Pirsa we û bersîva me – 67

Pirsa we û bersîva me – 67

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane alîkarî ji berpirsê malperê xwest û wana bi hev ra bersîva pirsekê ha dan:

 

Pirsa Memê Gabelekî û bersîva me

 

Pirs: – Gelo malpera we bo hevgirtina hemû kurdên cihanê çi karekî pîroz dike? Bi nimûneyekê be jî, ji kerema xwe me hayadar bikin.

 

Pirsa xwendevanê me ewqas balkêş bû, ku rêvebira vê beşa malpera me Nura Şane alîkarî ji redaksyona malperê xwest û di encamê da bersîveke ha derket:

 

Bersîv: Malpera me hewil dide di hêla çandî û edebîyetê da ”dewleteke kurdî” ji bo hemû kurdên cihanê damezirîne. 

Îzbateke gotinên me: 

Kurdekî ji Kurdistana Bakur Welat Agirî rêzenivîseke ji 7 gotaran derheqa kurdên Bêlocîstanê da di malpera me da çap kirîye, kurdekî ji Kurdistana Rojava Ferîd Mîtanî gotarek ser wan 7 gotaran nivîsîye û wê rêzenivîsê xurttir kirîye (kurdên Bêlocîstanê berî bi sedan salan ji Kurdistana Rojava cîguhastî wî welatî bûne), pirsa xwendevanê me ji rêvebira vê beşa malpera me Nura Şaneya ji Stembolê ra hatîye şandin, karmendên malpera Riataza Têmûrê Xelîlê ji Ermenîstanê, Yûra Nabîyêvê ji Rûsîyayê, Bêlla Stûrkîya ji Gurcistanê, Marûf Aslanovê ji Qirgizistanê ev hemû gotar bo çapê amade kirine. 

Ango, bi hereketê kurdên Bêlocîstanê, Kurdistana Bakur, Kurdistana Rojava, Ermenîstanê, Rûsîyayê, Gurcistanê, Qirgizistanê gotarek xuliqîye, ku kurdên di hemû warên cihanê da dijîn dikarin bixwînin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev