Ji zargotina me -125

Ji zargotina me -125

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina xwe berdewam dikin. Berhema 125an me ji pirtûka Hecîyê Cindî ya bi sernavê “Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê” hildaye, ku sala 1962an li Moskvayê bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va ji alîyê “Weşanxaneya Edebîyeta Rohilatê” hatîye çapkirin û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê em wê beşa pirtûkê raberî we dikin, ka berhemên di wê da ronahîdîtî kengê, ji zarê kê hatine berevkirin, çend varyantên berhemeke zargotinê hene, kîjan ji wan kengê û kêderê çap bûne, herwiha malûmatîyên din yên balkêş û hewaskar.

Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin yên Hecîyê Cindî ne. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin. 

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Memê û Eyşê

Têksta ”Memê û Eyşê” sala 1939an ji zarê Eloyê Silo hatîye nivîsarê, ji gundê Tîsêlîyê li navçeya Axalsîxê, komara Gurcistanê. Li wir eşîretên kurdan yên Cûnikî dijîn, ku ji navçeya Altinê, ji Tirkîyê ne. Elo bi xwe ji eşîra Celalîyan e, ku piranîya wan li ser sînorê Tirkîyê û Îranê dimînin. Elo demeke dirêj di nav eşîreta Sîpikîyan da maye, ku niha li navçeyên Talînê û Aparanê (komara Ermenîstanê) dimînin.

Têksta ”Memê û Eyşê” Qanatê Kurdo nivîsîye. Binhêre: ”Îranskîe yazîkî”, cild 2, M.-L.; 1950, rûpel 30-46.

”Memê û Eyşê” bi çend varyantan va heye: ”Mamê Ayşan”, bi ermenî, kovara ”Byûrakn”, Polîs, 1905, hejmar 5, rûpel 71-72; wergera ”Memê û Eyşê” bi zmanê ermenî, berevoka H. Cindî û E. Evdal, ”Folklora kurmanca”, Yêrêvan 1936, rûpel 510-523, têksta kurdî (pênc varyant).

”Memê û Eyşê”, bi ermenî, berevoka Hecîyê Cindî ”Krdakan folklor”, Yêrêvan, 1947, rûpel 95-98.

 

Zembîlfiroş

Têksta ”Zembîlfiroş” sala 1936an Î. Sûkêrman ji zarê Erebê şemo nivîsîye. Wan deman wan herduyan him wergera wê ya rûsî kirin, him jî notayên wê nivîsîn. Sala 1957an Erebê şemo û Î. Sûkêrman careke din ew wergera berê rasttir kirin.

Wergera ”Zembîlfiroş” ya bi helbestkî, ku Y. Dûnayêvskî kirîye, sala 1937an di antolojîya ”Berhemên gelên Yekîtîya Sovêtîyê” da çap bû; cild 1, rûpel 441-448. Y. Dûnayêvskî ji wê varyantê wergera xwe kirîye. Ev varyantên ”Zembîlfiroş”ê hene: ”Zembîl-firoş”, Eugen Prym und Albert Socin, ”Kurdische Sammlungen”, a, Die texte, S-Pb., 1887, rûpel 128-146, bi kurdî, du varyant.

”Der Korbilicker” (Firoşgerê zembîlan),- berevoka Eugen Prym und Albert Socin, ”Kurdische Sammlungen”, zweite Abteilung, Ubersetzung, S-Pb., 1890, rûpel 165-175, wergera ser zmanê almanî, du varyant.

”Baiti Zämbilfirosh”,- berevoka Oskar Mann, “Kurdisch-Persische Forchungen”, cild 1, Bêrlîn, 1906, rûpel 275-284, kurdî.

Das Gedicht vom Körbhändler (Sitirana derheqa firoşgerê zembîlan da),- berevoka Oskar Mann, “Kurdisch-Persische Forchungen”, cild 2, Bêrlîn, 1909, rûpel 429-442, wergera ser zmanê almanî.

Zämbil-feros (Zembîl-firoş),- berevoka Hugo Makas, “Kurdische texte im kurmanji-dialekt”, Leningrad, 1926, rûpel 51-52, têksta kurdî û wergera wê ya ser zmanê almanî.

Zembîlfiroş,- berevoka H. Cindî û E. Evdal, “Folklora kurmanca”, Yêrêvan, 1936, rûpel 332-337, 489-494, têksta kurdî, sê varyant.

“Zambîlfiroş” (bi ermenî), berevoka Hecîyê Cindî ”Krdakan folklor”, Yêrêvan, 1947, rûpel 86-89, wergera ser zmanê ermenî.

 

Sêva Hecî

Têksta “Sêva Hecî” Qanatê Kurdo sala 1939an ji zarê Osêyê Mirad ji ber girtîye. Osê binecîyê gundê Çatqiranê navçeya Talînê, komara Ermenîstanê ye, 50 salî ye. Esilê Osê Mirad ji herêma Qersê ye, eşîra malbeta wî – Masekî ji Eyntabê cîhilî Ermenîstanê bûne.

Salên xortanîyê da Osê Mirad li gundê Azambûrê, li Gurcistanê hembal bûye, lê bajarê Tbîlîsîyê da pale bûye. Ew gelek çîrok û sitiranên kurdî zane, bi hewaseke mezin wan çîrokan dibêje û sitiranan distirê. Ew her maleke sitiranê dikare şiroveke. Ew hizkirîyê gundîyan bû.

Ev şaxên “Sêva Hecî” hatine çapkirinê:

“Sêvahacê”, bi ermenî.- berevoka “Êmînyan azgagrakan joxovasû”, cild E, romana ermenîyan-kurdan, Moskva-Vaxarşapat, 1904, rûpel 269-273, têksta kurdî û wergera wê ya ermenî S. Haykûnî nivîsîye.

“Sêva Hacî”, bi ermenî, berevoka H. Cindî, “Krdakan folklor”, Yêrêvan 1947, rûpel 111-116, wergera ser zmanê ermenî.

Sêva Hecî.- H. Cindî, “Folklora kurmancîyê”, Yêrêvan 1957, rûpel 58-63, têksta kurdî.

 

Xecê û Sîabend

Têksta “Xecê û Sîabend” sala 1931ê ji zarê şivan Egîtê Emir, binecîyê gundê Heko li navçeya Talînê komara Ermenîstanê hatîye nivîsar. Emer 26 salî bûye, ku ew têkst gotîye, merivekî nexwendî bû, ji eşîra Sîpikanîyan bû. Piranîya Sîpikîyan li navçeyên Talînê û Aparanê li Ermenîstanê dijîn. Egît ji qezaya Qersê ji gundê Engûkê mihacirî vira bûye.

Egîtê şivan dengbêjekî bi gotina we ye, gelek hikyat û sitiranan zane.

Ev varyant Hecîyê Cindî nivîsîye û cara pêşin di pirtûka H. Cindî û E. Evdal “Folklora kurmanca” da, Yêrêvan 1936, di rûpelên 494-499 da çap bûye. Wergera wê ya bi zmanê rûsî binihêre berevoka H. Cindî “Kûrdskîy folklor”, Yêrêvan 1947, rûpel 53-59.

Ew varyantên wê çap bûne:

“Sarê Sîpanê kam Sîa-mandon yêv Xicê-Zarê” (Serê Sîpanê an jî Sîa-mando û Xicê-Zarê), bi ermenî, di pirtûka G. Srvanztyan da, ya bi sernavê “Hamov-hotov”, Polîs, sal 1884, rûpel 260-277, wergera ser zmanê ermenî.

Hema eynî berhem li Tîflîsê, sal 1904, rûpel 293-294.

Hema eynî berhem ya Gr. Grîgoryan, “Hay joxovrdakan banahyûsûtyûn”, Yêrêvan 1951, rûpel 324-329, bi ermenî.

“Sîyamant”,- berevoka “Êmînyan azgagrakan joxovasu”, cild E, romana ermenîyan-kurdan, Moskva-Vaxarşapat, 1904, rûpel 168-177, wergera ser zmanê ermenî.

“Sîyabênto yêv Xaçê Zêrîn”,- berevoka “Êmînyan azgagrakan joxovasu”, cild E, romana ermenîyan-kurdan, Moskva-Vaxarşapat, 1904, rûpel 178-187, bi zmanên ermenî û kurdî.

“Siamät es Seliwi” (Sîamentê ji Silîvan),- berevoka Hugo Makas, “Kurdische texte im kurmanji-dialekt, Leningrad, 1926, rûpel 103-106, têksta kurdî û wergera wê ya ser zmanê almanî.

“Xecê û Sîabend”,- berevoka H. Cindî û E. Evdal “Folklora kurmanca” da, Yêrêvan 1936, di rûpelên 494-510 da bi kurdî çap bûye, bi çar şaxan va.

 

Leyl û Mecrûm

Têksta “Leyl û Mecrûm” di sala 1931ê li gundê Qibixtepe, navçeya Talînê li Ermenîstanê ji zarê şikoyê Mamo hatîye nivîsar. Şiko 65 salî ye, nexwendî ye, ji eşîra Kilêrî ye, merivekî bi aqil û devken e. Bona zanebûnên xwe ji alîyê gundîyan va hatîye hizkirinê û xwedî qedirekî mezin e.

“Leyl û Mecrûm” H. Cindî ji ber girtîye. Ev şax di berevoka H. Cindî û E. Evdal “Folklora kurmanca” da, Yêrêvan 1936, di rûpelên 523-530 da bi kurdî çap bûye. Wergera wê ya bi zmanê ermenî binihêre berevoka H. Cindî ya “Krdakan folklor”, bi ermenî, rûpel 60-70.

Ev şaxên din jî çap bûne:

“Lêylî yêv Mêclûm”, bi ermenî,- rojnameya “Nor dar”, Tîflîs, 1896, hejmar 14, wergera ji kurdî: S. Movsîsyan.

Lêylî Mêclûm,- berevoka “Êmînyan azgagrakan joxovasu”, cild E, romana ermenîyan-kurdan, Moskva-Vaxarşapat, 1904, rûpel 71-75, wergera ji zmanê kurdî ser ermenî: S. Haykûnî.

“Leyl û Mecrûm”,- berevoka H. Cindî û E. Evdal “Folklora kurmanca” da, Yêrêvan 1936, rûpelên 523-534, têksta bi zmanê kurdî, sê şax.

 

Kerr û Kulik

Têksta “Kerr û Kulik” H. Cindî sala 1935an ji zarê Ahmedê Elo Sedoyî, 21 salî, ji gundê Hebilkendê, navçeya Qemerlîyê (niha navçeya Êçmîadzînê), komara Ermenîstanê ji ber girtîye. Ahmedê Ayo ji eşîra Birûkîyan e. Ew xênji destana “Kerr û Kulik”, gelek nimûneyên folklora kurdî zane.

Ev şaxa cara pêşin di berevoka H. Cindî û E. Evdal “Folklora kurmanca” da, Yêrêvan 1936, rûpelên 83-96an da çap bûye.

Ev şaxên din jî çap bûne:

“Kaêr û Kullik”,- “Zap. Kavkazskogo otd. imp. Rûssk. Gêogr. ob-va”, cild 13, çap 2, Tîflîs 1891, rûpel 110-134, wergera ji zmanê kurdî ser rûsî profêsor S. Yêxîyazarov.

şaxê kurdî yê “Kerr û Kullik”, berevoka H. Cindî û E. Evdal “Folklora kurmanca” da, Yêrêvan 1936, rûpelên 22-29. Wergera wê ya rûsî di pirtûka H. Cindî ya “Kerr û Kulikê Silêmanêsilîvî” da derket, Yêrêvan 1941, 230-238.

“Kulikûkerro”,- berevoka “Êmînyan azgagrakan joxovasû”, cild E, romana ermenîyan-kurdan, Moskva-Vaxarşapat, 1904, rûpel 131-147, wergera ji zmanê kurdî ser ermenî: S. Haykûnî.

“Kulik û Kerro”,- berevoka “Êmînyan azgagrakan joxovasû”, cild E, romana ermenîyan-kurdan, Moskva-Vaxarşapat, 1904, rûpel 147-167, wergera ji zmanê kurdî ser ermenî: S. Haykûnî.

“Kerr û Kulik”,- berevoka H. Cindî û E. Evdal “Folklora kurmanca” da, Yêrêvan 1936, rûpelên 7-257, bi kurdî, H. Cindî, 30 şax.

“Kerr û Kulik”,- berevoka H. Cindî, “Kerr û Kulikê Silêmanêsilîvî”, Yêrêvan, bi kurdî û bi wergera wê ya ermenî.

 

  1. a) Mem û Zîn

Têksta “Mem û Zîn” Etarê şeroyê 55 salî di sala 1955an da ji zarê endamên eşîreta Ortilîyan nivîsîye, ku piranîya wan li navçeya Aştarakê li Ermenîstanê dijîn. Etarê şero merivekî zane ye, gelek nimûneyên folklora me zane, di taxa Norkê ya girêdayê Yêrêvanê da dijî.

Têkst H. Cindî nivîsîye. Binhêre berevoka H. Cindî, “Folklora Kurmancîyê”, Yêrêvan 1957, rûpel 5-43.

Xênji vê varyantê, ev şaxên din jî hatine çapkirinê:

“Mäm û Zîn”,- Albert Socin, ”Kurdische Sammlungen”, a, Die texte, S-Pb., 1887, rûpel 71-83, bi kurdî..

Mam und Sin,- Eugen Prym und Albert Socin, ”Kurdische Sammlungen”, a, Ubersetzung, S-Pb., 1890, rûpel 99-117, bi zmanê almanî.

„Mem û Zîn“ (bi ermenî),- kovara „Lûma“, kovara edebî. , 1897, rûpel 274-307, wergera ser zmanê ermenî.

Mem û Zîn (bi ermenî).- berevoka “Êmînyan azgagrakan joxovasû”, cild E, romana ermenîyan-kurdan, Moskva-Vaxarşapat, 1904, rûpel 201-227, wergera ji zmanê kurdî ser ermenî: S. Haykûnî.

“Mamazîn” (bi ermenî),- berevoka “Êmînyan azgagrakan joxovasu”, cild E, romana ermenîyan-kurdan, Moskva-Vaxarşapat, 1904, rûpel 227-264, wergera ji zmanê kurdî ser ermenî: S. Haykûnî.

“Mamo yêv Zînê”,- berevoka Oskar Mann “Kurdisch-Persische Forchungen”, cild 1, Bêrlîn, 1906, rûpel 24-81, bi kurdî.

“Mäm û Zîn”,- berevoka Oskar Mann “Kurdisch-Persische Forchungen”, cild 1, Bêrlîn, 1909, rûpel 40-135, wergera ser zmanê almanî.

“Mamu û Zînê”,- berevoka Hugo Makas, “Kurdische texte im kurmanji-dialekt”, Leningrad, 1926, rûpel 5-15, têksta kurdî û wergera wê ya ser zmanê almanî.

“Mem û Zînê”,- berevoka H. Cindî û E. Evdal “Folklora kurmanca” da, Yêrêvan 1936, rûpelên 261-307, bi kurdî, sê şax.

“Memê Alan”,- pirtûka Roger Lescot, “Memê Alan”, Beyrut 1942, têksta kurdî û wergera wê ya fransî.

“Mamo si Zine”.- “Ani. Anuar de Cultura Arme Bucuresti”, 1942-1943, rûpel 295-314, wergera ser zmanê rûmînî.

“Mamê û Zînê”.- pirtûka H. Cindî, “Mamê û Zînê”, “Krdakan sîrayin hêrosakan vîpêrg”, Yêrêvan, 1956, wergera ser zmanê ermenî, pênc şax. 

  1. b) ”Mam û Zîn”

 

Li pirtûka “Skazkî narodov Vostoka” (“Hikyatên gelên Rohilatê”), M.-L., 1938, rûpel 99-119, wergera ser zmanê rûsî, O.L.Vîlçêvskî. Têkst winda bûye.

 

“Dimdim”

Têksta “Dimdim”ê Qanatê Kurdo ji zarê Eloyê Silo ji ber nivîsîye. Binhêre şirovekirina têksta “Memê û Eyşê”. Eloyê Silo têksta “Dimdim”ê ji kurdên Celalî fêr bûye. Ewana dema wê berhemê şirovediikin, gorî berhemê îşaretan dikin û dikine qarîn û qûjîn.

Varyantên vê berhemê yên mayîn jî çap bûne. Wek, “Trente quatrieme recit “Chateau de Dimdim” (Hikyata 34an ya “Kela “Dimdim”ê,- berevoka Aleksandr Jaba, “Recueil de notices et recits kourdes”, St. Petersbourg, 1860, têksta kurdî, rûpel 100-104 û wergera ser zmanê fransî, rûpel 87-90.

“Dimdim”,- berevoka Eugen Prym und Albert Socin, ”Kurdische Sammlungen”, a Die Texte, Ubersetzung, S-Pb., 1887, rûpe180-210, bi zmanê almanî.

“Dimdim”,- Eugen Prym und Albert Socin, ”Kurdische Sammlungen”, a, Ubersetzung, S-Pb., 1890, rûpel 202-217, bi zmanê almanî.

„Dimdim“,- berevoka Oskar Mann, “Kurdisch-Persische Forchungen”, cild 1, Bêrlîn, 1906, rûpel 12-24, têksta kurdî.

„Dimdim“,- berevoka Oskar Mann, “Kurdisch-Persische Forchungen”, cild 2, Bêrlîn, 1906, rûpel 19-40, têksta kurdî.

“Xan Dimdim”,- berevoka “Azgagrakan handês”, pirtûka 25an, Tîflîs, 1914, rûpel 154-160, bi zmanê ermenî.

“Dimdim”,- berevoka H. Cindî û E. Evdal, ”Folklora kurmanca”, Yêrêvan 1936, rûpel 567-578, têksta kurdî.

“Dimdim”,- binhêre kovara kurdî “Dengê gitiyê teze”, Bexdad, 1942, bi kurdî.

“Xanê Çengzêrîn” (bi ermenî),- binhêre H. Cindî, “Krdakan folklor”, Yêrêvan 1947, rûpel 153-165, wergera ser zmanê ermenî.

“Dimdim-xanê kurda”,- binhêre H. Cindî, “Folklora kurmancîyê”, Yêrêvan 1957, rûpel 106-125, bi kurdî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev