
Ali Gurdilî
Li gorî bîr û baweriya Jean Paul Sartre 1905-1980, tiştekî ku em bikaribin jêre bibêjin tune û mirov bi dest û keda xwe, xwe diafirine û destnîşan dike. Kêzik û çûk, çawa bûne heyîn, wisa jî dijîn û nikarin vê yekê biguherînin. Lê mirov, ber bi xwezayê ve hatine avêtin û hilika xwe, bi destê xwe (bi ked, bi zanyarî û hwd) diafirînin. Jiber vê yekê jî, divê tevgerên wan neyêtin astengkirin (sînorkirin) û divê bikaribin bi azadî tevbigerin.
Ango Sartre dibêje ku: ‘Mirov, mehkûmê azadiyê ne.’
Di bin kîjan şert û mercan de bin bila bin, em azad in û jiyana xwe, bi destê xwe diafirînin. Jiber ku hemû kes cihê xwe (nirxên xwe, hêjahiyên xwe) bi destê xwe diafirîne, zagoneka ehlaqê yeka ku em bibêjin ji bo hemû kesan derbasdar e, tune.
Li Gor Nêrîna Sartre Azadî û Berpirsiyarî
Mirov heyînek ji bo xwe ye, hiş û azadî ye. Sartre vê ramana xwe û bivênevêtiya azadiyê, bi hevokaşirove kiriye. Em di bin kîjan şert û mercan de bin bila bin, em azad in û bi biryarên xwe, em jiyana xwe diafirînin.
Helwesta me ya ku em ji bo rewşekî nîşan didin, bi pêşnûmayên me yên ji bo siberojê re digihêjine wateyekî û tevgerên me jî, li gor wan pêşnûmeyan derdikevine holê. Azadiya giştî, bi xwe re berpirsiyariya giştî tîne. Jiber vê yekê jî mirov, hem ji xwe û hem jî, li hemberî hemû mirovan berpirsiyar e.
Hilbijartina li hember rewşekî jî, di destê me de ye. Biryara vê yekê, em bi xwe didin. Hilnebijartina tiştekî, di rastiya xwe de hilbijartina tiştekî ye û divê (em bêgav in) em hesabê vê yekê jî bidin. Di dema hilbijartina rewşekî de em ne jiyana xwe tenê, em di heman demê de hêman û hêjahiyên xwe jî, ku bingeha wê hilbijartina me ne, destnîşan dikin û pêşkêş dikin.
Mengiyên (îdealên) ehlaqî û hêjahiyên me, bi tenê dikarin li ser azadiya me werin hîmdarkirin. Mehkûmtiya mirovan, ya azadiyê û têgihiştina mirovan ya berpirsiyariya xwe, diltengiyekî jî derdixe holê û diltengî jî, ji hestên herî bingehîn yên hebûna mirovî ye.
Riataza