Li Qazaxistanê jineke kurd Xelata Serokkomarîyê stand

Li Qazaxistanê jineke kurd Xelata Serokkomarîyê stand

Cara yekem e ku li seranserê Qazaxistanê jineke kurd xelata bi navê ‘Birlik’ ango wateya wê ‘Yekitî’yê standiye.

Navê kamil ê vê xelatê ev e: ‘Qazaxistan Xelq Birliki’ ango ‘Yekitiya Gel a Qazaxistanê’ ye. Şayanê gotinê ye ku ev xelat mezintirîn xelata dewletê ya Komara Qazaxistanê ye. Ev 10 salên dawî her sal ev xelat tê belavkirin û heta niha bi tenê 28 kes layiqî vê xelatê hatine dîtin û xelatkirin.

Narîn Nadîrova piştî karsaz, pêşekzanê civakê, Profesor Ezîzê Ziyo Bedirxan -wekî kurd- kesa duyem e ku ev xelat standiye. Lê wekî jin li seranserê Qazaxistanê ji tevahiya miletên li nav welat heta niha ev xelat nebibû para tu jinan. Di vî warî de jina kurd Narîn Nadîrova kesa yekem e ku xelata ‘Birlikê’ standiye. Ezîzê Ziyo Bedirxan yek ji endamên rêveber ê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê ye û serokê yekem ê vê dezgehê ye. Bedirxan niha yek ji wan kesan e ku gelekî nêzîkî Serokê Kurdên Qazaxistanê Akademîsyen û Profesor Kinyazê Îbrahîm e.

Biryara Xelata Birlikê bi daxwaz û fermana Serokkomar Nûrsûltan Nazarbayev tê dayîn û ev xelat bi navê wî û Dewleta Qazaxistanê tê belavkirin.

Narîn Nadîrova kî ye?

Narîn Nadîrova ji bo karê civakî, pêşxistina projeyên li ser bankegeriyê û bilindkirina zanyariyên zarokên welêt li ser fînansê layiqî vê xelata bilind hatiye dîtin.

Banker û aktîvîsta kurd Narîn Nadîrova li Ermenistanê hatiye dinyayê, piştî mêrkirinê  li Alma Ataya Qazaxistanê jiyana xwe berdewam kiriye. Nadîrova keça Serokê Kurdên Ermenistanê Kinyazê Hemîd* û bûka Akademîsyen û Profesorê navdar Nadirê Kerem Nadirov e.

*Kinyazê Hemîd endamê parlamentoya ermenistanê ye û sala par di vekirina parlamentoyê de ji ber kesê herî bitemen bû, parlamento bi axaftina wî vebû.

Narîn Nadîrova xanima doktorê navdar ê zarokan Bariyê Nadirê Kerem (Nadirov) e. 2 kur û keçeka Barî û Narîn Nadîrovayê hene: Arif, Viyan û Nadir.

Narîn Nadîrova gelek caran ji bo pêşxistina karê bankegerî û fînansê serdana Başûrê Kurdistanê dike û beşdarî projeyên civakî dibe. (SK/MB)

records Source:http://m.bianet.org/kurdi/jin/192756-li-qazaxistane-jineka-kurd-xelata-serokomariye-stand

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev