Merîwanê de navên Kela Şahabad û Kela Şabûrê hatine bikaranîn.

Di pirtûkên berê da navê Merîwanê Mehrvan nivîsandine.
Mehrvan jî du Peyvan pêk tê.
Mehr (evînî û dildarî) û van (şûn, wargeh, cih) bi wateya Wargeha Evîniyê.
Hin kes jî dibêjin navê Merîwanê berê Merwiyan bûye ji ber ticarên Merwê ji bo kirîna berhemên Daristanî dihatin vê herêmê, lewma jê re digotin Merwiyan.
Herwiha li gorî hin gotinan vê herêmê re digotin Miraviyan bi wateya cihê Miraviyan ango qazan. Sedema wî navî jî ew bûye ku ev bajar nêzîkî gola Zirêbarê ye û di demsalên havîn û biharê de gelek miravî ango qaz koçî vê derê kirine. Di zimanê kurdî de Miravî heman qaz e. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev