RASTIYA KURDÊN BELOÇISTANÊ -2

RASTIYA KURDÊN BELOÇISTANÊ -2

Ev nivîsa delal dide xuyakirin, ku malpera me di nava kurdên her çar perçayan, herwiha kurdên dervayî Kurdistanê da hevkarî-hevnasî-hevhezkirin-hevfêmkirin-hemahangî saz dike. Kurdekî ji beşê welatê me yê Bakur rêzenivîseke ji 5 beşan ji malpera me ra ser kurdên Bêloçistanê nivîsîye, xwendevanekî me ji beşê welatê me yê Rojavayê ew hemû xwendine, nirxandine û bawerîyên xwe raberî me dike, kurdên Sovyet berê jî, ku ev malper bi rê va dibin, vê gotarê bi 2 beşan va raberî we dike. Fermo, beşa wê a duduyan bixwînin. Beşa pêşin me duh raberî we kiribû.

Ferîd Mîtanî

Ji wezîr û fermandarên Bermekiyan ên herî navdar: Xalidê kurê Bermek, Yehyayê kurê Xalid, Fedlê kurê Yehya û Caferê kurê Yehya bûn.

Wezîrên Bermekî, gelek qesr û qûnax li perava rojhilata Çemê Dicle ava kirin.

Dibêjin ku wê hingê artêşeke Bermekiyan li devera Xurasanê hebûye, hejmara wê zêdetir ji 50 hezar leşkerî bû û navê wê yê fermî “Artêşa Ebasiya” bû.

Serweriya Bermekiyan hetanî bi serdema Xelîfeyê Ebasî Harûn El-Reşîd dom kir.

Di destpêka salên 800’î de, êdî Harûn El-Reşîd dibîne ku Bermekiyan zora wî di her tiştî de biriye û hemî kar û barên dewletê di dest wan de ne.

Ji wilê zêdetir gelek heval û nasên Harûn tehn didanê, tinaziyên xwe pê dikirin û jê re digotin ku her tişt di dest Bermekiyan de ye û qet tiştek ji te nayê.

Îcar Harûnî ji tirsa li ser kursiyê xwe û da ku desthilata xwe hêj bêhtir bisepîne, di rojekê ji rojên buharî yên sala 805’ê de, çend fermandar û wezîrên Bermekî li gel 1000 kesên Bermekî, kuştin û zindan kirin.

Di heman demê de, hemî mulk û samanên Bermekiyan tevlî avahiyên wan, desteser kirin.

Bi dîtina min, dê belavbûn û penaberiya Bermekiyan di wê demê de be.

Anku yek ji egerên herî xurt ew e ku di sala 805’ê de, Bermekî ji ber zordarî û fermanên Harûn El-Reşîd penaberî her cihekî hêmin bûne, û dibe ku di wê demê de xwe gihandibin Beloçistan û Bolana îro.

Wekî me got, Bermekiyan hukim û desthilatdarî li gelek deveran dikir û yek ji deverên herî xurt ku li jêr serdestiya Bermekiyan bû, Xurasan bû.

Ne dûr e ku di serdema desthilata wan de, Bermekî li Beloçistanê bi cih bûbûn; bi vê yekê dîroka hebûna wan li Beloçistanê, vedigere salên 786 – 800.

Egereke din jî heye ku ji gotina Apê Şewket a dibêje ji beriya 700 salî ew hatine Beloçistanê, gelekî nêzîk e:

Jixwe Dewleta Ebasiyan li ser destê Artêşa Holakoyê Mexolî hat têkşikandin.

Îcar di êrîşa xwe de ku di sala 1258’ê de pêk hat, Holako ter û hişk bi hev re dan ber tûjahiya şûrê xwe, sûcdar û bêguneh pêk ve qir kirin.

Wê hingê gelek ol, netewe, hoz û miletan da ser şopa penaberiyê û li seranserî dunyayê belav bûn…Dibe ku di wê demê de (Anku ji beriya 760 salî) Bermekiyên ku îro li Beloçistanê ne, ber bi wê derê ve çûbin.

Li vir, eger ne temamî rastiyê be, gerek e beşekî mezin ji rastiya Bermekî û Kurdên Beloçistanê diyar bûbe.

Jixwe gotina Apê Şewket ku dibêje ji beriya 700 salî wan alîkariya Ebî Muslim kiriye ne di cî de ye, ji ber ku serweriya Ebî Muslim ji Xurasanê re di sala 750’iyê de bû, anku ya rast: Wan ji beriya 1268 salan alîkarî û destek daye Ebî Muslim.

Lê wekî min li jorê nivîsî, yek ji egeran ew e ku Bermekiyên Rojavayê Kurdistanê û Helebê, ji beriya 760 salî çûbin Beloçistanê.

Jixwe babeta eslê Ebî Muslim bi xwe jî, hêj ne zelal e; Kurd e, Faris e, Ereb e, çi ye? Ez bi xwe nikarim bersiv bidim.

Lê tiştekî balkêş li vir heye, madem ku Bermekî li Heleb û Rojavayê Kurdistanê bûn, gelo tiştek li pê xwe nehêlane?

Tiştek li şûna wan nemaye?

Aniha li navenda Şama Paytext, taxeke gelekî mezin û naskirî bi navê Beramkê heye.

Beramkê: Komjimarî \ pirjimariya navê Bermek di zimanê Erebî de ye.

Li cihê evê taxê, goristaneke wezîr û Kurdên Bermek ên serdema Ebasî heye û navê taxê ji gorisatna wan Bermekiyan hatiye.

Babeta koka navê Taxa Beramkê, ne di pirtûkên dîrokî de û ne jî di lêkolînên îroyîn de, qet dubendî û nakokî li serê tune.

Li aliyekî din, Lêkolînerê Kurd Salihê Heydo ji min re got ku aniha li rojava û başûrê bajarê Qamişloyê çend gundên êla Temikan (Girbawî, Herem Reş, Cirna, Mele Sibat…) hene.

Îcar Salihê Heydo dibêje ku malbata Hisênê Es’ed ku axayên Temikan in, tekez dikin ku ew bi koka xwe Bermekî ne.

Her wiha Heydoyî dibêje ku li Bakurê Kurdistanê, xelkê gundê Şêbê ku girêdayî Wîlayeta Mêrdînê ye, tevahiya wan Bermekî ne û li gundê Qeremanê jî ku girêdayî Mêrdînê ye, çend malên Bermekî hene…

 

Sûd û destkefta herî mezin ne tenê ji bo min, lê ji bo hemî Kurdan ew e ku çend rastiyên dîrokî bi xurtî zelal bûn û eger hin ji wan rastiyan ji beriya niho cihê şek û gumanê bûn, êdî piştrast bûn.

Jixwe heçî dîroknivîsên Ereb û Faris in, piraniya wan dibêjin ku Bermekî bi eslê xwe Faris in û tiştekî Kurdan bi wan re tune.

Lê 60 hezar Bermekiyên ku îro li Bolana Beloçistanê dijîn û tevahiya wan bi paşnavê Kurd tên naskirin, ne mumkin e ku ne Kurd bin.

Her wiha dîrokzan û zanyarê Kurd ê herî navdar “Ibin Xelkan” ku berhemên wî bûne lêvegerên dîrokî yên herî xurt, ewî bi xwe gotiye ez Bermekî me û babeta Kurdbûna Bermekiyan qet nekiriye cihê gumanê jî.

Ya jê girîngtir jî ew e ku nijadperestên Ereb li Sûryayê (Çi yên rêjîma Sûrî bin, çi jî yên rikberiyê bin) hebûna Kurdan li Sûrî û Rojavayê Kurdistanê tenê bi  çarçoveyeke teng a sedsala 20’ê ve girêdidin û dibêjin Kurdên Sûryayê (Rojavayê Kurdistanê) piştî sala 1925’ê hatine deverê, anku piştî şikestina Şoreşa Şêx Se’îd.

Bi vê yekê ji her kesî re diyar dibe ku Kurd ne tenê li Rojavayê Kurdistanê jiyane, lê belê serok û fermandarên devera xwe bûn û hukim li gelek deveran dikir.

Beriya ku nivîsa xwe biqedînim, dixwazim tiştekî girîng destnîşan bikim:

Rola Bermekiyan di avakirina Dewleta Ebasî de gelekî mezin û bikêr bû û Wezîrên Bermekî xebatên bêhempa ji vê dewletê re kirine; lê min nikarîbû di vê nivîsa xwe de hemî kar û xebatên Bermekiyan ji xwendevanan re binivîsim, ji ber ku min giranî da mijara Bermekiyên Beloçistanê û pêvajoya jiyana wan a li Xurasan, Rojavayê Kurdistanê û Beloçistanê.

Hêvîdar im ku bi nivîsa min, hin pirsên di serê birêz Welat Agirî û xwendevanên rêwîtiya wî de, hatibin bersivandin.

(destpêka nivîsê me duh çap kiribû)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev