
Rojbûna we pîroz be!
Her kes ecêb dimîne bo çi rojbûna gelek kurdan roja pêşin a salê, di 01.01ê da ye.
Lê hîç kes jî bersîvê nade ka bo çi?
Piştî pêwendîyên Desteya Rêvebir ya malpera RIATAZA bi hêzên esmanî yên nedîyar ra, me bersîveke ha sitend:
-Piranîya zarokan piştî 9 meh û 10 rojan ji diya xwe dibin. Ka ji rojbûna wan ewqas wext paşda herin, mêzekin ka kîjan roj dertê.
Me hesab kir, roja 21ê adarê derket. Roja Newrozê…
Riataza