Dîrok û sernavên gundekî

Dîrok û sernavên gundekî

Gundê Şêtika

Wergerandin: Mihemed Zekî Mihemed

Ev agahî ji devê Ebas kurê Mihemedê Mirad, ku di sala 1933 an de, li gundê Şêtika ji dayik bûye, û hin jêderên din di gund de hatine girtin.

Evî gundî navê xwe ji girikê Şêtika yê di gund de biriye, her weha girik jî ji giyayê (Çîtikê) ya bilind ku di çemê ku di rojhilatî gund re diherikî wergirtiye, roj bi roj nav ji (Çîtka), sivik bû ta niha bi (Şêtika) tê binavkirin.

Gundê Şêtika di navbera (1900-1903) an de ji hêla hoza Hemka, bavekî (Hesenka) ve ava bûye û ji cîwarbûnê re amade bûye.

Di sala 1960 î de, ji encama Xeta dehan, ango projeya (Zinara Erebî) ya nijadperist û bi mebesta Erebkirina herêma Kurdî navê gundê (Şêtika) kirine (Elyememe).

Ji aliyê rêvebiriyê û li gor dabeşkirina hikûmetê, bi qeza Çilaxe ve girêdayî ye, lê ligor dabeşkirina rêvebiriya xweser bi Qeza Tirbespiyê ve hatiye girêdan, gundê Şêtika (24)km ji Çilaxe û Tirbespiyê dûr e, herweha (3)km ji sînorê Turkiyê dûr e.

Sînorên wê yên xaknîgarî:

Ji rojava ve gundê Dêrûna Qulinga ye, ji başûr ve gundê Elî Bedran û Babasî ye, ji bakur ve gundê Etbê û sînorê Turkiyê ye, ji rojhilat ve gundê Xirabê Reş, Dêrûna Axê û gundê Qaşto ye.

Dema ku gundê Şêtika hate damezrandin, (20) malbat di damzrandinê de pişkdar bûn, lê hozên ku di gund de hene (Basiqla, Hemeka û Seyid) in, tevî hin hozên din jî lê cîwar bûne, ji hêla niştecîbûnê ve, di heyameke aram de dijiya, berî şoreşa Sûriyê ya 2011 an jimara xaniyan (43-44) bû, (jimara şêniyên wê niha dora 400 kesî ye), tevî ku hin malbatan ji gund barkir, lê malbatine din ciyê wan girtin. Gundî tev de misilman in.

Gundê Şêtika bi gelek sernavên xwe navdar e, û ji hemî aliyan ve, li hêla Rojhilat gelek Kanî hene ji wan (Kaniya Kera), weha hatiye binavkirin ji ber ku çêriya Keran li dora wê bû, û (Kaniya Mewîjan), ew jî gundiyan Mewîj li qiraxa Kaniyê çêdikirin ji ber vê yekê ev nav lê hatiye kirin, û (Kaniya Hesen) li ser navê Hesen ku kanî kolaye, û yek ji damezrênerê gund e, hatiye binavkirin, li başûrê gund û bi aliyê gundê (Elî Bedranê) de, (Kaniya Hêştir) heye, li Bakurî Rojavayî gund Kevirekî kolayî heye bi (Şeharê bi Hewd) tê binavkirin, av tê de kom dibû, ji kevn de şênî û şivanan jî ji bo avdana sewalên xwe sûde jê werdigirtin, lê niha ew kevir nemaye, ev senavên xuristî ku ji serdema bav û kalan e, bihna mirov bi wan derdikeve û fireh dibe.

Ji hêla xizmetguzariyên hikûmetê ve, dibistaneke seretayî û tora bihîstokê li gund heye, lê ji hemî xizmetguzariyên din mîna riyên qîrkirî, bê par e.

Rûbera xaka çandiniyê li gundê Şêtika (700) donime, bi sedema serrastkirina sînorê di navbera Turkiyê û Sûriyê de, (250) î donim jê hate parçekirin û li Erebên Mexmûrî hate belavkirin, li gorî agahiyên ku navbûrî anîne zimên, ku xaka çandiniyê bi şêwekî dadmend têra hemî malbatan nake, ew jî ji encama ku zagona çaksaziya çandiniyê ji belavkirina pêşîn re ji sala 1960 î ve ta niha weke xwe maye, lê xaka sûdewergir (الانتفاع) ku hîn hikûmet kirêya wê distîne, rûbera wê (1000) donim e, di navbera Erebên Mexûrî û cotkarên gundine din de hatiye belavkirin.

Dê wê rûberê de şêniyên gundê Şêtika (birinc, garis, ceh û genim) diçandin, rezên tirî jî pir bûn, ji encama salên ziwayî yê (salên xelayê), îdî niha bi ser tunebûnê de diçin, ew cureyên çandiniyê yên kevn bi Gijnij (Kizbera) û Kemûnê hatine guhertin.

Herweha ji hêla sewalvaniyê ve, pez û dewar lê dihatin xwedîkirin, mîna hesp, hêstir, mih, çêlek, bizin û gamêşan, û çemek ji başûrî gund ve diherikî û di rojhilatî gund re derbas dibû, lê di van salê dawî de ziwa bûye, û ji giyayê Burdî û Çîtikê re şîngeh bû, em dikarin bêjin ku Şêtika gundekî pîroz e, ji ber ku gora (ziyareta) Mela Remezan di gund de ye.

Ji kevn de gundê Şêtika bi niştimanpeweriya xwe navdar e, bi sedema ku gelek kesayetiyên welaparêz di gund de hebûn, û xwedî dîrokeke dirêj di têkoşîn û xebatê de, bi dizî û di tariyê de cejna Newroz a netewî lê dihate vejandin.

Ji ber ku Şêtika cîran û sînordarê gundê Babasî û Dêrûna Qulinga bû, pişkdarî di berevaniya di ber Dêrûna Qulinga de kiriye, dema ku leşkerên Turkiyê êrîşê wê kirin, di encamê de efserekî Turk hate kuştin, herweha gelek zor û stem ji hêla rêjîma Sûriyê ve dîtiye û ji kiryarên awarte bê par nemaye, ta vê rojê jî hîn ji yek malbatê kesin bê nasname mane (Mektûm), û navbûrîyê ku ev agahî li ser gundê Şêtika ji me re pêşkêş kirine, carekê hatiye girtin û gotinên dûrî sincên mirovatiyê dane riwê wî, tenê ji ber ku Kurd e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev