Banga dayîkên kurd bo serokkomarê Rûsîyayê birêz V.V. Pûtîn

Banga dayîkên kurd bo serokkomarê Rûsîyayê birêz V.V. Pûtîn

Li kongreya derheqa Sûrîyê da li Soçîyê hate destnîşankirin, ku Rûsîya Federal amade ye guftûgoyên her awahî û ser hemû dereceyan bike.

Rûs dibêjin: hespan li ser buhurê pevneguhêrin, lê we guhart. Ne axir kurd li Sûrîyê hogirên weyî herî bi amin bûn di şerê dijî Daîşê da, hema ew bûn ku gelek warên jîyînê rizgar kirin, xwesma Kobanî û Reqqa, ku dihate hesibandin wek paytextê Dewleta Îslamî (Daîşê). Kurd van bajaran bi serbilindî dihesibînin wek Stalîngrada kurdan, û hûn bi mêrxasîya kurdan va firnax dibûn, di şerê dijî Daîşê da kurdên tevaya cihanê bi kubarî gotinên we yên derheqa mêrxasîya kurdan da bîr dianîn.

Bi hezaran kurd ji bo rizgarkirina bajar û warên jîyînê yên Sûrîyê û Îraqê şehîd ketin, hela hêsirên dayîkên şehîdan zuha nebûne, lê têrorîstekî din – Erdogan bi berkbûna faşîstîyê va birayên wan, xûşk û dayîkên wan li Efrînê dizêrîne. Tevaya cihanê û hûn jî di nav da di hindava vê bedbextîya kurdan da bêxem û bêdeng in. Erdogan li welatê xelkê di bin navê ”şerê bi têrorîzmê ra” zordestîyê li kurdan, zaran û dayîkan, binecîyên sivîl dike.

Hemû serekên dewletên mezin şertên xwe datînin. Gelo hemû ji bo xatirê berjewendîyên xwe yên nedîyar rê li ber faşîzmê û têrorîzma dewletê vedikin?

Neteweyên Yekgirtî, Rûsîya Federal, DAY û dewletên din yên mezin tenê bangî Erdogan dikin xwe ragire, lema jî ew bi fermî îlan dike: heta 1ê sibatê 800 “têrorîst” hatine kuştin, lê 2ê sibatê 811 “têrorîst”. Ji bo çi xweserîtîya ha heye?

Em hêvî ji we dikin gotina xwe a giran ser çareserîya vê pirsê bêjin.

Ez ser wê bawerîyê ne, ku Hûn êdî hatine bawerkirin ku dîalog, kongre, emelên leşkerîyê wê bêy çareserkirina pirsgirêka kurdan aramîyê neynine Rohilata Nêzîk.

Ji navê dayîkên kurd – FATME HESENOVA

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev