Eskerê Boyîk: Êzdîtî û pêwîstiya guhastinan

Eskerê Boyîk: Êzdîtî û pêwîstiya guhastinan

Radyoguhdarên hêja, ev dem û hemû demên we xweş bin! Piştî hefteyekê êzdîyên sernaserê cîhanê ji bo rê û rismên dînî, li gor bîr û bawerya xwe, Cejna dînê xwe ye ferz Eyda Sultan Ezîdê Sor dê pîroz bike. Hêvî dikim ku ev cejn, dê bibe destpêkirina rojên xweş, serkevtinê û pêşve çûna li hemû aliyên jîyana nû ya gelê me de. Ne tiştê veşartinêye ku bûyarên zext yên wan salên dawîye dilşikestin û xembarîyên mezin bi xwe re anîn, tovê bêhêvitiyê di dilê xelkê me de nikand. Ev jî bûye sedem ku bawerî êdî nemaye. Lê erk û borcê rewşenbîr, nivîskar, lêkolîner û pêşîkêşên gel e dilsoz e di qonaxên zehmet û dijwar de rê nîşanê gelê xwe bidin û nehêlin ku bêhêvîbûn belav be. Ji ber vê jî pêwîste yektî û tifaqa xwe xurt bikin. Ji ber hovîtîya dewletên dagirkar û ew bedîlên ku hatine dayîn divê jibîr nekin, bila dîrokê li berçav bigrin.

Me dît ku di warê agadarîya dîroka kurd û Kurdistanê, bi taybet ji civaka êzdîyan ya dûr û nêzîk de valayîyek mezin heye û me xwest ku li gor hêza xwe em di vî warî de xizmetek pêşkêşê gelê xwe bikin. Ji ber vê valayîya mezin, ev demeke ku radyoya û malpera Riataza li gor hêza û mecala xwe di tora medyayê de dest bi beravkirin û weşandina gotar û lêkolînên derbarê wan pirsan kir. Armanca bernameya meye nivîs û lekolînên hêja û cîgirtî derbarê civak û ola êzdîyatyê de di weşana me da cîyê xwe bigire. Emê hevildin vê valayê ku di dîroka gelê me ye qedîm da heye bi gorî derfeta xwe bi saya kar û xebatên zanyarî ye rewşenbîr, nivîskar û zanyarên me bi we bidin nasîn.

Vê carê emê nasîya we bidin gotareke hêja ya nivîskar û helbestvanê navdar Eskerê Boyîk. Hêjaya bê gotin, mamosta Esker bi salan e ku di warê edebîyeta kurdî de kedeke payedar daye, bi salane bi hizir û nêrînên xwe, bi helbest, gotar, analîiz û lêkolînên xwe di xizmeta Kurd û Kurdistanê û her weha di ya civak û ola Êzdî de ye. Iro emê li ser cend xalên girîng ji gotara birêz Eskerê Boyîk ser navê “Êzdîtî û pêwîstiya guhestinan” rawestin. Eskerê Boyik, di gotara xwe de li ser  hine mijar û pirsên di jiyana civaka me de, derheqa wan pirsgirêkan da, ku ji rûyê di demeke kin da, bi mecbûrî, nava dewletê dinyayê belabûnê, li ber Êzdiyan sekinîne dinirxine.  Danhêr di gotara xwe de bi zelalî, astengîyên koçberyê, betifaqîyê, nakokîyan di civaka êzdîyan de  heyî û rêya careserya wan dide ber cavan. Bi niherîna wî  jibo ku em di nava civaka cîhanê de cîye xweye layîq bigirin, dive bi gorî dema nu tevbigerin, bîr u bavarye,  hizra tifaq û xîretê  diha qewî bikin û pêş ve bibin.

Hevîdarim bernameya me ya îroyîn wê bala we bikşîne, ji bo ku pêwîstîya civakê heye derheqa wan pirsgirêkan da ku li ber Êzdiyan sekinîne bizanibe, êş û azara wê baş fêm bike, têbigihîje û jê sûd werbigire!

Fermo, guhdarîya bernameya radyoya Riataza li ser çend xalên girîng ji gotara birêz Eskerê Boyîk bi sernavê “Êzdîtî û pêwîstiya guhastinan” bikin. 

Amedekar u rêvbira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Gotara birêz Eskerê Boyîk  li ser rûpela malpera me bi nivîskî jî hatîye weşandin.

“Eva devedevî 40-50 salin, ji ber gelek sedeman Ȇzdî gund û şênê kal-bavan, milk û mal, goristanên pêșyê xwe dihêlin, temamiya cihanê bela dibin, li ber astengiyên koçberiyê, helandinê disekinîn. Êzdiyên Bakûr bawarkî tev derketine welatên Ewropayê, yên Rojava jî dabûn pey wan, lê ji pey van bûyarê Sûryayê, halekî wusa çê bûye ku dijwer wura êzdî bimînin. Êzdiyên Ermenistan û Gurcistanê weletên sovêta berê û dinyayê bela bûne. Ji pey hedimandina rêjîma Sedem ra halê Êzdiyên Başûr dijwertir bû, pirsgirêk çareser nebûn.

Buyarên Șengalê ew pirsgirêk aloztir kirin, civak ser û binî hev bû, tevî tragêdiya mezin û malwêraniyê li ber gelek pirsgirêkên navxweyî da sekinandin. Civaka bê serî, rêvabir, cihata musulmaniyê, neyartî û hovîtîke wusa bêwîjdan ra hazir nî bû, ber wê zolmê bêpișt șerpeza ma.

Çi hate serê êzdiyên Șengalê me teva gișk bi çavê xwe dît.

Niha cihanê da dijwere welatek hebe ku êzdî lê nejîn. Civaka Ȇzdî di nav demeke pir kin da ji civakeke rojhilatî bûn civaka cihanî. Berê jî jiyana êzdiyan rehet nîbû. Tim li nav zulmê û komkujiyan da bûn. Eger berê ji dest xezeba olperestiyê û zulma der- doran ji cîkî direviyan cîkî din, payê pirê hevra diçûn, bi êl-eșîr, pêşîkêş, oldarên xwe va. Nikaribûn dûr biçûna. Gelên, ku diçûne navê jî bi asta pêşvaçûyînê ji wan bilindtir û pirr cudatir nîbûn. Cûrê mijûlbûna wan jî nedihat guhestin. Astengiyên ziman û nişteçîtiyê kêm bûn. ) Hêviyên vegerê tim dilê wan da hebûn.

Lê koçberiya vê dewranê teherekî din e. Kê çawa kare wusa çara serê xwe dibîne, rêya hezara kîlomêtira, ya çûyîn-neharinê didin e ber xwe. Carekêva cûrê jiyana wan tê guhestin, gundiyê duh, çavgirtî dibin bajarîyê bajarê dewra 21î modêrn.

Ew jî ne ser hev, welatekî, yan herêmekî da. Malek yan çend mal, ji hev dûr, tenê di nav vê derya mezin da bela dibin. Wan guhestina ra ne civak hazir e, ne oldarî, ne jî rêvabira Ȇzdiyan. Qewlên jiyana nû dibin sedemên gelek nakokiyan, nexweşiyan, heta helandin û asîmlasiyayê. Ew nikarin civaka nû û qewlên nû ra normal rêva herin. Astengiyên koçberyê yên der ra tevayî wusa jî erf-edet, astengiyên navxweyî yên civakî, xetên sore xeyset û bawariyê li nav malbeta û civakê da nexweşiyan pêşda tînin. Nakokî wusa jî navbera neferê malbetê yên ahil, gênc, zarokan, jin-zilaman da çê dibin. Gelek caran ahil, cîwan û zarok qewlên jiyan û perwerda nû da ji hev fem nakin, nikarin bi zimanekî biaxivin, jin-mêr dest ji hev berdidin, zarok, gênc ji malê direvin û ew dibin sedemê tiragêdiyan, ji hev belabûna malbetan.

Raste, halê koçbera yê aborê xwaș dibe, ji zulm û zora olperestyê xilas dibin, wan ra derfetê kar, kûlttûrî, perwerdê yê pêșketinê vedibin lê heyîtya bawarya wan, ezditiya wan, ziman dikevin bin xetere. Di van qewla da lewaziya zanebûnên bawariyê, xwenaskirina netewetiyê, perwerdê jî rola xwe ya nêgatîv dilîzin. Ew ruh û bawarî, ew şerm û xofa ku bi dewrana êzdiyan ra bûbû hêza hebandin, hevgirtin û xweparastinê mercên cihanêye nû da êdî zeyîf û bêtaqet bûne.

Ne li welêt, ne jî derva rêvabirîke êzdiyan ya civakî û olî ye bi hêz û zane jî nîne ku rêya xweparastinê, hevgirtinê nîşanî êzdiyan bike, bi cûrekî karibe pirsgirêkên wan çareser bike û rêya rast wan ra bibîne.

Oldar û pêşîkêşên êzdiyan yên zane, pêşîkar, ku civak jê bawarkin û pey herin pirr kêmin. Çawa li welêt usa jî dervayî welêt yên usa li ser tiliya têne jimartin. Dibistanek ji bo hazirkirna dîndarên zane nîne. Oldariyan êzdiyan bi zanebûnên xwe hê jî dereca sedsalên navîn derneketine. Ne hemû pirsgirêkên ol, metolojî, dîrok, canda êzdiyan di alyê oldar û zanyarên êzdiyan va bi rastî têne şrovekirin. Cûrê rêvabiriya olî û civakî, ku bi dewrana bê guhestin didomîne, ne ku civakê rêva dibe, lê civakê ra bûye barekî giran. Ne kare rêya pêşîrojê nîşanî civakê bike, ne jî dihêle civak xwera rêkê bibîne. Ne ku oldar bi zanebûnê xwe pêşîkêşiya civakê dikin, civakê pey xwe dibin, lê civak li pêşiya oldaran va dimeşe.

Bûyarên komkujiyê nîşan dan ku rêvabiriya Ȇzdiyan roja wane teng da ji ber gelek sedeman va nikaribûn bi aktîvî kêrî civaka xwe bên, hêza civakê bikin yek, di navbera êzdiyên Welêt û dervayî welêt da bibn pira hevgirtinê-tifaqê, tevaya hêza êzdiyan rakin dijî zulma îslamê. Keresetê temamya neçarî û bêkarya civakê û “rêvabirya” wê derxistin ber çavan. wusa jî rind hate xanê ku rêvabirî ne bûye merkeza tifaq, yekîtî, hevgirtinê.

Ȇzdiyê cihanê bi hizra-xîreta êzdîtiyê û dengê xûnê wek mirovekî rabûn dijî wê neheqiyê, bo parastina nirxên xweye netewî û olî, lê ji rûyê bêkariya rêvabirîiyê serokatya parastina Șengalê kete destê hinek partiyên kurdî, șexsyetên êzdiyaye tarîye dijî hev, malbetên fêodal e desthiletdar.

Wan ji gorî berjewandiyê xwe hizra tifaq û xîretê Ȇzdiyên cihanê bo nav û kara șexsî, girûpî dane xebatê. Berê her komeke Ȇzdiyan dane alîkî. Tifaq û yekîtiya Ȇzdiyan wêran bû. Alîkarya ku ji cihanê da êzdiyên Șengalê ra șandin pak negihîște meremê xwe. Heta niha jî tifaq û yekîtiya civakê wek hêzeke hev girtî nîne ku xwestinê Ȇzdîxanê hema asta navnetewî da bi xemxurî biparêze. Navê êzdiyatiyê niha bûye karteke siyasî, biçûk û mezin, zane û nezan, qenc û xirab bo kara xwe pê dilîzin.

Komkujiya Şengalê ji alîkî ve Ȇzdî pir êşandin, lê ji hêla din va jî tiştên erênî anîne holê. Dewleta, welat û gelan Ȇzdî nas kirin, tiragêdya wane dîrokî hisyan, netewa wan jî ji doza olperestiya kor hișyar bû. Gelek, di vê tengasiyê da Ȇzdyan xweyî derketin, destê alîkarya moralî û madî dirêjî wan kirin. Lê hê jî berpirsyarîke bi xurt û jêhatî nîne wê berbirbûna raya cihanê ya xêrxwez bo kara vê civakê bide xebatê.

Serokatiya êzdiyan bi kar û barê xwe hê jî dereca xweye sedsalên navîn derneketiye. Eger berê, rûyê gelek egeran va, ji bo civakên êzdiyên Şêxan û Şengalê der nikaribûn tişt ji bo êzdiyên din bikirana, niha jî, çiqas jî mecalên ragîhandin û xwegîhandinê pirin hewl nadin halê êzdiyên dervayî welêt va mijûl bibin.

Bêtifaqî ketiye di nava civakê jî. Hinek weletan, ku êzdî lê penaberin /xazma li Almaniya/ ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe, derbaskirina erf-edet, şîn-şayan êzdiyan ji xwera Malên êzdiyan ava kirin e. Helbet ew mal hinek kar dikin, lê navbera rêvabirîyê wan Malan da ji tifaq nîne. Hineka da bi meremê sîyasî sîmvolên Zerdeştiyê dewsa yê êzdîtiyê danîne. Hinek siyasiya hêza dimeşînin. Destê biyanyaye qirêj, xêrnexwez û neyarên netewî, olî, hêzên siyasî bi azadî ketine nava êzdiyan û karê xweyî bêtifaqiyê di nava wanda dimeşînin, yekîtiya êzdiyan diteribînin. Gelek dogme, ku girêdana wan ayîna bawariya êzdîtyêra jî nîne, ketine nava civakê û li ser rêya wê bûne asteng.

Misyonêr û dîndarên biyanî weke nexweşiya xirab ketine nava êzdiyan. Çavê her kesî lêye pirsgirêk û astengiyên li ber vê civakê hene bidine xebatê û êzdiyan wek pezê bêxweyî li nav xweda tunekin, bihelînin.

Tu dewranê êzdî halê azayê û edlayê da êzdîtiya xwe, ola xwe, ewqas bi girsêyî terk nedane çiqas niha, gilyê min derheqa zewaca qedexe da nîne, bi rezadilî oleke din qebûlkirin e.

Bi texmîna me dema Şîxadî da jî ev civak dîsa li ber pirsgirêkên mezin sekinî bûye. Şerrê navbera herd olên mezin, Êrîşên Monxol-Sêlcûkan li ser heremê, êrîşên hêzên başqe-başqe yê îslamê, tevlihevbûnên fêodaliyê wusan kiribûn ku gelek bawarî û civakên kêmjimar di nav olên mezin da dipelçiqîn, tune dibûn.( Di nav mîrtiyê êzdiyaye wê demê yên ji hev bela da yekîtî tune bûye. Nava civakêda sîstêm û hed-sedeke rêk – pêk nîbûye.) Êzdîtî jî wak bawariyên kêmjimar û kevnar e din, di navbera herd olan da wê tune biya eger şexsyetekî wek Şîxadî: zanyarekî wê demêyî mezin, dewrêşê Xwedênas, xweyî kiryamet, sir û kerema esmanî nehata nava wan.

Ew guhestinên bingehîn, ew hed-seda Şîxadî, şagirt û peyhatiyê wî, anîne nava wê civakê, êzdîtiyê ra bûn hîm, qewat, hevgirtin û bawarî, wê hed û sedê nêzkaya hezar salî ev bawarî di nav dorpêça dîndijminatiya hişk , xwexwatiya fanatîk e kor, agir û bahozên dîroka Rojhilatê ya xezeb da parast.

Niha qewl û mercên dinyayê ne weke dema Şîxadî ne, bi carekêva hatine guhestin, vê dewra pêşdaçûyînê, têxnolojiyê, kompyûtir û întêrnêtê da hed û seda Şîxadî dibe dîrok.

Tevî guhestinên dinyayê, êzdî jî hatine guhestin, cihanê bela bûne, bi hezara km a ji hev dûrin, nava bi deha dewlet û gelan da, kûltûr û zimana da bela bûne, evdê êzdî jî wek şexs ne yê berê ye.

Vî halî da eger Êzdî jî gorî şert û mercên dewranê xwe neguhez in, rêvabirya xwe ya olî zane û organîze nekin, wê di nav heja dewranê da wunda bibin yanê jî li ber gelek nexweşiyên wundabûnê bisekinin. Ji bo wê jî pêwîstiya wan bi guhestin- rêformên bingehîn hene.

Pirs pêjda tê, kê gerekê civakê ji vî halî derxe? Kê gerekê rêya xweparastinê nîşanî wan bike?

1.Gumanê daynin li ser rêvabirya Êzdiyan ya niha û oldaran bê wate ye. Bi texmîna me zanyar, pêşewitiyê gel, rewşenbîr gerekê derheqa van pirsgirêka da bifikirin, ew gerekê derkevein dijî vê malwêranyê.

Ji çavkaniyên dîrokî, zargotinî, ji têkstên bawarya êzdîtiyê tê xanê ku dema Şîxadî jî ew guhestin-rêform di êzdîtiyê da ji alyê rewşenbîrya pêşketî, xwendî da hatiye pêk anîn. Şîxadî, şagirt û peyhatiyê wî gişk jî şexsyetên dîrokî, di rojhilatê da bi nav-deng, xwedî kiryamet, zanebûn, felsefaya xwedênasyêye kûr, xwendî û bi rastî jî rewşenbîr-rêvabir û pêşewitiyê civak û netewa xwe bûne.

Şaşîye bifikirin, ku ev pêvajo bi biryarekê, bi konfêransekê pêk bê. Guhertin dem û lêkolînên demdirêj dixweze.

Eger rêvabirî û rewşenbîrya êzdiyan wê însîatîvê hilnedin destê xwe, jiyanê bi xwe guhestina bike.

Jîyanê bi xwe jî gelek guhestin kiriye nava vê civakê. Civaka Êzdî civaka sed sal yan hema pêncî sal berê nîne. Êzdî gerekê hişkaya xwe daynin alîkî û bi zanebûn li wan guhestinan binêrin, ku jiyanê kiriye nava wan, wan lêkolîn bikin, wan ne dijî êzdîtiyê lê ji bo kara êzdîtiyê binirxînin, ji bo pêşîrojê da parastina wê rast bidine kêranîn.

Ev pirsgirêka ne tenê ya komek oldar, zaniyar û “rewşenbîrên” êzdiyên Başûr e, çawa heta niha bûye. Dem û mecal hatine guhestin. Îro pirsgirêk li ber temamiya êzdiyên cihanê sekiniye. Çareserkirina pirsgirêkê gerekê hidûde Başûr da nemîne.Ew gerekê bibe pirsgirêka temamiya êzdiyên cihanê. Kal bavê mê bi xûna xwe, bi rebenî û dijweryan, bi rev û bezê ew civak anîne derxistine dema me, werên em jî xweyî xûna pêşyê xwe derkevin.

2.Ȇzdîtî bawarîke yekgirtî ye. Navda, wek olên din tu şax ȗ meshebê cuda nînin, ku nava bawaryê ȗ bawarmenda da jî cudetî hebe. Ȇzdiyên her ciya ser heman bîr-bawariyê ne, tu cudatî navbera wanda nîne. Eva jî qewlê niha da rêvabirya Ȇzdiyên cihanê di werê olî da pir rehet dike.

Şert û mercên nû da pêwîstî bi sîstêma rêvabirîke nû ya yekgirtî heye, çawa ji bo êzdiyên welêt /Başûr/ wusa jî yên dervayî welêt. Bi texmîna me Rêvabirya Êzdiyaye olî ya merkezî gerekê li Lalişa Nûranî be, şaxê wê Meclîsa li Amêrîkayê, Ewropayê, Rûsyayê, Kavkaziyayê û hivd hebin. Li rex Meclîsa ruhanî gerekê Akadêmya olî, zankoya hazirkirina oldaran, merkeza lêkolîna êzdînasiyê, merkeza şêwrdariyê, weşenê, ragihîandinê, tekîlyên derva û hivd hebin. Întêrnêt û îcatên pevgirêdanêye din wê mecalê bidin, ku Merkez bi hêsanî şaxê xweva bê girêdan, rêvabirî nêzîkî bawarmendan bibe, eyd-erefat her ciya demê da bên derbaskirin, edebyeta olî karibin bigihînin her bawarmendê êzdî.

Oldar, têologên zane, hazir, hêja, şikestî yên nava civakê da bi bawarî û qedir ji her deverê êzdî lê dijîn gerekê bên bijartin û rêberiya oldariyê da ciyê xwe bigrin.

Wusane pêwîste Merkezeke Êzdatiyê ya pîroz, di nav civakê da bi qedir, zane, çalak bi şaxê xwe ku nȗnerê Ȇzdiyên hemȗ cihanê hilde nava xwe, civaka Ȇzdiyan dora xwe bicivîn e ȗ di warê olê da anegorî şert ȗ şȗrtê vê dewranê wê rêva bibe:

Ku dengê Merkezê bigîje hemȗ bawarmendên Ȇzdî yên li cihanê bela, gotî şaxê wê merkezê Şengalê, Ewropa- Almaniyayê, Ermenistanê, Gurcistanê, Rȗsiyayê, USA ȗ hvd hebin.

Vana da hîmlî oldar bin, ne tenê ji Welat Şêx yan Şengalê lê ji temamiya Ȇzdîxana cihanê. Oldarên Meclîsê bi bijartineke tebyt gerekê bêne wezîfedarkirin. Wan bijartina da gerekê temamya dîndar ȗ têologên Ȇzdiyên cihanê beșdar bin. Nȗbȗn pêwîste bikeve strȗktȗrayê jî. Oldar jî ese nîne ku Şêx ȗ Pîr bin. Ya sereke ewe ku zane bin, şikestî ȗ ji alyê civakê va hatibin qedirgirtin, qebȗlbȗn, qîmetê wan di nav civakê da hebe. Helbet dîrok jî gerekê neyê bîrkirin.

Başȗr da Bingeh Laliş heye bi şaxê xwe. Li Ewropayê Malê Ȇzdiya hene bi navenda wane Şêwrmendiyê, Yekîtiya Ȇzdiyan, Rȗsiyayê ȗ cîyê dinda Ȇzdî karin ji xwera organîzasyona avakin. Evan her yek çawa naha ye usa jî pêşîrojê karin nȗnertiya civaka xwe bikin ber deshiletdarya welatê ew têda dijîn.

Dema derheqa guhestinan tê kirin, pêwîste hinek tiştên vê bawariyê ji hev başqekin.

3.Hed û seda ku dema Şîxadî û peyhatiyê wî ji bo êzdiyan hatiye ava kirin û rêformkirin, xemilandin hîmlî pirsên strûktûra civaka êzdiyan, cûrê rêvabirin, xweparastin, perwerdekirin, çaresekirna aboriya rêvabir û oldaran, saxlemîypaqijaya tifaq û yekîtiya civakê ne.

Dîroka derbasbûyî nîşan da ku bi wê hed û sedê bingeh-hîmekî wusayî xurt ji bo parastina civaka êzdiyan hate danîn û çawa me berê jî got devedevî deh sedsalan êzdîtî pê hate parastin.

Bingeha zanyarya bawarya ezdîtiyê, felsefa wêye xudênasiyê wusa kûr, dewlemend, bi îzbat û menî, şert û merc, wusa bi xurtî hatiye danîn, mak kirin, ku tek pêwîstiya têolog û oldarên zane heye ku rastiya wê, naveroka wê bi zanyarî binirxînin, bigihînin bawarmendan, wan ra rind, bi rêk û pêk şirovekirin.

Êzdîtî bawariya sirrê, keremê, xofê û kirasguhertinê ye. Ev pirînsîpên êzdîtiyê bêtir nêzîkî pêşdaçûyîna zanyariya cihanê ne. Ew bingeh jî ji hezara sala tên.

Êzdî bawariya xwe melek û milyaketa tînin, Tewisî Melek, rêvabirê her hevt meleka, hebandina wanda sûbyêkta here sereke ye. Êzdî xwe hesab dikin miletê Tawisî melek û pey sirra wî diçin..

Ezdiya ra Xwedê bawariya here jorîn e, bê heval û bê şirîk e. Ew e efrandar û xuliqdarê her tiştî û her bûyarê. Zanyariya bawariya êzdiyan da tê gotin :”Bêyî zanîna Xwedê pel jî ji darê nayê xarê”.

Êzdî navbera xwe û Xwedê da tu kesî qebûl nakin, ji bo wê jî pêxemberê wan nînin.

Li dora van sitûna jî temamiya zanyariya felsefa bawariya êzdiyan ya xwedênasiyê li dor efrandina dinyayê, mirin-jîyanê, bûyar û pêşdaçûyînê, dem û dewrana hatiye efrandin û tê şirovekirin.

Çawa suruşt, sêr û sirrên xweva kevn nabe, wusa jî zanyariya ezdayetiyê kevin nabe.

Bi texmîna me Şîxadî, şagirt û peyhatiyê xweva dest nedane vê bingeha bawariya ezdatiyê ya kevnar, li ser wî hîmî hed û seda xwe ava kirin e.

Di vê nuxtê da kêmasî di tunebûna oldarên zane, têolog, edebyeta oldariyêye nivîskî da ne, ku karibin wek oldarên bawaryê mayîn bi zanebûn wê zanyaryê bi zimanekî sade, rehet bigihînin bawarmendan, bawarmendên êzdiyatiyê jî li pey xwe bibin, wan bi êzdîtiyêva bidin girêdan.

Ji bo hazirkirina oldaran gerekê mektebên xwendina oldariyê yên navîn û bilind bêne demezirandin, ji her deverê êzdî lê dijîn zarok û gêncên mêla wan di wî werî heye bibijêrin, bînin û wan xwendingehên olî da ji bo oldariyê perwerdekin.

4.Êzdiyatiyê da cîkî herî qels pirsên aborî ne.

Eyane aboriya her olê wusa jî ya vê olê ji xêrên bawarmendan tê demezirandin. Sîstêma berevkirin û kêranîna xêr-xêratan li cem êzdiyan ji dema Şîxadî da girtî heta 30-40 sal berê jî femdarî bû.Çiqas jî şert û mercên êzdiyatiyê, civak, di nav civakê da wezîfên oldaran hatine guhestin, lê dîsa cûrê berevkirin û kêranîna xêra, maye wek dewranên berê.

Bi texmîna me sîstêma çap û cûrê berevkirina xêra ji bawarmendan gerekê bi carekêva bê guhestin. Êzdî civakeke bi xof û bawarî ye. Evdê êzdî ji gelên din kêmtir xêra nakin. Tenê pêwîst e, ew xêra ji bawarmendan civandî, çawa di nav civakên bawaryên din da tê kirin, di nav êzdîtyê da jî bigihîje meremê xwe, ji bo parastin û pêşdaçûyîna bawariya civakê bê kêranîn.

(oldaran, merkeza lêkolîna êzdînasiyê, merkeza şêwrdariyê, weşenê, ragihîandinê, tekîlyên derva û hivd hebin. Întêrnêt û îcatên pevgirêdanêye din wê mecalê bidin, ku Merkez bi hêsanî şaxê xweva bê girêdan, rêvabirî nêzîkî bawarmendan bibe, eyd-erefat her ciya demê da bên derbaskirin, edebyeta olî karibin bigihînin her bawarmendê êzdî.)

Oldar, têologên zane, hazir, hêja, şikestî yên nava civakê da bi bawarî û qedir ji her deverê êzdî lê dijîn gerekê bên bijartin û rêberiya oldariyê da ciyê xwe bigrin.)

  1. Pirsgrêka here dijwer, ku vê demê ji her tiştî pirtir çareseriyê dixweze, nexweşiyan civakê da pêşda tîne ew teribandina hinek xetên hed û seda êzdîtiyê yên sor in ku niha, bêtir li dervayî welêt pêk tên.

Ji bo parastina vê civakê gerekê gelekî fesal, bi zanebûn nêzîkî vê pirsgirêkê bibin. Ne bihêlin “çawa dibe bira bibe” ne jî rêya teribandinê bihêlin “firebe”.

Bûyarên dîrokî didin kivşê ku ew xetên sor ne ewqas ji bo betalbûna olê, lê di nav dewranên dijwer da ji bo xweparastina civaka êzdiyan berk û hişk hatine danîn.

Hişkaya wê civak û ola, ku Êzdî navda dijîtin, êzdî mecbûrî hişkayê wan xetên sor kirin. Bûyarên dîrokî nîşan didin, ku dema Şîxadî û peyra jî hinek civakên din hatine û li nav êzdiyan da helyane.

  1. Pirsa xweyîkirina zimên pirseke here sereke ye. Eger wa here 15-20 salê din, êzdiyê welatekî yê weletekî din ra tek bi alîkarya tercmaçiya wê karibin biaxive. Vira pirsa xwendina tomerî, elfeba tomerî pêșda tê.

Pirsgirêk pir in: wek pirsgirêk guhestinan dixwezin strûktûra çivakê, sîstêma perwerda olî-civakî, sîstêma oldarî, tifaq û paqij jiyana civakê, xwerin-vexwerinên qedexekirî û hivd.

Van û gelek pirsgirêkên wa ku ber Êzdiyan sekinîne kes nayne Êzdiyanra çareser nake.

Pêșîkêșên êzdiyan gerekê pirsgirêkê formal, e vala, ku îro xwera kirine pirobilêm rênîș, xelkê pê dixapînin daynin alîkî, xwera rêyên çaresarya wan pirsgirêka bibînin. “

Eskerê Boyîk 
01.11.2017

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev