Ne “Artêşa Azad”, lê Artêşa Tevkujiyê

Ne “Artêşa Azad”, lê Artêşa Tevkujiyê

Mehmed Salih Bedirxan

Tirkiyê di 20ê mehê de ligel Artêşa Azad a Sûriyê ango Ceyş el Wetenî dest bi operasyona Efrînê kir û navê operasyonê weke “Çiqlê Zeytûnê” ragihand. Ji damezirandina wê heta niha Artêşa Azad a Sûriyê di rojeva cîhanê de ye. Her hêzeke navdewletî ya destêwerdan di Sûriyê de kir ji xwe re “Artêşeke Azad a Sûriyê” damezirand û ew pirrçek kir. Her ji çend mehan navê wan gurûbên çekdar û selefî hat guhertin. Lê gûman tê de nîne, edebiyata siyasî û paşxana wan komên fûndamentalîst xwe dispere rêxistinên weke El Qayîde û Îxwanî Mûslîmîn.

Komên çekdar ên li Sûriyê

Dewletên Kendava Erebî yên weke Erebîstana Siûdî, Qeter, Îmarat, Ûrdûn û Tirkiye ligel veguhestina çek û pereyan bo gurûbên Esad bi perwerdeya leşkerî hewldan da di siberoja Sûriyê de rola wan hebe.

Amerîka û welatên Kendava Erebî ji sala 2011an heta niha piştevaniya van gurûban kirin: Ahrarûş Şam, Lîwayên Suqûr el Şam, Lîwaya Tewhîd, Lîwaya Heq, Lîwaya Ensar el Şam, Dewleta Îslamî li Iraqê û Şamê, Cepheya El Nûsra, Cepheya Rizgarîxwazên Îslamî. Cepheya Xorasanê.

Tirkiye jî ji bo jinavçûna rejima Esad ligel welatên Kendava Erebî kar kir û ev kom çekdar kirin: Lîwaya Sûltan Mûrad, Lîwaya Nûreddîn Zengî, Lîwaya el Fetîh, Felayiq el Şam Şûraya Bilind a Leşkerî, Lîwaya Mûtasim, Lîwaya Festaqîm…

Komên selefî yên Amerîka, Tirkiye û Kendava Erebî piştevaniya wan dikirin bi serperiştiya pisporên serbazî yên Amerîka û Tirkiyê di Tîrmeha 2014an li kampên leşkerî hatin perwerdekirin û piştî perwerdeya leşkerî bo nav xaka Sûriyê hatin şandin. Heta 1ê Cotmeha 2015an ji sedî 75ê xaka Sûriyê kontrol kirin û cîh li rejimê teng kirin.

Lê di 1ê Cotmeha 2015an de Rûsya ligel rejima Şamê beşdarî şer bû û hevsengiya şer bi yekcarî guherî. Ne rejim êdî gurûbên îslamî yên çekdar tûşî şikestinê bûn. Bi şikestina wan gurûbên selefî yên çekdar Amerîkayê jî berê xwe da hêzên kurdî û êdî dest bi piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir.

Tirkiye wan ji xwe re kir mertal

Li aliyê din piştevaniya welatên Kendava Erebî û Tirkiye bo wan gurûban berdewam kir û di 24ê Tebaxê de Tirkiye ligel wan koman dijî DAIŞê dest bi operasyona “Mertala Firatê” kir. Li bakurê Efrînê li dorûbera Azezê û Îdlîbê herêmeke tampon ava kir û ew ji xwe re kirin mertal. Herwiha ew komên çekdar ê selefî di 30ê Kanûna 2017an de bi navê Ceyş el Wetenî ji nû ve hatin rêxistinkirin. Komên weke Ahrar el Şerqiye, Feylaq el Şam, Lîwaya Sûltan Mûrad, Lîwaya Nûreddîn Zengî, Lîwaya Fattîh Sûltan Mehmed û Ahrarûş Şam di nava Ceyş el Wetenî de cîh digirin. Li gor çavkaniyên Sûriyê û ajansa AAyê hejmara çekdarên Ceyş el Wetenî nêzîkî 15 hezaran e.

Weke me di destpêka gotara xwe jî de aşkere kir, Tirkiyê di 20ê Çileyê de ligel komên Artêşa Azad a Sûriyê an jî Ceyş el Wetenî li dijî şervanên kurd dest bi operasyonê kiriye û zêdetir ji 2 hefteyan e li herêma Efrînê şer di navbera wan komên çekdar û şervanên kurd de bi giranî berdewam dike. Rewangeha Mafê Mirovan, ajansên navdewletî aşkere dikin heta niha zêdetir ji 100 sivîl di encama şer de bûne qurbanî û gelek gundên kurdan hatine wêrankirin.

Ji sala 2012an heta niha dîmênên tevkujiyê yên bi destê van koman gelek caran di torên medyaya civakî de belav bûne. Rêxistina Mafê Mirovan a Navdewletî (AMNESTY) derbarê wan kiryaran de gelek raport belav kirin. Kuştina 3 hezar elewiyên bajarokê Qeswatê di 2013an de, herwiha kuştna 5 hezar sivîl û 2 hezar serbazên rejimê li bajarokê Cîsreş Şûxûrê di sala 2011an de weke kiryarên tevkujiyê yên Artêşa Azad têne zanîn. Wêrankirina gundên kurdan û kuştina sivîlan li dorûbera Efrînê metirsiyeke mezin li ser jiyana sivîlan çêkiriye. Dûr nîne ew Artêşa Azad a Sûriyê qetlîamekê bi ser milletê kurd de bîne. Ya rast ev e; komên Tirkiye piştevaniya wan dike di rastiyê de belkî ne Artêşa Azad a Sûriyê “Artêşa Tevkujiyê ye.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev