Pirsa we û bersîva me – 68

Pirsa we û bersîva me – 68

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên xwendevanekî me dide, ku wê li nivîskarekî kiribû. Me xwe danîye dewsa wî nivîskarî û bersîvên me ha derketin.

Vê carê xwendevanekî me sê pirs şandine, rêvebira vê beşa malpera me Nura Şane jî sê bersîvên delal amade kirine.

 

Pirsên Polayê Cangîr û bersîvên Nura Şane

 

Pirs 1: – Gelo cînarên me – kurdan, bi çi çavî û bi çi dilî li me mêze dikin?

 

Bersîv 1: – Tirk dibêjin: “Li bal me kurd tunene û em ji wan hiz nakin”, ereb dibêjin: “Li bal me kurd hene û em ji wan hiz nakin”, fariz jî dibêjin: “Li bal me kurd jî hene, Kurdistan jî heye, lê em ji wan hiz nakin”.

 

Pirs 2: – Gelo ji kurdên Kurdistana Bakur kê zêde bi tirkî dipeyive û kê zêde bi kurdî dipeyive?

 

Bersîv 2: – Ew kes bi tirkî dipeyivin, yên ku bi tirkî nizanin. Û ew kes bi kurdî dipeyivin, yên ku tirkîya wan baş e.

 

Pirs 3: – Kurdekî ku navê wî li her deran belav bûbû, çend salan endamê parlemena Tirkîyê bû. Bo çi gava mir, ne tirk hatine ser şîna wî, ne jî kurd?

 

Bersîv 3: – Ji ber ku tirkan bi çavekî “wî ji bo gelê xwe çi kiribû, ku ji bo me çi bikira” lê dinihêrî, lê kurdan jî bi çavê “ewî ji bo gelê xwe tiştek ne kir û di ser da jî dijminaya wî kir” lê dinihêrî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev