Nameyên evînî -13

Nameyên evînî -13

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a sêzdehan e.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro du fikirên ji nameyên evînî çap dikin, ku Nura Şane amade kirine. Dibe ji wan nameyan hinek ji Nurayê ra hatibin şandin. Wê demê qîmetê wê nameyê bilind dibe, ji ber ku emê hîs bikin, ku rêvebira vê beşê ne tenê bi pênûsê nivîsîye, lê bi dil ruh û hîsan va jî.

 

****

Mal û halê min, min xwest demek dirêj xwe bêdeng bikim bona hîsên te zêde gurr nebin, lê min heta niha karibû xwe bigirta.

Êdî gotina EZ JI TE HEZ DIKIM pir biçûk bûye.

Di mejûyê min da çiqas kar û fikir hebin, tu di serê jorin da nî, hemû kar û fikir li dor te digerin, dikarin bên û herin, dikarin dest pê bikin û xilaz bibin, lê tu her dimînî wek xwe ciwan, xweş, ronik, delal, ezîz.

Tu zanî;
Li gelek welatên cihanê, xwesma jî li welatên Ewropayê piranîya xelkê di xanîyên dewletê da bi kirê dijîn. Ji ber ku zanin ne xanîyê wan e û gelek caran jî difikirin ku wê ji vî xanîyî derên herine xanîyekî dinê, ango wê dest ji xanîyê xwe bikişînin bi fikira ku xanîyê nû dê baştir, ronîtir û bi dilê wan be, lê çi jî hebe zêde li ser hemû xanîyên ku lê dimînin germ nabin. Xanîyek pêşî bi dilê wan e, kêfxweş dibin, zewqê digirin, paşê bi demê ra ser xanîyê xwe sar dibin û hewil didin xanîyekî baştir peyda bikin. Dawî xanîyê herî bi dilê wan ew xanî ye, ku ji bankê pereyên mezin deyn kirine û kirîne û gelek caran jî heta dawîya jîyana xwe jî deynê bankê didin. Ji ber ku xanî êdî yê wan e û difikirin ku ew êdî xanîyê wan yê dawî ye, ser germ dibin, jê hez dikin, bi gul û kulîlkan va, bi evînê va dixemilînin, heta ser dilerizin jî, jê zewqê digirin, jîyaneke bextewar derbaz dikin.

Wê demê texmîn dikin, ku ev mala wan a here dawî ye, ew naxwezin ji wê malê derên.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev