XWARZIYÊ XWEDÊ ÇÛBÛ MÊVANIYÊ

XWARZIYÊ XWEDÊ ÇÛBÛ MÊVANIYÊ

Meteloka Folklorî

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Dibêjin carek ji caran, zilamek çûye gundekî û li malekê bûye mêvan.

Di Toreya Kurdî de jî, heta sê rojên mêvanan neqedin, kes ji wan napirse ka ji kurê ye, hatiye çi, wê bi kur ve here û karê wî çi ye.

Xwediyê malê jî bi mêvanê xwe re maye, xwarina wî, vexwarina wî, pêdiviyên wî pêkanîne.
Ha wisa sê roj bihurîne, çar roj, pênc roj, na bêje heftiyek, du heftî û sê heftî derbas bûne, ne mêvan gotiye him û gum, ne jî xwediyê malê tiştekî jê pirsiye.

Xwediyê malê jî her bi mêvanê xwe re maye, ne karekî xwe kiriye û her pê ve lipikiye, kebaniya malê jî her xwarina wî çêkiriye, xwarinên xweş ji mêvanê xwe re çêkiriye.

Rojek ji rojan, xwediyê malê gotiye mêvanê xwe:
– Bira ev demeke dirêj e ku tu mêvanê min î. Hêjî me te nasnekiriye ku tu ji kurê yî, çi kesî û hatî çi.

Mêvan gotiye xwediyê malê:
– Ez xwarziyê Xwedê me…

Hema xwediyê malê xwe avêtiye ser nigên wî û gotiye:
– Wey ez qurbana te bim. Gelo Xwedê çewan e? Em li bîra wî ne, yanena?

Mêvan gotiye:
– Xalê min li her derê hazir û nazir e, her kesî dibîne, niha min û te jî dibîne û li halê her kesî jî dipirse.

Xwediyê malê gotiye:
– Ez qurban, ji îro pêştir mala min axura hespê te ye. Çi dema tu derkevî derva jî, divê tu li qoqlîka min siwar bibî…

Ji wê rojê û şûnde çi dema mêvan derketiye derva, xwediyê malê ew li qoqlîka xwe siwar kiriye û biriye, aniye û piştre jî li ber wî sernig maye heta ku şîv xwariye û raketiye.

Bi wî hawayî çend meh çûne, rojekê jina xwediyê malê gotiye wî:
– Mêrik, di malê de tewaş nemaye, qelî qediyaye, mirîşkên me jî ji hêkan biryane. Çêleka kandew jî êdî stewr bûye. Ew mêvan dibêje ku ew xwarziyê Xwedê ye. Ne wê salê melê me digot, kesekî Xwedê tune û ew bi tena serê xwe ye. Ev mêvan çewa bûye xwarziyê Xwedê?

Piştî vê gotina jinikê, xwediyê malê mêvanê xwe derxistiye derva û dîsa li qoqlîka xwe siwar kiriye û wî rast biriye ber deriyê mizgeftê, daniye erdê û gotiyê:
– Ha va mala xalê te ev e, îcar bibe mêvanê xalê xwe…

(Ev metelok ji devê Şêrzadê ji Rojavayê Kurdistanê hatiye wergirtin). 

Riataza

records Source:jinik, xwedî, Şêrzad, mêvan, xwarzî, Xwedê

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev