ÇAPXANE Û ÇAPEMENÎ

ÇAPXANE Û ÇAPEMENÎ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Biraderê me Xalid Penaber pirsa damezirandina çapxaneyê li Kurdistanê û wateya ”çapemenî”yê kiriye.

Min jî xwest ku di vî warî de agahdarî li rûpela xwe biweşînim, da kesê bixwaze sûd jê werbigire.

Çendî ku min di vê babetê de berê jî gotar weşandiye, lê nayê bîra min kengê û li kurê bûye.

ÇAP: Çend wateyên cuda yên peyvika ÇAPê hene: Nivîsa li ser kaxez, groveriya tişt, elba ji text, olçek, çapa tarê.

Lê ji çapê re ”çapberî” û ”çapderî” jî têne gotin. Lê ev herdu peyv zêde di nava xelkê de nayên bikaranîn, wateya di nava xelkê de ku perçiqandin e jê re bi gelek zimanan ”press” tê gotin.

Roja 22ê Nîsanê, roja çapemeniya kurdî ye. Ji ber ku di sala 1898an de, roja 22ê Nîsanê, cara pêşî Rojnameya Kurdî hatiye çapkirin û derketiye weşanê.

ÇAPXANE:
Hem ji wê makîneya ku çapê dike û hem jî ji wê avahiya ku ew makîne tê de kar dike re tê gotin.

Çapxane cara pêşî li Elmanyayê sala 1450î derketiye.
Li nava Osmaniyan cara pêşî sala 1727an çapxane vebûye.

Li Kurdistanê çapxane sala 1856an, li bajarê Erzeromê vebûye. Piştre di 1865an de li Bedlîsê, di 1868an de li Amedê vebûye, di 1889an de jî li Wanê vebûye.
Lê mixabin ev çapxane berhemên kurdî çap nekirine.

Çapxaneya bi navê Kurdî berî hemû çapxaneyan li Qahîreyê hatiye avakirin û pêşî Rojnameya ”Kurdistan”ê tê de hatiye çapkirin.

Di serê Sedsala Bîstî de çapxaneyên kurdî li gelek bajarên cuda hatine damezirandin. Lê Çapxaneya bi navê ”Metbea Kurdistanê” di 1911an de li Qahîreyê ji aliyê Ferecullâh Zeki el-Kûrdî ve hatiye avakirin. 

Di wêneyê da: Herfrêzê rojnameya Rya teze Egîtê Abasî hejmara rojnameyê ya nû mêze dike, ku teze ber çapê derketîye. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev