Nameya vekirî ji bo serokên dewletên DAY, RF, KFA, Fransayê û Brîtanîya Mezin

Nameya vekirî ji bo serokên dewletên DAY, RF, KFA, Fransayê û Brîtanîya Mezin

Nameya vekirî bo serekên dewletên:

DAY Donald Trump

RF Vladimir Putin

Fransayê Emmanuel Macron

Kanslera KFA Angela Merkel

Serekwezîra Brîtanîya Mezin Thereza May

Kesên qedirbilind! Êdî bi awayekî zelal xuya dibe, ku welatên we çiqas pir sîyaseta dêmokratîyê li Rohilata Nêzîk didine derbazkirinê, ewqas pir têne bawerkirinê ku hûn hewcê alîkarîya kurdan in, ku dû ra hûn wana piştguh dikin, ew êdî ne di xema we da ne. Ev yek di nava tevaya dîroka gelê kurd da bûye, ji bo nimûne, berî rûxandina desthilata Seddam Huseyn li Îraqê DAY bi kurdan ra pêwendî danîn û kurdan got emê piştgirîya we bikin. Bi vî awahî Komara Îraqê a Federatîv hate sazkirinê, di nav wê da otonomîya Herêma Kurdistanê jî. Dîrokê nîşan daye, ku sunî û şiîyên Îraqê pir caran di hindava hevdu da bêhnteng in, qira hev tînin, lê Kurdistana Îraqê bûbû giraveke aramîyê û aşîtîyê, bi Parlamentoya xwe, bi serokkomar û hukumeta xwe va. Hema xût bo wê yekê welatên dereke, di nav wan da welatên we jî, li Kurdistana Îraqê konsûlxane û nûnertîyên xwe vekirin û bazirganan hebûna xwe kirine nava karê pêşketina Kurdistanê. Xênji Kurdistana Îraqê, hema bêje tevaya axa Komara Îraqa Federatîv ji alîyê çeteyên rêxistina têrorîstîyê “Dewleta Îslamîyê” da (DÎ, ku li RF hatîye qedexekirin) hate zevtkirin, rewşa li Sûrîyê diha xirabtir bû.

Wisa dertê, ku Îraq û Sûrîya ne dewletên serketî ne, ji ber ku artêşên wan nikaribûn axa xwe biparêzin. Koalîsyona navnetewî û serokkomarê Rûsîya Federal (RF) birêz Vladimir Putin gelek caran dubare kirin, ku kurd hêza sereke ne di şerê dijî têrorîstên KÎ da. Kurd, ku bi xurtî tevî rizgarkirina jîngeh û bajarên Sûrîyê û Îraqê bûn û derbeke xedar gîhandine têrorîstan, gelek caran qîmetkirinên birêz Putin destnîşan dikin. Kurdan beşeke Mûsilê, Şengalê, Kerkûkê li Îraqê, lê li Sûrîyê – Kobanî, Mencîb û Reqqa, paytextê KÎ, rizgar kirin. Gelo artêşên van welatan li ku bûn, ku gerekê niştecîyên sivîl ji xetera mezin biparastana? Gelo em dikarin wan welatan wek dewlet bi nav bikin? Di wê berxwedanê da zêdeyî 1900 şervanên kurd û Pêşmerge şehîd ketin, lê bi sedan hezaran jî birîndar bûn û bê mal û milk man, lê dîsa jî wana mêrxasî nîşan dan û bajar û jîngehên nû rizgar kirin.

Kurdistana Îraqê bi van serketinan va ruhdarbûyî, gorî xala 140 ya Destûra Îraqê, Rêfêrêndûma bo navçeyên şikber û serxwebûnê îlan kir. Zêdeyî 92% kesên dengên xwe dan gotin ku navçeyên şikber gerekê bikevine nava teşkîla Kurdistana Îraqê. Dewsa wê yekê, ku daxweza gel pêk bînin, rê vekin bona pêkanîna biryarên kurdan, serokatîyên Îraqê û Îranê destpê kirin bi bikaranîna çekên Amêrîkayê, ku dabûne Îraqê bona şerê têrorîzmê bike, zor li kurdan kirin. 15-16ê cotmeha îsalin gelek navçeyên Kurdistana Îraqê hatine zevtkirin û di hindava binecîyên kurd da zordestîyên cezakirinê hatine pêkanînê. Di encama zevtkarîyê da bi sedan hezaran kurd bûne penaber an jî di nava hesar û dorgirtinê da ne. Serekwezîrê niha yê Îraqê birêz El-Ebadî bi zulmkarîya xwe va ji Seddam Huseyn derbaztir bû. Ew naxweze zêdeyî 55 xalên Destûra Komara Îraqê ya Federatîv di hindava otonomîya kurdan da pêk bîne. Hukumeta wî byûcêya Kurdistanê heta 12 % kurt kir, balafirgeh dane girtinê û nefta Kerkûkê bi awayekî bêqanûnî difiroşe Îranê û bi wê yekê va di nav niştecîyên Kurdistana Îraqê da pirsgirêkên aborî saz dike. Ew bi wê yekê va dibe sebebê pêkhatina şerê navxweyî, bona firsend bikeve destê wî artêşa xwe di hindava wan da bi kar bîne, daxweza gelê kurd li Kurdistana Îraqê têk bide û ji holê rake, ku yek ji navbendên merivaya medenî ye. Tenê li ser vî erdî 13 pêxemberên momin hatine binaxkirin.

Di eynî wextê da serekwezîrê Kurdistana Başûr Nêçîrvan Barzanî serekên dewletên Fransîyayê, Almanîyayê, Brîtanîya Mezin bi dilgermî qebûl dike û ewana hemû jî di ber dilê kurdan da tên, dilê wan bi kurdan dişewite, lê biryarên bona çareserîyê pêk naynin. Neyarên gelê kurd vê gava Nêçîrvan Barzanî raber dikin wek ”Ew seredana welatên Ewropayê yên pêşketî dike, lê gelê wî xwepêşandinan û bêqanûnîyan dike, dewa maeşê xwe û başkirina rewşa moralîyê û aborîyê dike”. Kurdên tevaya cihanê bi hesas û hêsir di çavan da bala xwe didine bedbextîya birayên xwe yên xwînî, lê tu kes guh nade fikira wan, mesele di pirsa Sûrî da, ewqas rasthatinên bo çareserkirina rewşa sîyasî, aborî li welêt hatine derbazkirin, lê ew hemû jî bêy tevgelîya kurdan qewimîn. Ez we û tevaya cihanê didime bawerkirinê, ku bêy bi heqî çareserkirina pirsgirêka kurdan, li Rohilata Nêzîk wê aramî tunebe. Hemû varyantên altêrnatîv yên din – xwexapandin in. Bi awayekî vala xerckirina wext û pereyan e. Sûrîya nimûne ye, hemû bajar û heykelên dîroka qedîm û kevinare hatine hilweşandin, ji bo dasekinandina wan bi kêmanî 85 mîlyard euro lazim in. Lê ew jî ne dawî ye.

Bêqanûnî û xweserîtîyên li Sûrîyê wê bi çaresernekirina pirsa kurdî va careke din serî hilde. Serekên welatên ku hewil didin li Sûrîyê rewşê aram bikin, çavên xwe li pirsgirêkên kurdan digirin. Ez serokkomaran û tevaya cihanê didime bawerkirin, ku di wan welatan da bi destî gelkujîyê, cîşihitandinê, helandinê, pêpeskirina mafên kurdan yên heq wê aramî neyê. Ez berê xwe didime we, serekên xwedî qedir, welatên medenî û dêmokratîk, bang dikim kurdan biparêzin, yên ku şerê dijî têrorîzmê dikin, kurd jî wê bi keda xwe ya mezin di karê pêşketina dêmokratîyayê, aşîtîyê, aramîyê va bersîva we bidin.

Profêsor Nadirê Kerem Nadirov

Ji navê redaksyonê:

Akadêmîk Nadirê Kerem Nadirov xudanê zêdeyî 1000 berhemên zanyarî, 260 hunurvanî û patentan û 8 nûjenîyên zanyarî ye. Zanyarê binavûdeng yê Sovyetê û Qazaxistanê, kîmîktêknolog, neftçîyê Hurmetlî yê YKSS, Xelatgirê Dewletê û Karmendê Zanyarîyê yê Emekdar yê KSS Qazaxistanê, Endeziyarê navdar yê sedsala 20î, xwedîyê ”Mêdalyaya Zêrîn ya SPI” û navê ”Marşalê Zanyarîyê” bi dayîna Mêdalyaya Napoleon (Fransa), xwedîyê gelek xelatên dewletê, navên zanyarî û xelatên derecebilind.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev