LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ROLA PIŞTGIRIYA NAVNETEWÎ

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ROLA PIŞTGIRIYA NAVNETEWÎ

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

Sernivîsa min di derbarbarê Başûrê Kurdistanê de ye. Lê nerînên ez dixwazin pêşkêş bikim, ji bona beşên din ên Kurdistanê jî derbas dibin. Lewra hemanmijar wan beşan jî eleqeder dike.

Başûrê Kurdistanê, hîç şık tune ye ku di qonaxa serxwebûnê de ye. Lewra ji bona vê yekê di 25ê îlona 2017an de referandûm pêk anî. Di encama referandûmê de kurdistaniyan biryar girtin ku dewleta Kurdistanê ava bibe.

Baş tê zanîn ku her tevgereke rizgarîxwaz û serxwebûnwaz, xwediyê dînamîka xûrt ya hûndir e. Ew jî hebûna milet û xwestina Milet e. Milet dema ku bindest, kolonî, di bin bandora dewletekê û an jî dewletan de be, rizgarîxwazî û serxwebûnxwazî ji bona wî miletî gelek xwezayî ye.

Lê li cem vê yekê miletek, bi serê xwe, bes bi hêza xwe jî serxwebûn û azadiya xwe nikare qezenç bike. Loma jî hewcedarî bi alîkariya dostan û navneteweyî heye.

Dema ku em li ceribandina dewletavakirina mileta ereb, miletên Afrîkayê binêrin û serxwebûna miletên Rojhelata Dûr binêrin, ev rastiya derdikeve pêşiya me.

Miletê kurd jî miletekî bindest û kolonî ye. Di bin bandora çar dewletên kolonyalîst (Dewleta Tirk, Îranê, Iraqê, Suriyeyê) de ye. Kurdistan bûye çar parçe. Loma jî pirsa miletê kurd û Kurdistanê ya stratejîk, serxwebûn û dewlet avakirine.

Miletê kurd her demê bi hêza xwe ya milî û hûndir tevgera xwe milî ava kiriye, têkoşîna serxwebûna xwe bi hêza xwe meşandiye.

Li cem vê yekê jî, dem dem ji hêzên navneteweyî jî piştgirî girtiye.

Lê li her parçayeke Kurdistan rewş cuda bûye. Pir caran jî piştî demekê piştgiriya navneteweyî zirar daye tevgera milî ya Kurdistanê.

 

PÊWENDIYÊN NAVNETEWEYÎ Lİ SER BERJEWENDIYÊN DUALÎ PÊK TÊN…

Li dinyayê pêkve jiyanek heye. Însan, Milet, gel, dewlet mecbûr in ku bi hev re jiyaneke mişterek bimeşînin.

Li dinyayê însan bi hev re jiyanê didomînin. Ev jiyan, ji hevdu dûr û nêzik dibe. Dema ez dinya terif dikim, dinya ji mirovên ku berjewendiya wan bi giştî li hev dike, pêk te.

Ji bona ku milet û gel, ji însanan çê dibin, milet û gel jî mecbur in ku bi hevre wek cîran an jî dur bi hev re bijîn. Pêwendiya miletan, an jî alikariya miletan bi hev re jî, li ser berjewendiya mişterek pêk tê.

Ev rastiya ji bona dewletan jî derbas dibe. Dewlet, ji bona berjewendiya mişterek bir hev re di nav danûstandin û alîkarî de dibin.

Gelek aşkere ye ku pêwendî û alîkariya mirovan, gelan, mileten, dewletan girêdayî berjewendiya hevbeş dimeşe.

Loma jî tê gotin ku pêwendiyên navneteweyî gorî berjewendaiyan dewletan û miletan pêk tê û didomîne.

Miletê kurd jî, li dinyayê, li Rojhilata Navîn di nav pêkve jiyaneke bêedalet û bindest  de ye. Miletê kurd dixwaze ku dewleta xwe ava bike. Serxwebûn û azadiya xwe qezenç bike. Loma jî miletê kurd li her beşê û li Başûrê Kurdistanê, gorî berjewendiya xwe: Bi miletê û dewletên dinyayê û cîran re danûstandin dike û pêwendiyên çê dike.

Ew Milet û dewletên bi miletê kurd re jî pêwendî çê dikin, ew milet û dewlet jî gorî berjewendiya xwe tînin berçav û hesab dikin.

 

PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ GIRÎNG E. LÊ NE HER TIŞT E.

Ji bona ku em bikarin qiymet û giraniya piştgiriya navneteweyî û dewletên herêmê ji bona miletê kurd û tevgera milî ya kurd tespît bikin, divê em li ceribandina tevgera milî ya Başûrê Kurdistanê binêrin û şirove bikin.

Hezar mixabin ji bona ku Kurdistan bûyê çar parçe, miletê kurd mecbûr bûyê ku li her çar parçayan di şertên cûda de tevgara milî ya serxwebûnxwaz û rigarîxwaz bidomîne.

Li Başûrê Kurdistanê demeke dirêj e ku tevgera milî dimeşe. Di vê meşê de gelek dewletan xwestine ku bi tevgera milî re danûstan bikin. Tevgera Milî ya Başûrê Kurdistanê jî bi dewletan re danûsatndin kiriye.

Heger em dîroka tevgera milî ya Başûrê Kurdistanê binêrin, em dibînin ku Dewleta Îranê piştî ku Iraq bûye peyka/hevalbenda Yekîtiya Sovyetan û bi xwe jî hevalbendê Emerîkayê bû, di navbeyna herdu derwletan de nekokî û dijminî hebû. Herdu dewletan ji bona ku hevûdu qels bikin xebat dikirin. Îranê loma jî, ji bona Iraqê qels bike bi serok Mele Mistefa Barzanî û PDKê re ket nav pêwendiyan.

Hîç şik tune bû ku Îran ji bona berjewendiya xwe bi Tevgera Kurdistanê re danûsatandin kir. Tevgera Kurd û Serok Barzanî û PDK jî bi Îranê re danûstandin kir.

Li hemberî vê jî, Iraq jî, ji bona ku Îranê qels bike û zirarê bide Îranê, bi PDK a Îranê re ket nav pêwendiyan. PDK a Îranê jî bona ku li hemberî Îranê şerê milî bidomînê, bi Iraqê re ket nav pêwendiyan. Ev pêwendî jî gelek aşkere bû ku li ser berjewendiya du terefan ava bibû.

Helbet pêwendiya Tevgera Milî ya Başûrê Kurdistanê û Rojhelatê Kurdistanê bi Îran û Iraqê re xwediyê taybetiyekê û xeteriyekê bûn. Van dewletan dixwestin ku di hemandem de zırarê bidin Tevgerê Milî ya Kurd li dewletên xwe jî. Loma jî gelek bi rîsk bû.

Pêwendiya Îranê piştî ku Otonomiya Kurdistanê ava bû jî (11ê Adara 1970yî); bi serok Barzanî, desthilatdariya Kurdistanê û PDK a Iraqê re domand.

Lê dema şer di navbera Kurdan û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de di sala 1974an de ji bona Kerkukê dest pê kir. Demekê vê pêwendiyê domand. Lê piştî ku Iraqê bi axa petrolê Îran bertîl kir, Îranê û Emerîkayê pêwemdiyên xwe bi desthilatdariya OOtonomiya Kurdistanê û Serok Melel Mistefa Barzanî re qût kir. Lewra pêwendiya Emerîkayê jî bi wesitaya Îranê bi Kurdistanê re hebû.

Qetendina pêwendiyan bû sedem ku Tevgera Kurdistanê û Serok Mele Mistefa Barzanî, ji bona ku miletê kurd ji qetlîamê xelas bike; Şer da sekinandin.

Dema di sala 1975an de ji nûve tevgera milî li Başûrê Kurdistanê dest pê kir. YNNKê bi alîkariya Sûriyeyê ava bû. Lewra Baas a Suriyeyê bi Baasa Iraqê ve dijmin bû.

Sûriyeyê di heman dem de bi PDKê re pêwendî ava kir. Lê  Sûriyeyê beriya ku Otonomiya Kurdistanê ava bibe, bi Baasa Iraqê ve êrişa mişterek birin ser Tevgera milî ya Başûrê Kurdistanê. Şerekî dijwar di navbeyna kurdan û herûdu dewletan de çêbû.

İranê jî piştî ku tevgera pêşmergeyan xûrt bû, dîsa him bi PDKê û him jî bi YNKê re li hemberî Iraqê pêwendî li dar xist.

Bi taybetî jî, piştî sala 1979an ku îslamîstên li Îranê bûn desthilatdar, dijiminitiya Îranê bi Iraqê re zêdetir bû. Lewra Iraq him hevalên Yekîtiya Sovyetan bû û him jî li Iraqê sunî desthilatdar bûn.

Kurdan jî ji vê nekokî û dijminiya herdu dewletan îstifade kir; bi Îranê re danûstandin ava kirin.

Piştî şerê Kendavê yê 1emîn, li herêmê guhertineke mezin çê bû. Başûrê Kurdistanê raste rast bi Emerîkayê û bi dewletên Ewrûpayê û bi Dewleta Tirk re pêwendî li dar xist. Ew pêwendî jî li ser berjewendiya hevbeş ava bibû.

Pêwendiya Dewleta Îranê û Tirkan, beriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ber bi xirabiye çû. Piştî referandûmê xirabtir bû. Piştî ku Dewleta îraqê, Îranê û Tirkan bi hev re êrişî Kerkûkê û beşek herêmên Kurdistanê kir, ev pêwendiya têk çû.

Lewra her çiqas Îran û Tirkiyeyê digotin ku Kurdistanê re em îtifaqkarên stratejîk in, dema ku kurdistaniyan biryara dewleta Kurdistanê dan, berjewendiya wan ya Kurdistanê qediya û dijminitî dest pê kir. Wan dîtin ku dema li Başûrê Kurdistanê dewlet ava bibe, ji bona wan jî dibe mînak û xeterî.

Beriya referandûma serxwebûna Kurdistanê pêwendiyên Emerıkayê, Dewletên Ewrûpayê û Sûûdî Erebîstanê, Îsraîlê bi Kurdistanê re xûrt bûn û pişgrirên Kurdistanê bûn. Piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê  pêwendî qels û zeîf bûn. Heta ew helwesta wan ya qels bû sedem ku Kerkuk ji aliyê dewletên kolonyalîst de bê îşgal kirin.

Lê piştî ku Îran li Iraqê xûrttir bû û li Kerkukê bû şerîkê petrolê;  Emerîkayê û Dewletên Ewrupayê dixwazin ku pêwendiyên xwe yên Kurdisstanê xûrt bikin.

Serokkomarê Fransayê Macron serokwezîrê Kurdistanê vexwende Fransayê li Qesra xwe Elyessê pê re hevdîtin kir.

Gelek aşkere derdikeve holê ku gorî demê û gorî berjewendiya demê pêwendî ji holê radibin, an jî qels dibin û an jî xûrt dibin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî, dixwaze ku pêwendiyên xwe bi Kurdistanê xûrttir bike. Loma jî Sekreterê giştî  ji serokwezîrê Kurdistanê re nameyek şand û piştgiriya xwe ji Kurdistanê re nîşan da. Daxwaz kir ku pirsgirêkên heyî yên di navbeyna Herêma Federe Ya Kurdistanê û Hikûmeta Navendi ya Iraqê de di çarçeweya Makezagona Federal de çareser bibe.

Ev nameya girîng e. Lê terê nake. Lewra hikûmeta Navendî ya Iraqê dixwaze ku sîstema federal ji holê rake û Kurdistanê bike ereb.

Li hemberî ev xwînxawrî û texrîbata Hikûmeta Navendi wezîfeyek derdikeve pêşiya NY ku divê ji bona pêşiya van xerabiyan bigre, li Konseya Ewlewî ye biryar bigre. Zor bide hikûmetê.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres  di nameya xwe dibêje ku: “Divê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi awayekî aştiyane û bi rêya danûstadinên siyasî li ser bingeha destûra Îraqê bên çareser kirin. Ez dê lêbixebitim ku her du alî ji bona afrandina atmosferekî minasib ku tê de danûstandinên rasteqîne encam bidin gavên  pêwîst pavêjin.”

Emerîka, di îşgala Kerkukê de ji dewletên kolonyalîst re bû hevkar jî, lê nûha dixwaze ku pirsgirêk çareser bibin. Ji kurdan re bibe alîkar.

 

Balyoza Emerîkayê yê li Iraqê bi serokwezîrê Kurdistanê re civîn pêk anî. (04. 01. 2018). Nûçeyas Kurdistan 24 di derbarê vê civînê de ew e:

“Di civîna di navbera Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Doglas Silêman balyozê Amerîkayê li Îraqê, roja pêncşemê 04.01.2018ê li bajarê Hewlêrê, bi pêwîstî hat zanîn ew aramiya piştî aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê dirust bûye, ew aramî zêdetir bê pêşxistin û bê parastin heta ku, ji bona destpêkirina danûstandinên cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de atmosfereke baş çê bibe û hemû pirsgirêk li ser bingeha destûra Îraqê çareser bikin.

Di civînê de ku, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya diplomasiya bi balyozê Amerîkayê re amade bûn, behsa wan gavan hat kirn yên ku heta niha ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatine avêtin û pêkanîna komîteyekê ji aliyê Herêma Kurdistanê bi armanca hûrbîniyê di lîstên miaşgirên Herêma Kurdistanê de serdana Bexdayê bike.

Behsa şayîsteyên darayî yên Herêma Kurdistanê di budceya giştiya Îraqê a sala 2018ê de hat kirin û her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku ji bona destpêkirina diyalogê û çareserkirina pirsgirêkan zêdetir gav bên avêtin.

Çend mijarên girêdayî bi rewşa herêmî bi giştî û rewşa Herêma Kurdistanê bi taybetî, hilbijartin û xebat û pilana hikûmeta Kurdistanê ya çaksaziyên di warên cuda de di civînê de hatin nirxandin”

Hemû qewimandin derdixin holê ku piştgiriya navneteweyî, xwediyê sînorekê ye. Her dem jî dikare bê guhertin.

Loma divê li Başûrê Kurdistanê li hûndirê welêt kar û xebat bên serrast kir.

 

Ji bona serrastkirinê:

*Divê bi lezûbez beriya Iraqê li Kurdistanê hilbijartina giştî pêk bê. Meclîseke û hikûmeteke xûrt bê ava kirin. Heger piştî Iraqê hilbijartin bê li dar xistin, gelek xeterî dê bên rojevê.

*Divê yekîtiya hêza leşkerî û pêşmergeyan ava bibe.

*Butceyeke hevbeş ava bibe.

*Grûba Xiyanetê bê darizandin, bê siza kirin û tasfiye kirin.

*Ji bona ku referandûma Kerkukê bê li dar xistin bi lez bê tevgerandin.

*Divê pêşiya erebkirina Kurdistanê bê girtin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev