Paşeroj û Pêşeroja Me

Paşeroj û Pêşeroja Me

Xelîl Nêçîrvan

“Sal çûn zeman borî, sal çûn emrê min çû. Ez bûm xerîbiyê ciwaniyê”. Di stranê de wiha dibêje hinermend. Kurteya jiyana me dînê ziman. Belê, jiyan wiha zû dibore,  mîna avê derbas dibe zeman. Ger tu dinhêrî zarok î, ger tu dinhêrî ciwan î û ger tu dinhêrî extiyar î.

Dema ez zarok bûm, jiyana min bi leyîstokan û çîrokan re derbas bû. Ez û hevalên xwe em her tim li derve  leyîstikên cûr bi cûr dileyîstin. Wek mînak:  Çevgirtonek, soldiz, tewrêz, sêrêzk, goga lingan, goga daran û hwd.  Zaroktiya min bi leyîstokên cûr bi cûr re, bi awayekî xweş û coş derbas dibû. Ez û hevalên xwe ji destpêka biharê bigere heya payîza dereng, ango heya destpêka sermayê bi van leyîstokan re wextê xwe derbas dikir. Ji destpêka sermayê ango ji payîza dereng heya newrozê ango destpêkê biharê jî em li mala xwe, li ber sobeyên ku bi sergîn û kaxizan ve dihatin pê xistin ve bi çîrok û meselokên çandî ve derbas dibû. Bi rastî ew çîrok û meselokên ku bi piranî ji hêla pîrik û kalikên me ve dihatin gotin, dewlemendiya çand û zimanê me ne. Ev çîrok û meselokên me wekî hevalên zaroktiya me bûn. Em û çîrokên me, em bi hev re mezin dibûn. Dema ku zivistanên sar û dijwar, şevên dirêj û tarî di ser ax û jiyana me de dihat; dema ku berfa sipî di ser bext û qedera me ya reş de dihat em jî wekî ajalên ku dikevin bin axa sar û xwe davêjin xewên giran, diketin malên xwe. Dema ku xweza bi berfa sipî xwe wekî bûkan dixemiland em zarok jî me xwe diavêt pêşên dayîk û pîrikên xwe û li benda çîrok û meselokên wan disekinîn.

Piştî daxwazên me dayîk û pîrikên me jî dilê wan bi dişewitî û neçar diman ji me re çîrokan digotin. Îja dem dema çîrokan bû, çîrok û meselokên cûr bi cûr, çîrokên kurt û dirêj, di  wan şevên dirêj de ji me re dibûn sebirek. Ew çîrokên xweş bi piranî ji hêla pîrika min ve dihatin gotin. Xwedê ji pîrika min razî ve, ew ê her tim hemû nevîyên xwe hildida li cem xwe, miqatê me dibû û ji me re çîrokan digot. Ew zivistanên berê pirr dirêj û dijwar derbas dibûn. Wan çaxên berê wekî niha têlefon û televîzyon jî zêde tine bûn. Wekî niha medyaya civakî jî tine bû. Ango programên wekî facebook, înstagram, whatsapp û hwd. tine bûn. Keç û xortên me wekî niha bi leyîstikan, bi çîrokan civakî dibûn. Di dawet û civatan de civakî dibûn, ne di medyaya civakî de. Ji bilî dawet û leyîstikan, ji bo civatê cihekî din jî hebû; ew ji civatên li ser tendûran bû. Ew kesên li gundan dijîn baş dizanin ku di hevteyekê de rojekî an jî du rojan ji bo nan pêjandanê tendûr dihatin dadan. Di wan tendûran de dayîk û pîrikên me ji bo xwarina malê nan dipêjandin. Ji van nanan re dibêjin nanê tenûrê an jî nanê tendûrê. Dema roja tendûr dadanê bûya, ew roj dayîkên me bi banga mele re şiyar dibûn û tevdîra tendûra xwe didîtin. Ewilî hevîr dikirin, piştî hevîrkirinê teyşta hevîr ji bo ku hevîr tirş bibe, dipêçandin. Dûre diçûn tendûrê dadidan, ango agir pê dixistin. Piştî nan pêjandinê, keç û xortên cîranan lê piranî keçik tenê, diciviyan li ser tendûrê, pê xwe dixistin tendûrê û dûre dest bi çîrok, meselokan dikirin. Ew keçikên ku li ser tendûran diciviyan ji xwe re behsa dawetan, behsa siberoja xwe dikirin. Ew kesên ku destgirtî jî ji hevalên xwe re behsa destgirtî yê xwe dikirin. Kesên ezeb jî ji xwe xewn û xeyalan dikrin ku yê kesekî çawa bixwazin, jîyaneke çawa bijîn û hwd. Ew xeyalên ku dikirin ji bo wan keçan dibû sebirek û bi wan xeyalên xwe re roj bi roj mezin dibûn û li benda mirazê xwe dibûn. Di wan civatên ku di ser tendûran de dibûn bi sedan çîrok û meselok dihatin gotin. Bi hezaran xewn û xeyalên keç û xortan çê dibûn. Bi sedan bûyerên xweş diqewimîn.  Sohbetên di ser dendûran  dihatin gotin di çanda kurdan de bi piranî di herêma Serhedê de cihekî taybet digire. Her çiqas ku di roja me de ew taybetmendiya çanda me wekî berê nebe jî hê jî li herêma Serhedê sohbetên di ser tendûran tê kirin. Ev bûyera çandî bi piranî li Serhedê diqewime. Çimkî li Serhedê zivistan dirêj û dijwar derbas dibin. Lewra kesên Serhedî ji ku di hewayên sar de xwe germ bikin her tim cihê germ digerin. Ji van cihên germ yek jî tendûrên. Ewilî ji bo germê civîyane li ser tendûran dûre jî ev sedem bûye sedema sohbetan, çîrokan û meselokan. Dûre jî bûye buyereke çandî û cihê xwe di çanda kurdên serhedî de girtiye.

Belê demên borî wiha bûn, û wiha derbas bûn. Gelo siberoja me yê çawa derbas bibe. Mirov niha hîn tiştan li ber çavên xwe dibîne û kêm zêde difikire ku rewşa me ya siberojê dê çawa bibe. Wisa xûya dike ku siberojê dê baş nebe, ango mirov ji rewşa niha dinêhire û biryareke wiha dide. Fikir û ramanên me, kirin û gotinên me, xebat û çalakiyên me yên niha wiha dide xûya kirin. Em dikarin bi alîkariya çend mînakan jî vî rewşê zelaltir bikin. Wekî mînak: Pirtûkxwendin; belê dema mirov bixwaze derheqê pêşketina miletek, dewletek, bajarek an jî gundekî de xwediyê hîn agahiyan bibe; mirov dikare rêjeya pirtûkxwendina wan binhêre. Çimkî pirtûkxwendin krîtereke pêşketinê ye. Lê sed mixabin pirtûkxwendin di nav gelê me û hemû gelên Tirkiyê de di asteke pirr kêm de ye. Li gorî dewletên cîhanê yên pêşketî, rewşa me mixabin nebaş e. Wekî pirtûkxwendinê, perwerdehî û hiner jî krîterên pêşketina dewletekî, miletekî ye. Lê wekî xwendina pirtûkan, perwerdehî û hinera me jî di asteke xirab de nin. Sedema van xirabiyan ne ji kêmasiya hinermendan ne jî ji kêmasiya mamoste û xwendekaran ne. Sedema wan ji sîstema xirab û ji hişmendiya nebaş e. Ji bo sistemê jî mirov dikare hinek mînakan bide rezê. Mînak: kesên zane û qenc nayên asteke baş, qîmet nedayîna kesên hêja, wekî mamosteyan, hinermendan û kesên ku di civatê de wekî aqilmendan tên qebûl kirin.

Qîmetnedayîna van kesan dibe sedema sîstemeke xirab. Mînakeke din jî medyaya civakî ye; dema mirov li medyayê dinhêre, gelek tiştên xirab û ecêb dibîne. Belê teknolojî ango înternet ji bo bidestxistina agahiyan, ji bo têkiliya mirovan nîmeteke mezin e. Lê ji xeynî başbûna wî, nebaşbûna wî jî heye. Gelek kesên nezan û nexwendî medyaya civakî bi kar tînin û di medyaya civakî de gelek tiştên nerast, nebaş parve dikin. Ev tiştên han jî dibin sedema nezaniyê. Dibin sedema nebaşî û xirabiyê. Civat bi nebaşî û nezaniyê xirab dibe. Nezaniyê ji van tiştan çê dibe.

Gelo em dikarin ji bo nezaniyê û nebaşiyê çi bikin? Ji bo civateke baş gelo em dikarin çi bikin? Gelek tiştên baş û hêsan hene ku em bikin. Mînak; pirtûkxwendin, perwerdehiyeke baş, xwediyê ehlaqekî baş, xwediyê wijdanekî qenc, xwediyê fêm û firasetekî baş, xwediyê fikir û ramanên baş. Wekî din; bi kesên baş û zane re hevaltî, bi camêr û xanimên aqilmend re sohbet, şopandina malper, rojname û bernameyên baş, guhdarkirina stran û helbestên xweş, temaşekirina fîlm û belgefîlmên xweş û baş. Xwedî derketina çand, ziman, wêje, wêjevan, hiner, hinermendên xwe. Tiştek din jî ew ê ku mirov qîmeta jinan, zarokan, mezinan ango hemû mirovan bizanibe û mafê wan biparêze. Divê mirov ji bo xwe û civata xwe her tim bixebite. Ji bo pêşketina welatê xwe bêrawest û ji dil û can bixebite. Heger ku mirov ciwan be, divê ji hemû kesan zêdetir bixebite. Keç û xortên me gerek hay ji xwe hebin û bênavber ji bo xwe, malbata xwe û civata xwe bixebitin. Gerek kesên ciwan nebêjin ji destê me tiştek nayê, gerek qîmeta emrê xwe û wextê xwe bizanibin. Gerek wextê xwe bi tiştên boş û beredayî ve derbas nekin. Gerek her tim bixwînin, bigerin û lêkolînan bikin.

 

Ji bo gotina dawî jî em çend gotinên aqilmend, zana, nivîskar, helbestvanên xwe yên hêja û nemir bidin û wan gorbihûştan jî bi bîr bînin.

Ahmedê Xanî wiha nasîhet li me dike:

” Heta tu dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf

Di dunyayê tu nabî ne meşhûr û ne me’rûf ”

 

Cegerxwînê nemir jî ji bo zimanê me ji me kurdan re wiha nasîhet dike:

” Vejêne zimanê xwe ey xwendevan,

Nebûye milet hîç kesek bê ziman ”

Belê gelî xanim û camêrno hûn jî guh bidin mezinên xwe û ji bo xwe, ji bo civata xwe, ji bo gelê xwe û ji bo çand û zimanê xwe bixebitin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev