Keçên Êzidî: Bila dijmin nebêjin me jiyana wan vemirandiye

Keçên Êzidî: Bila dijmin nebêjin me jiyana wan vemirandiye

Li Duhokê keçên ji destê DAIŞê rizgar bûne, pêşangeheke karên destî vekirin. 35 keçên Kurdên Êzidî, bi wêne û karên destî, di berhemên xwe de nexweşiyên ku ji destê DAIŞê dîtine, derbirîne.

Navendeke ser bi Wezareta Tendurustî ya Herêma Kurdistanê, keçên ji destê DAIŞê rizgar bûne fêrî karên hunerî dike. Heta niha hezar keçên Kurdên Êzdî, fêrî huner û karên cuda bûne.

Ew keçên ku ji van xulan derketine, di Roja Tekoşîna li Dijî Tundûtîjiya li Hember Jinan de, li Duhokê pêşangahek vekirin. Rêveberiya Navenda Duhokê jî piştgiriyê dide wan.

Suham Hacî yek ji wan keçika ne, ku ji destê DAIŞê rizgar bûye. Wî xwe fêrî hinek karên destî û hunerî kiriye. Dayika wê jî alîkarê wê yê sereke ye, jê re kelûpelan amade kirin da ku beşdarê pêşangehê bibe.

Dayika Suhamê, Koçer Qasim dibêje: “Dema van karan dike xwe ji bîr ve dike, tişta bi serê wê hatiye ji bîr dike. Me ew kiriye mezina male û em dilê wê nahêlin.”

Di pêşangehê de berhemê destê 35 keçan hatine pêşandan. Berhemên Sumahê jî bala mêhvanan kişand.

Suham Hacî diyar dike: “Karên destî ji me re weke derman e. Me navêt kefya dijminan bi me bihêt. Bila nebêjin me jiyana keçên êzidî vemirandiye. Ew xewna wan nabe rastî. Em serê xwe li ber wan naçemînin. Hêviya min ew e, keçên din jî werin rizgarkirin. Yên rizgar bûne jî jiyana xwe nevemirînin.”

Rêveberiya Navenda Duhokê jî di warê tendurustî, hizrî û civakî de piştgiriyê dide wan keçan.

Rêvebera Navenda Duhokê Lûma Casim dibêje: “Em çend alîkariyê bdiin wan hê jî kêm e. Pêwîstiya wan bi alîkariyeke zêdetir heye. Em jî nikarin bi tenê hemû tiştekî ji wan re bikin.”

Keç û jinên Kurdên Êzidî, di Roja Tekoşîna li Dijî Tundûtîjiya li Hember Jinan de, birînên xwe dipêçin û dixwazin wê tundiya li hember wan hatiye kirin, ji bîr bikin.

records Source:http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/261120171

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev