Nameyên evînî -14

Nameyên evînî -14

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a çardehan e.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyek ji nameyên evînî çap dikin, ku Nura Şane amade kirîye. Ev name evînadarê Nurayê ji Nurayê ra şandîye. Lema qîmetê wê nameyê bilind e.

****
Carina du evîndar hevdu hildibijêrin, bi wan va wisa tê ku ji hevdu hez dikin û wê demeke dirêj bi hev ra bin, heta behsa zewacê jî dikin, paşê dertê ku yek ji evîndaran, an jî herdu evîndar ne bi dilê hev in. Ji hev dûr dikevin, rastî keç an xortê nû tên, pêşî bi wan va wisa xuya dibe, ku bêy hev nikarin, ji hev hez dikin, lê demek derbaz dibe, pê dihesin ku ew ne hezkirin e, lê hînîhevbûn e. Hiş û mejû û aqilê wan hevdu hez dikin, lê dil û ruhên wan hevdu hez nakin.

Ev yek dikare çend caran biqewime. Dawî çi dertê? Wana ji hevdu hez ne kirîye, wana mînanî xanîyan kirê dikin, wana jî hevdu “kirê kirine”, paşê hinekên din ew “kirê kirine”. Lê dema rastî evîna mezin tên, ku ruh û dilê wan êdî xênji hevdu tu kesî naxwezin, wê demê texmîn dikin, ku ev evîna wan a mezin, a rast û a dawî ye.

Evîna min û Nura min dişibe vê meseleyê, lê ferqek heye. Ez ji xanîyekî çûme xanîyekî din, min xanî kirê kirine, ji min xanî kirê kirine, dawî min xanîyê bi dilê xwe dîtîye û ecêb dimînim ez çawa di wan xanîyên berê da mame. Lê Nura min li tu xanîyekî da nemaye, yekser ketîye xanîyê ku me bi deynekî mezin va kirîye. Ew xanî evîna me ye, Nura min gula wê ye, ku her ro ji nû va dibişkive. Û emê deynê xwe heta dawîya jîyana xwe bi hezkirina xwe bidin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev