Şivan Perwer û Brader bo Efrînê stran gotin

Şivan Perwer û Brader bo Efrînê stran gotin

Mehmed Salih Bedirxan

Hunermendên kurd ên navdar, Brader û Şivan Perwer bo Efrînê stran gotin. Herdu hunermendan li ser hesabên xwe yên medya civakî stranên xwe belav kirin. Hunermendan di stranên xwe de bal kişandin ser wê yekê ku “Efrîn Xemla Kurdistanê ye” û nakeve destên dijminan.

Di 27ê Çileyê de hunermendên kurd ên navdar Şivan Perwer û Brader her yekî ji wan ji aliyê xwe ve ji ser hesabên xwe yên medyaya civakî bo Efrînê stran gotin. Hunermend Şivan Perwer di strana xwe de karesatên dawî yên bi ser milletê kurd hatine jî bi bîr dixe û wiha distirê: “Haya dinyayê nîne, dîsa li welatê min bû şîn e, piştî Kobanî û Kerkûkê vê carê li Efrîn e. Efrîn e xweş Efrîn e, Efrîn bi tenê nemîne.”

Hunermend Brader jî balê dikşîne ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê û wiha distirê:” Ez Efrîn im, Efrîn im. Gelî kurdan Efrîn im. Bi ser min de bombe dibarin birîndar û xemgîn im. Warê mêr û mêrxasan ti carî serî danînim. Serkeftin para me ye. Em ê dijmin bişkînin.”

Stranên herdu hunermendan di demekê de ye ku Artêşa Tirkiyê ligel komên çekdar ê Sûriyê di 20ê Çileyê li dijî Efrînê operayoneke leşkerî dabûn destpêkirin. Hewla dagirkeriyê jî weke “Operasyona Guliyê Zeytûnê hatibû binavkirin. JI 20ê Çileyê heta niha şerêkî dijwar di navnera şervanên YPG-YPJê û Artêşa Tirkiyê de rû dide.

Lînka strana Şivan Perwer: https://www.youtube.com/watch?v=HJzrBiOziK4

Lînka strana Brader: https://www.youtube.com/watch?v=dSSx7j7dLhQ&feature=youtu.be

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev