Nameyên evînî -8

Nameyên evînî -8

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a heyştan e.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyeke evînî çap dikin, ku Nura Şane amade kirîye. Dibe ji wan nameyan hinek ji Nurayê ra hatibin şandin. Wê demê qîmetê wê nameyê bilind dibe, ji ber ku emê hîs bikin, ku rêvebira vê beşê ne tenê bi pênûsê nivîsîye, lê bi dil ruh û hîsan va jî.

…..
Cara pêşin di jîyana min da min texmîn kir, ku girîna ji dil çiqas xweş e. Weke ku hemû nexweşîyên di canê te da dertên, dil û ruhê te di zewqeke mezin da ne, aram û rehet e. Lê dema girî xilaz dibe, weke ku nexweşîyeke din tê dewsa wan hemû nexweşîyan digire. Nexweşîyeke wisa, ku ji hemû nexweşîyên berî girînê xedartir e. Ji ber ku di serê min da sebebên nexweşîyên berî girînê Xwedê bû, qeder bû, bextê min bû, ango hêvî hebû ku wê qenc bibin, lê sebebê nexweşîya piştî girînê ez im û tenê ez im. Ne hêvî heye, ku Xwedê wê alî te bike, ne jî bizîşk û derman hene, ji ber ku ew nexweşî ji nebûna evîndara te ye.

Niha weke ku her tişt mirîye. Ruh mirîye, hiş mirîye, fikir mirîye. Ecêb e, lê bo çi dil ne mirîye? Wisa dibe: nexweş di komayê da ye, tu organek kar nake, tenê dil kar dike, ew jî bi fîşa êlêktrîkê. Di van rewşan da hêvîya ku nexweş bê ser xwe pir hindik e. Fîşa êlêktrîkê derxin, dil jî disekine. Fîşê dernaxin, ji ber ku dikare ecêb biqewime, ew hêvîya biçûk zora hemû bêhêvîyan bibe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev