Gundê Babasî

Gundê Babasî

Dîrok û sernavên gundekî

Wergerandin: Miheme Zekî Mihemed

Ji devê Eliyê Miradê Mişko yê ku di sala 1941an di li gundê Dêrûna Axê ji dayik bûye, û ji sala 1945an ve li gundê Babasiyê cîwar bûye, hatiye girtin.

Babasî ew navê gund ê rasteqîn û resen e û hemî şêniyîn herêmê bikartînin, paşê ji hêla rêjîma Sûriyê ve kete ber siyaseta erebkirinê, bi Sîna’i hate bi nav kirin.

Ev gundê bi xurista xwe ye qeşeng û spehî, sînorbire di navbera herêma Aliyan û herêma Cerehêde, ew ji aliyê rojava ve gundê dawî ye ji herêma Aliyan û ji bakur ve sînordarê gundê Şêtika û sînorê Turkiyê ye, ji başûr ve gundê Maşoqa ye, rojhilatî wî gundê Elî Bedran e.

Ji hêla kargêriyê ve û li gorî dabeşkirina hikumeta Sûriyê bi navça qeza Çilaxa ve girêdayî ye, lê li gor dabeşkirina kantona Cizîrê bi navça qeza Tirbespiyê ve hatiye girêdan. Babasî dora 25km ji Çilaxa û dora 21km ji Tirbespiyê dûr e.

Gundê Babasî di navbera sala  1930-1935an de hatiye avakirin û ji cîwarbûnê re amade bûye.

Berê rûbera xaka çandiniyê 4000 donim bû. Birinc, pembû, darên bergir û deştane spîndar, sindiyan…. û hemî cureyên şînkayî û çandinyên bejî lê dihatin çandin, lê bi sedema kêmbûna baranê çandina wan cureyên şînkayî rawestiyaye, û ji wê rûbera çandiniyê tenê 800 donim mane, ji ber ku gund kete ber pirojeya xeta dehan ya ku Zincîra Erebî ya nijadperest û kirêt de, ew pirojeya rikgîr û kotek ku rêjîma Sûriyê di herêma Kurdî de cî bi cî kir û bi wê bihaneyê xakên wan ji destê wan derxistin û ji 800 donimê ku mayî 400 donim li malbata Kini’o û 400 li malbta Hecî Hesen hate belavkirin.

Lê belê, nîvê arziya gund a ku li malbata Kini’o vedigeriya, Hisênê Osê kirî û nîvê dî yê Elî Zilfo û malbata Haco bû, piştî demekê malbata Haco dest danîne ser û 80% ji berhemê çandiniyê dibirin weke bacê bû. Hasil dihate binavkirin, niha gundî bi keda destê xwe û xwedîkirina sewal û curêyên din ji ajelan jiyana xwe dibuhurînin.

Berî ku şoreşa Sûrîyê di sala 2011 an de destpê bike hejmara xaniyên ku jiyan di wan de dibû 50 xanî û 600 kesî bûn, lê niha jimara xaniyên ku jiyan di wan de berdewame 30 xanî û 150 kesî ye, piraniya jimara ku mayî, jin, zarok û kalemêr in, ango ji xort û ciwanên berhemdar valaye.

Lê yên mayî arziyên xwe diparêzin û bi xaka bav û kalan ve girêdayîn e, û puxteya koçberiya çêbûyî bêpariya şêniyan ji mafê welatînî, xakê ye û stem, belengazî û leşkerî jî di vê rewşê de xwedî bandor e.

Hêjayî gotinê ye ku piraniya şêniyên gund ji hoza Saliha ne, tevî ku hin malên ji hoza Dilmemka û Seyida jî ne û gundî hemî bi ola xwe Misilman in.

Hin xizmetguzariyên sivik li gund peyda dibin, mîna Bîreke Tirwazî, dibisteneke qunaxa seretayî û rêyeke qîrkirî di ber gund re diçe.

Ji bilî xurista gund a sur û spehî gelek sernavên din hene ku Babasî kirine gundekî awarte, yek ji wan Ciwa Hezexe, ku xirîstîyanên Filehê Hezexê kola bûn, ji Babasiyê destpê dike û bi aliyê gundê Maşoqê de diçe, wisa jî kaniyek lê heye û bi Kaniya borangeh tê bi navkirin, herweha gundekî pîroz e, ji ber ku gora ziyaret a Şêxekî ku bi navê Şêx Miheme navdar e di gund de ye.

Tevî spehîtî û sernavên Babasiyê jî, xwedî dîrokeke berçav e di xebat û têkoşîne de, serê mirov ji ber bilind e, ku ji kevn de navendeke netewetiyê bû, ji ber vê xebat û rûmetê bi Gelala di nav gundên herêmê de dihate naskirin, ango Babasî ya mêrxas û wêrek gundê pêşin bû ku bi hewara gundê Dêrûna Qulinga ve çû, dema ku hêzên Turkiyê êrîşî wî gundî kirin, di encama wî şerî de ku bi Şerê Dêrûna Qulinga navdar e, efserekî Turk hate kuştin.

Tevî nîrên zor û dijwar ku ev herêma Kurdî tê re derbas dibû, kongirêya diwem ya yekemîn partiya Kurdî Partiya Dîmoqrat a Kurdistnî di sala 1977 an de li Babasiyê hate lidarxistin.

Hêjayî gotinê ku apê Ehmed Yasîn ji gundiyên herî kevnar û temen dirêj e, li ser avakirina vî gundê mêrxas û pêşewe bîner e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev